Li Baxozê YPJ di eniyên pêş de ye

  • 2019 3 15 | Nûçe

Li eniya Baxozê ku çeteyên DAİŞ'ê di koşeyek teng de hatiye dorpêç kirin şervanên YPJ'ê di eniyên pêşde ne.

Di van rojên dawî ku şer û pevçûnek dijwar diqewime şervanên YPJ bi cesaret û wêrekiyeke mezin cihê xwe di vî şerî de digre. Şervana bi navê Gulçiya Hesekê ku bi eslê xwe ji Hesekê ye coşa xwe ya tevlêbûna pêngava têkbirina terorê  bi van gotinan anî ziman: "Em niha li baxozê di eniya pêşde ne. Wek jin ji bo min cihê şanaziyê ye ku ez di pêngava têkbirina terorê de digrim. Ji ber me berê jî sonda tolhildanê dabû hemû jinan û vaye em niha vê soza xwe bi cih tînin. Em vê serkeftinê li hemû jinan û li gelê xwe pîroz dikin."

Şervana bi navê Berfîn Cûdî jî di eniyên pêşde ye û bi van gotinan bal kişande ser dijwariya şer: "Ev çend roje şer û pevçûn pir giranin. Îro jî êrîşek çêbû, lê me ev êrîş vala derxistin û em pêşde  çûn. Em vê serkeftinê li hemû mirovahiyê pîroz dikin".

Şer û pevçûn heya vê kêliyê jî dewam dikin. Li gel vê jî di van herdû rojên dawî de zêtirî 4000 çeteyên DAİŞ'ê xwe radestî hêzên YPJ û QSD'ê kirin.

Navenda Ragihandina YPJ