Jina Tirk: ‘Werin xwe ji destê çeteyan xilas bikin’

  • 2019 2 3 | Nûçe

 

Jina bi navê Bûşra Ûnal ya ji Enqerê ye, beriya hefteyekê bi grûbek sivîl re radestî hêzên QSD’ê bûn. Bûşra, di hevpeyvîna xwe de serpêhatiya xwe ya çar salan a di nava DAİŞ’ê vegot û anî ziman ku; “Her tişt mîna ji dûr de xuya dike hêsan nîne, em di van salan de rastî gelek zilm û zoriyê hatin. Her çendî gelek caran min hewl da be jî, lê min riya xwe ya xilasyê nedidît”.

Jina Tirk Ûnal, bang li hemû jin û zarokên di destê çeteyên DAIŞ'ê de mane kir û got werin xwe radestî şervanan bikin. Bûşra bal kişande ser van xalan; "Berî niha bi çar salan ez hatim Sûriyê. Min bihîst hevjînê min li Bab’ê hatiye kuştin. Ez rojek beriya bê kuştin, pêre axivîm. Dema ez axivîm, ji min re got ezê vegerim gel we. Lê min roja din agahiya mirina wî girt. Ez bi vê agahiyê şoq bûm û min biryar da ku werim Sûriyê. Min jî zarokên xwe girt û ez hatim vê derê. Ji ber dilê min ne rihet bû min got ez biçim bi xwe tirba hevjînê xwe bibînim. ji ber ji min re gotin tirba wî heye."

Bûşra, got jin kesên alîgirê çeteyan ew birin ber sînorê Cereblûsê û wiha dewam kir;"Li ser sînor gelek kes hebûn hemû bi meş derbas bûn ez jî bi wan re derbas bûm. Em wisa meşiyan hatin û ketin rê. Lê piştre ez poşmam bûm û min agahî ji hevalên xwe yên li Tirkiyê re şand û min ji wan re got ez dixwazim dîsa vegerim. Lê kesekî guh neda min û alîkarî nekirin ji bo vegerê. Min li wir hêviyên xwe birîn, ji ber min cuda tu kes nasnedikir. Wê demê erebiya min jî pir baş nebû."

Bûşra, di heman demê de behsa rewşa xwe ya piştî derbas kirina Sûriyê jî kir û wiha got; "Weke jinekê li vir jiyan kirin pir zor bû. Li vir bi serê xwe çûna çarşiyê, bazarê, nexweşxaneyê û her wiha tüne ye, ev tişt qet baş nayê pêşwazîkirin. Di encamê de tu muhtacê zilamekî dibî û ez jî neçar mam ku bi zilamekî Tirk re bizewicim. Piştî ew jî hat kuştin dîsa min xwest ez derbikevim. Lê dîsa kes bi min re nebû alîkar. Her ji min re digotin ger tu biçe wê te û zarokê te bikujin."

Bûşra, bal kişande ser nêzîkatiyên şervanan û wiha dawî li hevpeyvîna xwe anî; "Vaye niha ez li virim. Em hejmareke mezin a sivîlan di bin ewlehiya şervanên QSD û YPJ’ê de ne. Ez û zarokê xwe em bi hev re hatin. Ji xwe kurê min sala borî ji ber avêtina hewana DAIŞ'ê, lingekî xwe winda kir. Ez niha tenê tiştekî dixwazim. Ew jî ez zarokên xwe bibim û biçim gel dayîka xwe. Ez wekî din tu tiştekî naxwezim. Em dema di rêda hatin em pir rihet hatin. Li vir jî ez pir rihetim, hemû pêwîstiyên me têne pêşwazî kirin. Ez qet rastî nêzîkatiyeke şaş û gotinek xirab nehatim. Şervanan, alîkarî didan me, zarokên me radikirin, li birîndaran meyze dikirin, bi îxtiyaran re dibûn alîkar. Em çawa hatin hema ji birîndar û îxtiyaran re xwarin danînin, piştre ji zarok û jinan re danînin. Pêwîstiya kê bi çi heye wan temîn dikin û pêwîstiyan temam dikin. Ev nêzîkatiyên wan ez pir bandor kirim. Tirsa ku em derkevin wê li me bixin, nêzîkatiyên xirab bikin, îşkence bi me bikin, tiştek wisa min nedît û rastê jî nehatim. Ji dervayî vê, ez ji yên li gel DAIŞ'ê mayîne re dibêjim; Bila werin tiştek mirov jê bitirse nîne, bi taybet ez dibêjim bila jin û zarok ji wir derkevin  û qet netirsin. Ji bo parastina me wê me di çadiran de bi cih bikin.”

Dilovan Avrîn/Dêrezor