Kêliyek Ji Nava Dilê Şoreş ê

  • 2018 8 27 | Gotar

 

Dema em behsa Pengava Ş.Rubar dikin heqîqeta Ş.Berîtan a berxwedêr, canbexşane ji nû ve zindî dibe. Mîrateya berxwedanî û lehengî yê ku bi bedelê canê xwe dayînê ji me re hiştine, di roja îro de di pêşengtiya Rubaran, Dîcleyan, Derwêşan, Welatan û hîn gelek pakrewanên mezin ve tê şopandin...Bi nivîseke bîçûk her kêliyekî vî şerê vegotin ne gengaze û mafê wan lehengiyan jî dibe ku neyê dayîn. Lê, ez bawerim ku divê mirov di her kêliyekî jîyana xwe de bi bîr bîne û bike bingeha tolgirtina wan û soza xwe ya gihîştandina jîyana azad...

Dema ku hevalan ji bona pêngava Ş.Rubar nivîs xwestin, di milekî de gelekî hestiyar bum di milê din de jî ketim  nava kelecaneke mezin. Ji ber, her cara ku ez vedigerim wan rojan û hevalên ku  me bi hevdu re ewqasî zor û zehmetî, kêyfxweşî jîyan kir, aniha gelek ji wana şehîd ketine, gelek ji wana jî birîndar in. Her yek ji wana parçeyek ji canê me, rihê me bun. Dema ku ez vê nivîse dinivîsinîm jî,  bi hesreta ku careke din  wan hevalan bibînim ve, hindirê min dikele, bi coş dibe. Wekî ku li kêleka min in û em wan rojan tînin bîra hevdu... Bi bask dibim û difirim... Careke din em destê hev  digrin, bi tililîyan ve govenda azadî û serkeftine digrin... Kenê ruyê wan ê xweşik û biriqî dibînim... Her dîtina min ya bi wan hevalan hêz, manevîyat û moral dida min. Bi taybetî jî di tabura me de hevaltiyeke wiha bi nirx, bi hûrmet û bi serkeftinê ve mifte bûyî hebu ku, li her deverekî de bi nav û deng bibû. Her şerekî ku tevlî dibûn, ruxmê kêmasî, nebesî û windahîyan bi serdixistin. Yê ku ew karakter avakirin jî,  bê guman şehîdên bê tirs û bê guman bûn. Ş.Derwêş her tim ew gotina Ş.Reşît danî bîra me ; “ Emê ne tenê dijmin ji ser axa xwe bavêjin, emê siya wan jî li ser axa xwe nehêlin.” Em deyîndarê wan in. Şeva ku H.Dîcle şehîd bikeve, dengê kenê wê li ser qampê diket, hîn jî di guhê min de zinge zinge... Lê dide dilê min, wekî ku her bêhnekî distînim de, ew ken ji min re dibe hilm... 

Strana “Keç û xortên şoreşvan, diparêzin Niştiman, natirsin kuçikên hovan em derxinîn axa kalan, bijî bijî Rojava, ji bo te canê me feda...” di guhê min de zinge zinge, lê dide û bi germahiya hevalan ve, em  rê ketin û bi rêhevalên qehreman ve me berê xwe da dijminê me yê hov, Daîşê. Pêngava Ş.Rubar bi 3 baskan ve bi rêve diçû. Ji milê Aliya ve  ber bi Çîyayê Kizwanan ve  rê ketin û heya gihîştin çîyê, bi sekin û bi bîryardariyeke mezin ku emê Daîşê têk bibin me berdewam kir. Piştî xillas bu jî, li Gûndê Bedîa Daîş xwe komkir da ku êrişê deskeftiyên me bike, lê xafil hate girtin. Herî dawî bi girtina Gundê Bedîa ve pêngav mîsoger bu. Em di Tabura Ş.Dewrêş de bun. Ew dem Heval Derwêş hîn sax bu. Piştî ku li Hesekê şehîd ket navê H.Derwêş li tabure hat kirin.

