Ji Pênûsa Şehîd Rohenda Xemgîn

  • 2019 3 11 | Gotar

Pêvajoya ku em di nav de derbas dibin ji her alî de pêvajoyeke girane. Lê wek YPJ’ê ev pêvajo fêm kirin û li gor wê tevlîbûn li ser milê me dimîne û em her yek jî ji vê berpirsiyarin. Emê bi vî awayî bikaribin li erkên xwe yên pêşengtiyê xwedî derkevin.  Ev êrîşên ku di serkêşiya  Erdoxan de tên meşandin armanca Erdoxan ya ketina sînorên Sûrî radixe berçavan. Li beramberî pergala konfedaralîzma Demokratîk bê tehemûle, cardin naxwaze ku Kurdistaneke azad were jiyîn. Yekbûna gelan qebûl nake, ji ber vê jî van êrîşan dide meşandin. Rojava ji bona tevahî cîhanê bûye sembola yekbûna gelan. Vê jî ji bona xwe weke tehdîdekê dibînin. Em weke şervanên YPJ’ê erka me ewe ku em rê nedin dagirkeriya Erdoxan em nehêlin ku Erdoxan û çeteyên wî bikevin xaka Sûriyê. Ev axa me di serî de bi saya şehîdên me û bi baweriya şervanên YPJ’ê hatiye rizgar kirin. Şehîdên me di vê axê de xwîn rijandin xwe feda kirin. Di oxira parastina axa xwe de, canê xwe feda kirinê jî kêm dîtin. Em jî li ser şopa şehîdên xwe dimeşin. Ji ber vê jî  bi ti awayî emê nehêlin ku destên qirêj bikevin nava axa me. Vê axê şahidiya gelek berxwedêran kiriye.  Ji bona vê jî em weke hêzên YPJ’ê pêwîste em bibin şopdarê rastiya Rêbertî û di rastiya Rêber APO de xwe kûr bikin, zana bikin. Bi vî awayî emê nehêlin ku destên qirêj dirêjî axa me bibin. Bi vî awayî emê bikaribin deynê xwe yê li beramberî şehîdan bidin û hêviyên wan bicîh bînin.

Şehîd Rohenda Xemgin