Ji Bona Afirandina Jiyanên Nû

  • 2018 9 19 | Nûçe

 

Çavkaniya heskirina jinê ava dike û kom dike. Di kesayeta xwe de di nava civakê de erka ava kirina civakê girtiye ser milê xwe. Ji bona ku jiyana nû were ava kirin van taybetmendiyan di her kêliya jiyan û şerê xwe de kêlî bi kêlî bi awayekî serkeftî dide jiyan kirin. Berxwederî, keddayîn, biryardarî, bawerî û moral ev tevahî nirxên ku rista pêşengtiya jinê didin diyar kirinin. Ev nirx di rastiya jinên şerker yên YPJ’ê de şênber bûne. Di roja îro de jî şervanên jin ên YPJ’ê ku di eniyên çeperên şer de cihê xwe girtine dest pê kê di nava jiyana xwe de  rêxistin kirinê esas digrin û şer dikin. Di merheleya dawî ya pêngava bajarê Dêrzorê de grûbe şervanên YPJ’ê di nava pêngavê de jiyana xwe bi rêxistin dikin û bi vî awayî ji bona gelên ku wê werin rizgar kirin mînaka jiyana nû ava dikin. Yek ji şervana YPJ’ê ya ku di nava şer de jiyanê bi rêxistin dike bi navê Welatcan Efrîn di derheqê jiyana di nava şer de wiha dibêje;

Em wek şervanên jin ên ku di merheleya dawî ya pêngava Bagera Cizîrê de cihê xwe digrin bi awayekî aktîf em rola xwe dileyzin. Di nava şer de moral, hêz dayîna jin ya ji dorhêla xwe re û di dorhêlê de dûzen û disiplîn dayîna ava kirin hîn zêdetir xwe dide diyar kirin. Her hevalek bi rengê xwe tevlî pêngavê dibe. Hevalek dibe çavkaniya moral girtinê hevaleke din dibe mînaka wêrekiyê an jî di şer û jiyanê de bi keddayîna xwe dikare derkeve pêş. Armanca me ya di şer de ewe ku em hişmendiya desthilatdar ya zilam bidin şikandin û sedemê bi ser dijmin de çûyîna me jî ji bona ku em bikaribin jiyaneke nû ava bikin.

                                        Navenda Ragihandina YPJ