Di destpêke de çima pêngav li ser navê Ş.Rubar hat meşandin, wate û erkên ku li ser milê me bar dikir çi bu? Hevalê Rubar Qamişlo heya kêliya ku şehîd ket jî,  fermandarê me yê mezin bu, di gelek pêngavan  de bi fedakariyeke mezin tevlî bu û xwedî li erkên xwe derdiket. Hem fermandar hem jî heval bu. Hevalan çi dida pêşiya Heval Rûbar Qamişlo,  bêyî ku îtîraz bike pêk dianî û her demê cihê ku lê bu,  hewl dida ku jiyana Partiye di wederê de biparêze. Naskirina min bi H.Rûbar re cara yekemin di pêngava Serêkaniye de bu. Ew dem tişta ku di heval de herî zêde bala min kişand ew bu; Tabur û enî bi hev re dida meşandin. Asta koordîne de rola xwe dileyist. Gelek heval tenê bi erkekî re eleqeder bun, lê ew bi gelek aliyan ve tevdigeriya. Dema min ji xwe re got, çiqas hevalekî dilnizm, bihêz û fedakar e. Dema di pêngavê  de bi qismî naskirin û dandin standina min bi heval Rûbar re çebu, ew nêrina min piştrast bu.

Di pêngava Til Berak de koordîneya şer jî H.Rubar Qamişlo dikir. Ew dem bêhtir ji nêz ve şopandina min bi heval re çebu. Bê guman şehadeta fermandareke wisa bi hêz, xwedî rihêkî canbexşane û hêja gelek zû û bi êş bu. Lê piştî ku navê pengave li ser navê wî hate danîn, me hemûyan jê hêz girt û bîryardariya me ji bona mîsogerkirina wê pêngavê xurttir bu. Di vê  çerçoveyê  de, pêngav hîn bi lez û bihêz hate berdewam kirin û encam kirin. Dizanim ku li ser hevalên şehîd û qehremantiya wana çi bibêjim jî wê asta têkoşîna wana pêşwazî neke, têrê neke. Ji ber ku wana bi têkoşîna xwe ve, îspat kirin ku heqîqet, gerdûnîbun û hembêzkirina hemû nirxên civake ye. Bi hebûna bedenî tenê dikare bibe kêliyên jîyana gerdûnî. Lê hebûna ku xwe bi wate kiriye, wekî van hevalên şehîd û qehreman, dibe her kêliyekî jiyane, dibe çavkaniya hezkirina mezin a jiyaneke bi rûmet..Li ser vê bingehî, ji ber berpirsiyartiyên me yên li hemberî wana ku her kesek divê van şoreşgerên mezin nas bike, kêm be jî dixwazim behsa wana bikim, di heman demê de jî hinek bîraninên bi hev re me derbas kirine, hewl bidim ku parve bikim.

