Keça Dêrazorê di nav refên YPJ’ê de ye

  • 2017 kanûn 10 | Nûçe

Keça Dêrazorê Medya Hezîb ya ku tevlî yekîneyên hêzên parastina jin YPJ’ê bûye behsa tevlîbûna xwe û hovîtiya çeteyên daîş kir û got ez li vir bêhna azadiyê digrim.

Ew keça 15 salî ji bîra min naçe

Şervana YPJ’ê Medya Hezîb, wiha behsa jiyana xwe kir; “Ez ji bajarê Dêrazorê me. Ez dixwazim hovîtiya daîş ê bînim ser ziman. Daîş zilam, zarok û jin dikûştin...Hertim behsa ol dikirin, lê tiştek li ser ol nedizanîn. Ola ew li ser diaxivîn a sixte bû. Jin dişewitandin, serê insanê bê guneh jêdikirin, zarokê bê guneh mayîn dikirin û diteqandin, jin hertim di bin zilm û zordariya daîş de bû, kiribûn ya bazarê,  mafê jinê wenda kiribûn,  tenê jinek axavtinek bigota bê sedem ew jin dihat kûştin, ew piçûk dikirin, ew dişewitandin, li pêşiya gel îşkence dikirin. Rojekî min bûyerek dît. Keçikek 15 salî jixwe re kar dikir, şikayet ser hat. Daîş ew keçika temen piçûk girt, ji mal derxistin birin medanek mezin û gel hemû kom kirin. Ew tazî kirin, dest û lingê wê girêdan û heta mir recim kirin. Piştî wê zilamek sivîl çû betanî avêt ser. Daîş hat got “kî/kê wisa kiriye?”. Zilam got “Min wisa kir, ji ber ku tazî bû.” Daîş serê wî zilamî jî jêkir.”

“Dema em ji zindanê revîn, min xwe gihand YPJ’ê û ez tevlî bûm”

Hezîb, behsa rêbazên daiş’ê yên êrîşan wiha anî ziman; “Dema daîş dixwest cihekî QSDê biteqînê zarokek dihilbijart ku biçe xwe li wir bi teqînê. Bi vê mînakê mirov dikarê asta wan a exlaqî û insanî fêmbike.  Li gorî daîş dewlete tirkî û ya cebhet el nusre mîna hev, ango rêjîmê ne. Daîş jinê êzîdî û jinê ereb tecawiz dikirin, serê mirovan jêdikirin û recm dikirin, cenazên wan dişewitandin û diavêtin.”

Hezîb, got ez salekî di destê daiş’ê de mame û wiha axatina xwe dewam kir; “Ez ji milê daîş ve hatim girtin. Nêzî salek û nîvê li gel wan mam girtî. Pir işkence li min kirin. Ez bi ceyranê işkence dikirim, neynokê min radikirin. Em çar kes di zîndanekî de bûn, ew zîndan jî reş bû, ronayî nebû. Me pir işkence dît. Me xwest em birevin. Jinek li wir hebû, navê wê Merwa bû. Ji min re got “Min çawa yên din xilas kirine, ezê we jî xilas bikim.” Dema em ji zindanê revîn, min xwe gihand QSD’ê û ez tevlî hêzên yekîneyên jin YPJ’ê bûm.”

“Ez jiyaneke nû jiyan dikim, bêhna azadiyê digrim”

Şervana YPJ’ê Medya Hezîb, behsa guhertinên di şexsê wê de çêbûne jî kir û wiha gotina dewam kir; “Piştî wê min rastiya jinê di nav refên YPJ’ê de dît. Min dît ku jin di nava civakê de çiqas hatiye perçiqandin, desthilatdarî li ser hatiye kirin û mafê wê hatiye dizî. Min jiyanek nû dît. Armanca min ew e ku ez bi felsefeya Serokatî tola xwe ji daîş rakim. Piştî tevlî bûna min ya nav YPJ’ê, min felsefeya serok APO zêdetir nas kir û di nav hêzê YPJ’ê de min wateya jiyanê nas kir. Ez jiyaneke nû jiyan dikim, ez li vir bêhna azadiyê digirim.

Ez ê li dijî daîşê şer bikim. Ez ê bi riya fikir û ramanên Serokatî  û bi îradeya jina bi hêz a ku berê min daye vê riyê heya dawî tekoşîn bikim. Ez ê serî hildim û paristina hemû jinan û welatê xwe bikim. Ji bo ku ala Kurdistanê, YPJ’ê û QSD’ê her li jor be.

Herî dawî bangawaziya min bi taybet keç û tevahî ciwanên Dêrazorê û Reqayê re ew e ku her kes werê tevlî nav refên YPJ’ê û QSD’ê bibin. Ji bo ku em di welatê xwe de azad bijiyîn.”

Navenda Ragihandina YPJ