Ji Çapemenî û Rayagiştî re

  • 2018 çıle 30 | Daxuyanî

 
 
Dewleta tirk a dagirker bi hevkariya grubên xwe terorê ev 11 roj in bê navber êrîşî herêma Efrînê dike. Li hember wê şervanên YPJ-YPG û gelê Efrînê ji bo rawestandina van êrîşên barbarî destaneyên qehremaniya dîrokî ku ew ê cîhan heya ebedî bibîr bîne û zindî bihêle dinivisînin. Ji bo şopandina rastiya berxwedana serdemê ku li Efrînê pêk tê rojnamevanên azad li kêleka şervanên me şev û roj di çeperên şer de ne û berxwedanê qeyd dikin. Di 27’ê Çileyê de dema ku grûbên girêdayî dewleta Tirk ya dagirker êrîşî navçeya Raco ya Efrînê kirin, şervanên YPJ-YPG û QSD li hember wê bersiva êrîşan dan û gelek xalên ku ketibûn bin kontrola grûbên terorê de vegerandin. Endama ragihandina me ya Yekîneyên Parastina Jin Avrîn Mahsûm dema ku di çeperên pêş ên şer de berxwedana serdemê dişopand, dema ku rastiya wehşeta dagirkeriya Tirk bi rêya objektîfa kameraya xwe digihand cîhanê gihîşte şehadetê. Tekoşer Avrîn Mahsûm xwedî rihekî bi hêz û şoreşgerî ya rojnamevaneke şer bû. Bêyî dudilî di hemû şerên ku li herêma Efrînê diqewimin li pişt şervanan bû. Dema dihat xwestin jî weke şervaneke YPJ’ê di çeperan de li ber xwe dida. Dev ji ronîkirina rastiyan berneda. Tevlî pêngava Ziyaret –Til Refet –Minix-Elqamiyê, Şehba û herî dawî cihê xwe di berxwedana serdemê de girt. Avrîn bi vê lehengiya xwe cardin îsbat kir ku xeta Şehîd Rûmet, Eylûl, Xerîb, Dilîşan, Rizgar û Tolhildan Welat de ku hemû li eniyên şer tevî objektîfeyên xwe şehîd bûn, hîn zindî ye ew ê şervanên me li her cih û di hemû erkên dikevin ser milê wan de di oxira doza gelê xwe de heya dilopa xwîna xwe ya dawî têbikoşin û li ber xwe bidin. Li ser navê hemû endamên ragihandin û çapemeniya Yekîneya Parastina Jin em soz didin şehîd Avrîn Mahsûm, Tolhildan Welat û hemû giyan pakên vê şoreşê ku em ê heya dawî li pey doza wan bin û rastiya ku dixwestin bigihînin raya giştî her ronî bihêlin.
 
 Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Jin | 30 Çile 2018