Şer li pey şer, pêngav li pey hevdu berdewam dikir. Sala 2015’an ji bona Tevgera Azadiye saleke têr û tijî berxwedan û destkeftiyan e. Di rastiya xwe de hemû destkeftî û cihên heya wî demê hatine girtin gihîştandina hev û din  û xeta parastine kirina yek bu. Ji ber heya Pêngava Ş.Rubar pêşket, me gelek cîh girtibun, lê ewlehiya wana di bin xeteriye de bun. Ji bona wî Daîş li kûdere fersend didît, êriş dikir. Me jî, li ser vî esasî  dest bi pêngava Aliya kir. Beriya hamle dest pê bike, hevalan civîneke mezin çekirin û gotin gruba Ş.Derwêş wê gruba êrişe be. Ş. Derwêş li ser grubekî, Ş. Rûstemê Zal jî li ser grubekî bu. Ez jî di gruba Ş.Derwêş de bum. Dîsa strana me dibêje ; “Keç û xortên şoreşvan...” bi çepik û tililîyan, me bi dilxweşiyeke mezin rêya xwe girt.  Ew dem, Daîş jî êriş li ser gundewarên di navbera Serêkaniye û Tiltemir  dikir. Navbera Til Temir û Serêkaniye piştî hate paqij kirin, em çûne gundê Behîma me girt. Li wedere hevalan gotin emê şev bi rê kevin. Me amadekarî û planlamaya xwe çekir. Bi şev derengî, her grup cihê xwe di meşa mezin a azadiye de girt û  qederekî em meşiyan. Ez ne şaş bim, wê demê em  nêzikê  5-6 km  meşiyan. Her grubek dema dihate cihê xwe yê hatiye dîyar kirin, ji grube vediqetiya û mevziya xwe digirt. Em jî, li çend mezrayan de bi cîh bun. Berdestê sibehî, di navbera grubekî me  û dijmin de pêvçûn destpê kir. Gelek çete di hundirê satiran de xwe veşartibûn. Hevalan li wana dan. Piştre, me got pêwiste em hinek gond û mezrayên derdora cihê pêvçûne bigrin. Hevalan jî erê kirin. Li ser vî esasî em  grup bi grup rê ketin. Pêvçûn her ku diçû hîn dijwartir dibû. Ji ber,   çeteyan dizanîbun ku vê carê wê têk biçin. Her ku tengav dibun,  êrişên  xwe  zêdetir  dikirin. Piştre, me bi serkeftî ew her sê mezra û satir girtin. Lê tiştekî din jî hebu. Pêngava pêşî de Ş.Andok Erzirom û gruba wî her daîm li paş de dihatin. Di gruba parastinê de bûn û gruba me jî ya êrişê bu. Piştî hamleya Til Berak xilas bu, hevalan civînek çêkirin. Me di wedere de rexne kir, da ku ew heval jî carna li gorî şert û mercan bikevin êrişe û tecrûbe bigrin. Hevalan vê carê ez xistim gruba parastinê. Yanî bersiva rexneyê me wisa hate dayîn! Dema hevalan wisa kirin, gelekî aciz bum. Hela jî dema H.Derwêş birîndar bu, H.Dîcle Kobanî şehît ket û gruba me paş de kişandin, wekî ku pêwiste em tola wana rakin, çima heval gruba me li pişte de hiştin. Em gelek pê bandor bun. Di nava wî şerê giran de wê rewşê ez hîn zêdetir tengav dikirim. Pêwist bu ez di pêşî de bim û tola Ş.Dîcle  rakim. Dema em çûn me her sê mezra girtin şûnde hevalan gotin gundekî ku emîrê çeteyan tê de bi cih bûye, kîjan grup wî bi saxî dîl bigre emê ji wan hevalana re  dîyarî bidin. Ş.Rûstemê Zal û Ş.Derwêş ketibun şerbirkeke mezin, da ku ji herdûyan yek biçin wana bigrin.                     

