Jinên Dêra zorê berdevka bagera Cizîrê Lîlwa pêşwazî kirin

  • 2017 kanün 6 | Nûçe

Fermandara QSD û berdevka Bagera Cizîrê Lîlwa Abdullah tevî şervanên YPJ’ê bi gel û jinên Dêra zorê re hat gel hev. Berdevka Bagera Cizîrê Lîlwa, li pirsgirêkên jina guhdarî kir û her wiha armanca şerê ku ew ji bo parastina hemû jin û gelan dimeşînin, ji jinan re vegot. Jinên Dêra Zorê bi kêyfxweşiyek mezin berdevka Bagera Cizîrê û şervanên YPJ’ê pêşwazî kirin û hêvî û bendewariyên xwe yên rizgariya ji bin serdestiya çeteyên daiş’ê û azadiya hemû jinan anîn ziman. Jinên Dêra Zorê yekîneyên parastina jin YPJ’ê weke hêza yekane ya paratina hemû jinan bi nav kirin.