Ji Raya Giştî Re

  • 2018 Sıbat 2 | Daxuyanî

Tevahî raya giştî wehşeta dewleta Tirk û grubên wê yên Elqaîdê ku li ser cenazeyê yek ji şervana me kirin dîtin. Şervanên me li hemberî êrîşên dewleta Tirk û Elqaîdê cihê xwe di parastina Efrînê de digrt lê, cîhanê ji vê wehşetê re bi bêdengiyakê derbas kir.

Li navçeya Bilbilê şerekî giran hebû. Di navbera şervanên me û hêzên dagirker de pevçûnên dijwar di hatin jiyan kirin. Di encama wan pevçûnên giran de du şervanên yekîneyên parastina jin (YPJ) gihîştin şehadetê. Piştî berxwedanek mezin li hemberî çeteyan kirin, du cenazeyên hevalên me ketin destê wan. Bi wehşiyetek mezin bi cenazeyê hevaleke me leyîstin. Ev wehşeta ku bi serê cenazeyên hevala jin kirin ji kîn, nefret û wehşiyeta wan ya mezin li hemberî jin derxistin holê. Ew wehşeta ku leşkerên artêşa tirk û grubên girêdayî Elqaîdê bi cenazeya hevala me ya jin kirin carekî din îspat bû ku cewherê dewleta tirk û Elqaîdê yek in û ortakê hevin. Ji kirinên vê wehşetê re diyar dibe artêşa tirk û ortakên wê yê bê exleq, ti eleqeya van kirinan bi însanyetê re tüne ye û ti eleqeya xwe bi nirx û olan re tune ye û însanyetê tuneye.     

Li pêşiya vê dîmena hovane careke din ji cîhanê re îspat bû, nasnameya terorîstên dagirker yên êrîşî Efrînê dikin bi alikariya fermî ya ji dewleta tirk digrin, ya ku hemû rêxistinên terorîst li cîhanê xwedî dike ye.

Şervanên me yên leheng yên dîrokê dinivisînin û canê xwe feda dikin, di xeta Arîn Mîrkan û Avêsta Xabûr de carekî din nûbana soza xwe didin ku li ser şopa şehîdan bimeşin, em heta xwestekên wan yên serkeftinê û tinekirina terorîstan pêkbînin têbikoşin. Em ê nehêlin ti carî hêzên dagirker bi serbikevin û em ê wan vala derbixin.

Şehîd namirin

Mirin û kedxwarî ji terorîstan re

Fermandariya giştî ya yekîneyên patastina jin YPJ

02. 02 . 2018