Em bi grubeke mezin di germahiyeke zêde de bi rê ketin. Dema em ketin dolekî, me ferq nekiribu ku dijmin di wê dolê de ye. Dijmin li me da, lê mesafeya navbera hevalan ji ber ku vekirî bu ,tiştek bi hevalan nehat. Piştre, ji bona em wedere derbas bikin, hevalan panzer şandin û em derbas bun. Dema em gihîştin cihê xwe yê ku emê dest bi çalekî bikin, ne darek ne jî avek hebu. Hewa pir germ bu. Em tî û birçî li ber wî germahiyê heya êvarî sekinîn. Di wê navberî de jî,  me çete xistin bin kontrola xwe.  Ş.Andok û Ş.Derwêş li ser destike bi hevdu re diaxivîn û moralên hevalan bilind dikirin. Bi wê kelecanê, min gazî Ş.Derwêş kir da ku ve carê ez bikevim gruba êrişe. Lê bersiv nehat. Dema bersiv nehat, min li ser destik xwe aciz kir, fermandarê me ya tabure banî min, Ş.Derwêş û Ş.Andok kir. Got biçin qanala yekan. Qanala yêk, qanala rexneyan bu!... Min dizanî bu, wê hîşyarî were. Ez çûm qanala yêk. Heval yêk bi yêk gazî me dike. Ne Ş.Derwêş ne jî Ş.Andok bersiv didin. Tenê min bersiv da. Hevalan em rexne kirin û careke din em zivirîn rojeva xwe. Lê ez gelekî xemgîn bume,  ji ber di nava şer de mirov her dixwaze li gruba pêşî de biçe. Hem jî ez her tim bi Ş.Derwêş re diçûm pêngavan. Dema dûrê wî diketim wekî ku min perçeyek ji xwe winda dikir. Ji ber şehîd ketiye wisa nanirxînim. Ew rastiyek bû û hebûna wî li gel mirov dibû hêzeke mezin...  Min her tim digot; ew piştî min tevlî bû, heger tiştek bi wî were û ez ne li gel wî bim, ezê nikaribim rakim... Gelek sedem hebûn lê tişta ku min dizanî ev bu; H.Derwêş nivîyê min bû... Eger em vegerin mijara xwe;  dijmin ferq kir ku me ew dorpeç kirine, raste rast rêya Aliya ku hîn me qut nekiribu, hinek ji wana reviyan, yên mane jî hatin kuştin. Piştre ji bona bi temamî em bikaribin Tiltemir dorpeç bikin û rêya ku milê Tiltemir ve diçe Çîyayî Kizwanan bixin bin qontrola xwe, me berdewam kir. Ew dem, heval çûn Til Hemam bigrin. Em jî li gondekî li benda hevalan man, da ku heger rewşek derbikeve, ewcar emê bikevin dewre. H.Derwêş wê demê birîndar bibû û H.Dîcle jî şehîd ketibû. Gondê Til Hemame cihekî stratejîk bu. Navbera Til Temir û Çîyayî Kizwanan de rêya derbasbune bu. Heger em negrin, wê  hêzên me ji hevdû qut bibin û emê nikaribin Çîyayê Kizwanan bi serkeftî bigrin. Dîjmin derdor û hindirê gund tevahî kiribu mayîn. Piştre hevalan bi qehremanî û fedakarî ew gond girtin. Li wedere H.Cîger Qamişlo şehîd ket, fermandarê tabura me birîndar bu. Gund hate girtin. Piştre jî, ji xwe hevalan bi planeke mezin êrişê sawamaya ber Çîyayê Kizwanan kirin û girtin. Daîş, malbatên xwe hiştibun û reviyabun. Hevjîn û zarokên xwe di hundirê sawama de hiştibun. Ji xwe rastiya dijmin wiha ye. Ji xwe ti nirxekî civake nasnake û binpê dike. Dema dikeve tengasiyê jî zarokên xwe hevjîna xwe jî li cihê xwe dihêle. Heya malbata xwe, zarokên xwe jî dikare yek carî de dest jê berde. Piştre hevalan êrişî Çîyayî Kizwanan bi xwe kirin, pêvçûneke dijwar qewimî, lê bi serkeftî hate girtin. Ew dem li wedere dû heval şehîd ketin. Piştî çîya hate girtin, êdî bêhna me hinekî fireh bu. Ji ber ku dorpeça li ser Serêkanîye, TilTemir, Hasekê bi qismekî mezin hatibu şikandin û gihîştibun hevdû. Çîyayê Kizwana, hem di vî wateyê de hem jî di gelek milan de cihekî stratejîk û esasî bu. Ş.Derwêş her tim digot; “Adule li ser serê Çîyayê Kizwanan e, divê serkeftin bi mîsogerî ya me be.” Dema ku me sawama Aliya girt, Hevalê Derwêş ew çax birîndar bu, dema em pê re diaxifîn, her tim ji me re wisa digot, di rastiya xwe de em motîve dikirin. Tişta ku Ş.Derwêş ku bi Edule nav dikir ev bu: AN SERKEFTIN AN SERKEFTIN... Piştî tedavîya xwe qedand yekser hate cihê xwe û dîsa bi moral, heyecana xwe ve tevlî pêngavê bu. Bi ya xwe kir. Heya çîya bidest nexist şehîd jî neket. Piştre jî gundê Bedîa hate girtin. Lê dema gondê Bedîa hate girtin, şerekî mezin qewimî. Tabura Ş.Cemîl û tabura me de grup derketin. Ew çun gund, dijmin jî xwe veşarti bu. Heval dema ketin gond, dijmin grup ji hev qut kirin û êrişê hevalan kirin. Ew dem H.Andok, H.Kurtay û H. Welat heya dilopa xwîna xwe ya dawî bi qehremanî şer kirin û ketin rêya pakrewanan. Hinek heval jî giran birîndar bun. Piştre, ji hevalan re taqvîye çû û hevalan piştî yek - dû şevan gund bi temamî ji çeteyan paqij kirin. Êdî di milê din ve jî çîya paqij bibû. Çeper hatin dîyar kirin. Heya pêngava Hasekê kû çeteyên hov êrişê bajêr kirin, her kesekî mevziyên xwe girtin. Ji xwe piştre, em derbasî pêngava bajêr a Hasekê bun.

