Ji Pênûsa Şehid Barîn Kobanê

  • 2019 2 7 | Gotar

   Di nava rêxistinê de mirov çiqas xwe perwerde bike di wê astê de mirov rastiya Serokatî û ya rêxistinê nas dike. Her milîtanekî rêxistinê pêwîste bizanibe ku Rêbertî ji me çi dixwaze li gor wê jî tevgerîna me bi çi rengî be pêwîste were zanîn. Ji ber ku wek gelê Kurd em xwedî dîrokek bi êşin. Li kêleka vê rastiya Serokatî min pir bandor dike. Dema ku ez li ser vê rastiyê lêhurbûyîn dikim bi rastî jî wek kesayet gelek tiştên ku ez jê digrim hene. Mirov dema ku di rastiya Serokatî de xwe perwerde dike an jî hewildanên fêm kirina rastiya Serokatî dide mirov hîn zêdetir li xwe dizîvire û kesayeta xwe di ber çavan re derbas dike. Cardin ji bona pêşeroja mirov jî perspektîfên gelek xurt dide.  Xwestek Serokatî ewe ku em weke milîtan aliyên xwe yên lewaz tespît bikin û derbas bikin. Ji ber ku wek Kurd em bê nasname hatine hiştin ji bona ku em nasnama xwe bi dest bixin beriya hertiştî têkoşîna li beramberî kesayet pêwîste. Bi derketin Rêbertî re gelê Kurd ji xewê rabû. Ji ber beriya ku Rêbertî dest bi têkoşînê bike hebûna gelê Kurd dihat nîqaş kirin.  Di roja îro de jî bi hezaran zarokên Kurdan çek girtine destê xwe û têkoşîn didin meşadin.

           Şehîd Barîn Kobane