Kobanê Çîroka Dilên di yek tovê de davêjin nivîsand

  • 2017 mijdarê 1 | Nûçe

Di xwezayê em tê de dijîn de, her kêliyekî di dema ku xwe diyarî demê dike de çîroka xwe dest pê dike. Çîroka mirov jî di kêliya bi jiyanê dihese de dest pê dike. Mirov her tim di peyî jiyanê de reviyane ta ku wê di maneya herî xweşk de bidin jiyankirin. Mirovan her tim bazdaye ji bo çîrokên xwe di nav wateya jiyanê de bistirên. Em di nav rastiya mirovên xweşik de dijîn. Em her kêliya lêdana dilê xwe, her kêliya girtina nefesa jiyanê bi mirovên Çêroka dilê wan di yek tovê de davêjin de dijîn. Îro di şoreşa Bakûrê Sûrî de, dilê Kurd, Ereb, Asûrî,Tûrkmen û şopdarên enternasyonal di yek tovê de davêje û dibe nîşaneya jiyana azad. Weke hemû cîhan dizane Bajarê Kobanê di sala 2015’an de, ji bo çeteyên daiş’ê bû goristan û ji tevahî mirovahiyê re navê xwe bi herfên zêrîn nivîsand. Çîroka dilên di yek tovê de davijîn hatin jiyîn û nivîsîn. Li Kobanê navê destana nû ya mirovahiyê hate nivîsandin. Kobanê bû xewn û xeyala hemû cîhanê. Kobanê bû banga xwedî li rûmeta xwe derketinê. Kobanê bi strana ji nav lêvên şervenekî YPJ’ê de, ku digot Kobanê îro xemgîne hate bihîstin. Çîroka qehreman û dildarên welatê ku têhna xwe ji azadiyê distîne di dilê bi hezaran kesî/ê de hate dengvedan. Kobanê Bû nav û warê asoya jiyana şehîdên bê mirin. Kobanê bû şehîd, şehîd bûn heqîqeta

ebedî di rûpela dîroka Kurdên bi fikir û felsefa Rêber APO dijîn.