Ji xwe gelek tişt jî di ziravtî de veşartî ne. Ji bona bikaribim rihê wê demê pênase çi bibêjim an jî bikim wê têre neke. Ji ber ku wana li ser her bihostek vê axê bi xwîna xwe xemilandin. Tişta herî dawî ku mirov feda bike canê mirov e, wan ev kirin...

Dixwazim bi qasî hêza min têrê bike hinekî behsa wan rêhevalên nemir bikim. H.Dîcle Kobanî hevaleke pir kevin nebû. Li ser tîm erka xwe pêk dianî. Hevaleke ciwan, heya dawî bi armanca xwe ve giredayî, kedkar bû. Malbata we jî merheleya Kobanî de gelek êş û ezab kişandi bû. Ji bona we me her tim xwest ku em Heval Dîcle biparêzin. Lê şeva ku hevalan gazî me kirin û em ji gundê Behîma derketin bi israra xwe ve ket gruba êrişe û di mezrayeke pêşî de şehîd ket. Dema Heval Dîcle rakirin, ez çûm cihê we. Rûxmê ku dijmin ew ji serê heya lingê we tarama kiribû tenê yek dilop xwîn hebû li cihê we. Tenê tişta ku ji min re ma jî qêrina we ya di mermiyê yêkem bû... Hevalê Derwêş, fermandarê mezin, ji Agirî bu. Hîn dema ciwantiya xwe de beriya tevlî bibe, min ew nas dikir. Dema hatim Rojava, çûm wê taburê wî ez nas kirim. Gazî min kir û em axivîn. Êdî em her tim bi hevdû re ketin pêngavan. Di qadên azadiye de, li kêleka hevdû li ser mirinê de çûyin, hevaltiya me hîn xurttir kiribû. Di rastiye xwe de, yê ku rihê yekitiya tabure ava dikir jî, ew bu. Ji perwerdekirina hevalan bigre, heya yêk bi yêk nîqaş û eleqederbuna hevalan ve mûjil dibu. Hevalekî herî nu be jî, li gel Ş.Derwêş buna, ti caran ji şer neditirsî... Hêzeke mezin dida hevalan. Ji xwe me ti caran bawer nekir ku rojek ji rojan H.Derwêş şehîd bikeve... Heya niha û vê kêliyê jî dema ez li ser wî dinivîsînim zehmetî dikişînim... Ew heval bu, can bu, fermandar bu, pêşeng bu...H. Andok jî hevaleke ji Erzorime bu. Li Rojava tevlî gelek pêngavan bu. Hevalekî xort bu, lê bi dilnizmî, bê hesap tevlîbuna xwe ve cihê xwe li gel her kesekî çekiribu... Ti caran bi me neda hêsandin da ku hevalekî xort e. Ti caran nêzikbuneke bê hûrmet nîşanî hevalên jin nedida. Rûxmê ciwan bu û tecrûbeyên wî yên şer pir xurt nebun, lê her tim karê xwe bi serkeftî dikir. Cihê ew lê ba, li wedere bawerî, pîvan, fedakarî hebu. Ti caran li ser hevalekî aliyê neyinî de nedifikirî...Her bi kenê xwe ve enerjiyekî pozitîf dida derdora xwe. Wekî feriştehekî bû... Beriya biçe şehîd bikeve gazî min kir, çend hevalên din jî hebun... Xemginiyekî hebû û wekî xatir xwestinekî diaxivî. Ji me re got “ Em gelekî bi hêz in,  divê ti caran em gav paşde neavêjin.” Ew roj balkêş bu çima hewayekî xatir xwestinekê hebu min fêm nekir, lê heya ku şehîd ket... Rêheval Andok mînaka mezin ya hevaltiye ye.... H.Kurtay nû hatibu tabure, ne pir kevin bu. Hevalek ciwan, fedakar, xwedî potansiyelekî xurt bu. Ti caran westandin ji xwe re nedikir hincet. Çiqas em westiya bana jî, radibû  çayeke  germ  ji  hevalan re çedikir, li ser herkesekî  belav  dikir. Gelekî hestiyar bu. Hevalek hinekî xemgîn be, zu bandor dibu, diçû pirsa wî dikir, her dixwest bi dil paqijî ji hevalan re alîkarî bide... Dijminê xwînxwar dema gundê Bedîa dorpeç kir, Hevalê Kurtay birîndar bu, lê heya şehîd ket jî nesekinî. H.Welat ji Efrînê bu. Em bi hevdu re hatibun Rojava. Hevalekî ciwan, dînamîk, bi moral bu. Her taybetmendiyên xwe yên zaroktî ve jîyan dikir. Ti caran neheqî qebul nedikir, ji kêmasiyan re çavê xwe nedigirt. Her tim bisivîng radikir.

