Ji Çapemenî û Raya Giştî Re

  • 2019 1 24 | Daxuyanî

weke tê zanîn ev du roje, li ser tevna civakî nûçeyek; ku têde tê gotin di sala 2019'an de Fermandara YPJ'ê Rojda Felat di Cîhanê de, di nav 8 jinên xurt de ya yekemîn derketiye. Ev nûçe ji aliyê hin kesan ve hatiye belavkirin. Lê, tiştekî fermî vê derbarê de nehatiye ragihandin.

Ji xwe tekoşîn û berxwedana ku bi salane yekîneyên parastina jin YPJ'ê li dijî çeteyan dimeşîne, nîşan daye ku di şexsê YPJ'ê de jina Kurd, bûye mînaka sekna berxwedêr ji bo tevahî jinên cîhanê. Lê ji ber ku heya niha di derbarê vê nûçeyê de ji biryargeha giştî ya YPJ'ê re tiştek fermî nehatiye gotin, ev nûçeya ku li her derê hatiye belav bûye ne fermî ye. Li ser vê bingehê me pêwîstî dît, em li ser navê Navenda Ragihandina YPJ'ê daxûyaniyek kin bi raya giştî re parve bikin.  

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPJ

24.01.2019