Ji Pênûsa Şêhîd Avesta Xabûr

  • 2019 2 5 | Gotar

Armanca min ewe ku ez xwe bigihînim asta Ş. Bêrîtan. Dema ku mirov tevlî nava refên Tevgera Azadiyê dibe, di mijara sekna jina azad çawaye de mirov gelek difikire. Jinek di her alî de di aliyê sîyasî, leşkeri de çawabe Serokatî ji me re nişan dide. Nas kirina mirov ya li beramberî rastiya jinê pêş dikeve jinek çawa bibe xwedî hêz mirov fêr dibe û xwe nas dike. Heta niha ti maf ji jinê re nehatiye dayîn, lê di nava tevgerê de jin bixwe bi zanebûna xwe û bi rengekî ji xwe bawer  şerekî bi rêve dibe, li hember dijminekî weke Daîş şer dike û bi ser dixe. Ev rastî mirov jî dide fikirandin, mirov difikire ku ji felsefa Serokatî re çawa bibe bersiv an jî jinên ku di nava pergalê de roj bi roj jinên ku tên helandin mirov çawa wan ji nava wê helandinê rizgar bike, wan bike xwedî îrade di vî alîde mirov dikeve nava lêhurbûyînekê. Di vê demê de komployên ku tên meşandin li ser Rêbertî û jin tê meşandin. Di demeke wiha de tişta ku ji me tê xwestin ji pêvajoyê re bûyîna bersive. Wek jin çi ji me tê xwestin, pêwîste em çi bikin û çawa tevbigerin, bersiva van pirsan dayîn grînge. Di van aliyan de em dixwazin bibin bersiv ûemê bibin bersiv.

                                                       Şehîd Avesta Xabûr