Lêgerîna Bê Dawî

  • 2018 11 2 | Gotar

 

Lêgerîna ku efsaneya jiyana mirovan eşkere dike û wate li jiyanê bar dike. Lêgerîneke efsaneyî ya ku wêneya welatê xwe pênase dike. Efsaneya keça Kobanê ya ji zarokatiya xwe de ji mirovahiyê re bûye dergûş…

Belê keça Kobanê ya ku bi rastiya jiyanê re rû bi rû hatiye, ya ku bi sekn û tekoşîna xwe jiyan xweşik kiriye.

Belê Bêrîtana Kobanî ya ku timî di dil û mejiyê xwe de sekna fermandara Kurd Bêrîtan jiyan dikir. Bêrîtana ku ticarî paşde çûyîn qebûl nekir, bi ken û rûgeşiya xwe hezkirina jiyanê di mirovan de ava dikir.

Rêheval Bêrîtan bi çeka xwe ve pir girêdayî bû. Ji ber ew wateyek pir mezin li vê çeka xwe bar dikir. Çeka wê ji bo wê parastina jinê bû, parastina ax û welat ji her awayî dagirkeriyan bû. Ez bawerim ku ji bilî meyzandinên Bêrîtan wê ti pênûs nikaribe vê girêdana watedar pênase bike.

Hevrê bêrîtan sekna xwe ya pêşengiyê jî 24 seatan di her qada jiyanê de raber dikir. Ji bo hevalên xwe mînak û pêşeng bû. Jiyan, şer, hezkirin û hevaltiya wê bê sînor bû.

Em wek rêhevalên Bêrîtan’an, wek jinên ku di şopa şehîdên xwe de li heqîqeta jiyana azad digerin, emê soza ku wan daye bighînin serkeftinê. Û di vê riyê de emê hertimî bi dirûşmeya Bêrîtanan; “Ya ku şer dike azad dibe, azad dibe bedew dibe, bedew dibe tê hezkirin” di şer û jiyanê de bi erka xwe ya pêşengiyê rabin…

Ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan Dersîm Kobanê