Keyfxweşî Her Dem Li Gel Hevaltiya Me Ye

  • 2018 8 6 | Nûçe

 

Şervana YPJ’ê Warşîn Serêkaniyê; ya ku di Akademiya Gaziyan a şehîd Rizgar Van de perwerde dît nêrîna xwe li ser pêşengtiya jin, xweza, jiyana hevalên gazî û encama ji perwerdeyê girtiye anî ziman û wiha got; “ Jin bi pêşxistina fikir û sekna xwe her tim di tekoşînkirinê de serkeftiye. Îro jin pêwîste ji her demê zêdetir rabe ser piyan. Pêwîste her jinek xwe weke hêz bibîne, ji ber jina bi hêz kare bibe hêmana bingehîn ya veguherîna civakê. ji ber ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê, şoreşa jinê’ye her roj mezin dibe.

Em di navbera perwerdê de jî li hevdû kom dibûn, bi nîqaş û moral me dema xwe derbas dikir. Alîkariya me ji hevdûre çêdibe alaqederbûyîn û hîskirinek pir mezin di nav hevalan de her tim li pêşe. Em hevalên Gazî bi coş dayîna hevdû jiyana xwe xweşik dikin. Min bi taybet piştî gazîbûyînê hîn bêhtir wateya girêdanbûyîna hevaltî di xwe de ava kir. Gazîbûyîn ji bo me pîroze, ji ber em di şerê rûmetê de birîndar bûn. Em amadene piştî dîtina perwerdeyê biçin ser her karê ku ji bo me were dayîn. Karkirin, wateya jiyanê mezin dike û bi nirx dike.