Her hevalekî bi çend gotinan me xwest bînin ser ziman. Her yek ji van hevalan nûneriya heqîqeta jîyana azad dikin. Ji bona welatekî ku sîya dijmin jî li ser nemaye avabikin, ji bona gelên bindest û azadîxwaz di nava aramî û aşitiyê de bijîn, jîyaneke azad pêk were têkoşîn kirin. Di şexsê wan hevalan de Netewa Demokratîk pêl bi pêl belav bu, rêya pêngavên azadîyê yên nû vekirin. Di xeta azadiya jinê û gelan de lûtkeya têkoşîne gihîştandin ezmanan û pêvana azadî û pêşengtiyê  bilind kirin. Gerdunîbûn  xwe di kesayeta van hevalan de mayînde û îspat dike ku her mirovekî têkoşînvan, her mîlîtanek dikare xwedî lê derbikeve, mînak bigre û perçeyekî ji têkoşîna xwe bibîne. Em jî li ser şopa wana de dimeşin û hewl didin da ku layiqî wana derbikevin. Rêber Apo dema ku dibêje “ŞEHÎD NAMIRIN”,  vî rastiyê û heta ji vî zêdetir heqîqeta bêmiriniyê dixwaze nîşanî me bide. Hevaltî, fedakarî, giredanbûn, bi armancên xwe ve giredanbun û jîyana azad de israr kirin, dihêle ku felsefeya Rêber Apo her dem û cihê de zindî bimîne û xwe di her kêliyeke jîyana me de bi cîh bike. Em hemû têkoşîn dikin da ku em bibin rêhevalên Rêber Apo û şehîdan. Yê ku rêhevaltiya me mîsoger bike tenê yek tişte: PARTÎBÛN, RÊXISTINBUN, BI ARMANCA JÎYANA AZAD VE GIREDANBÛN. Ewê bihêle ku em li hemberî ti astengiyan gav paşde ne avêjin. Eger ku me karibe dilopek ji ve rastiyê jî anîbe ser ziman em pê ser bilind in... Di rêya heqîqetê a şehîdên nemir de, ji hemû hevalan re serkeftin dixwazim...

                                    SARYA STÊRK (SEMSÛR)