Li Efrîn Şer ê Paradîgmayan

  • 2018 4 8 | Gotar

 

Di 26 çilê de daxûyaniya kû li Şaredariya  Efrînê de hat dayîn de  ‘’ Şerê kû li vir tê jiyan kirin şerê xetê ye. Berxwedaniya Modernîteya Demokratîk li hember modernîteya dewletê ye’’ hat dîyar kirin. Bê gûman ji 2012 û şûnde li Bakûrê Sûrî şerekî pir dijwar hat meşandin. Ev şerê ku hatin meşandin şerê paradigma bû. Di vî warî de piştî şerê Kobanê helwestên civakî û dîrokî di berxwedaniya Efrînê de tê dayîn.

Dema ku em li van rastiyan mêyze dikin pirsa modernîteya Demokratîk û Modernîteya Dewlet perest tê çi watê dikeve bîra mirovan. Di navbera rastiyên Modernetiya Demokratîk û Modernîteya Dewlet perest de çi ferq û cûdatî heye? Zihniyeta ku herdu Modeniteyan ava dike çi zihniyete? Çavkaniya xwe meşandina van kîjan paradîgmaye? Ev paradîgmayên heyî li ser şêwazê jiyana wan çawa bandor dike? Di roja îro de şerê ku ji bona qirkirina Efrînê li pêş çavê tevahî cîhanê  tê meşandin de rista van paradigmayan di nava vî şerî de di çi astê de ye? Ev şer bi hemû vekirî bûyîna xwe çima li wir tê meşandin? Di bingehê helwestê gelê Efrînê de di kîjan astê de rista dîrokî û civakî heye? Em karin pirsên bi vî rengî hîn bêhtir zêde bikin. Lê di van 10 salên dawî de destpêkê el qaîde, ÖSO, El Nûsra di dawî de jî bi destê Daîş û di roja îro de jî bi mûdaxele kirina dewleta ve pêngavekî qirkirinê mijara gotinê ye. Di serî de Daîş û bi tevahî rêxistinên heyî ji bona qirkirina Efrînê taşerontiya dewlet netewa dikin. Êdî em zanin ku êrîşên li ser xaka Mezopotamya ne êrîşên ji rêzê ne. Şaristaniya Dewletî bi zanebûn artêşên xwe ên taybet û çete yên xwe dixe nava tevgerê. Di dîroka me ya ji nêz ve jî em bi van mînakên bi vî rengî re rû bir û hatine. Mînakên Mûsil, Serêkaniyê, Palmira, Şengal û di dawî de jî Efrîn mînakên vê ên ber bi çavin.

 Musil di warê dîrokî û erdnîgarî de dewlemende, di dema  ku axên Musilê di nava 3 roja de ket destê Daîş piştî wê li ser axê Bakûrê Sûrî êrîş hatin dest pê kirin. Li Serêkaniyê bi destê artêşa azad û çeteyên El nusra êrîş hatin kirin bi vê re li Şengal û Kobanê Daîş ket nava tevgerê.  Ev helwestê qirkirana axê Kurdan bi hemû vekirî bûyîna xwe li Kobanê derket.  Tişta ku li Kobanê hat jiyan kirin hêzên netew dewlet xwestin bi destê Daîş qirkirina Rojhilata Navîn pêk bînin. Lê berxwedaniya ku li Kobanê hat kirin ev planên dagirkeriyê ser û bin kirin. Piştî berxwedaniya Kobanê li Minbic, Tepqa, Raqqa û di dawî de jî li Dêra zor ê berxwedaniya paqij kirina çeteyên Daîş hat domandin. Ev berxwedanî bû sedemê di nav çanda gelan  de hîn bêhtir bi hêz bibe. Di heman demê de bi saya vê berxwedani yê, paradigma ya ku bingehê wê li ser esasê demokratik, ekolojik û azadiya jinê ye hat jiyanî kirin. Ev bi federesyona Bakûrê Sûrî ve hat formüle kirin.

Federasyona Bakûrê Sûrî xwe dispêre demokrasiya netewa û azadiya jin. Ji bona hemû bawerî û mezheban derfeta jiyan kirin û bi zimanê xwe xwe anîna ziman ava dike. Netewa Demokratîk esas hêza hebûna xwe ji bawerî û mezhebên cûda digre. Bi nêzikatiya xwe ya Demokrasiya berfireh û radîkal ji bona hemû netew û mezheban derfeta  azadiyê berfirehtir dike. Di heman demê de manifestoya bi hevdûre jiyan kirine dinivîsîne. Yek ji hêza bingehîn ya Modernîteya Demokratîk jine, ji ber vê jî xwe hîn bêhtir bi hêz dike. Ji ber ku Serok APO jî dibêje ku serdema Şaristaniya Demokratîk serdema Jinê ye.

Di 9 Cotmeha 1998 an de li ser Serokê Konfederalîzm a Demokratîk Abdullah Ocelan qomplo dan dest pê kirin, bi vê  komploya navnetewî re  Rêber APO bi dest girtina yekîtiya gelan ve û bi ava kirina paradigmaya Modernîteya Demokratîk  ev komplo vala derxist. Berdewamiya vê komplo yê  Daîşa ku bi destê netew dewletan ve hat ava kirin xwestin bi vê riyê bidin berdewam kirin. Daîşa ku  temsîla Pergala navendî ya hegemonîk dikir bi awayekî zanebûn wek rêxistinekî ser bi xwe hat nîşandayîn. Sedemê vê jî xwestin bi vê riyê re berjewendiyên dewletan veşêrin. Daîşa ku hafızaya şaristaniya dewletane. Destpêkê êrîş kirina wan ya li Mezopotamya Serêkaniyê, Musil, Palmîra, Şengal û Kobanê kirina wan û bi berxwedaniyên mezin rast hatina wan ne mijarekî tesadüfe.

Jîneolojî rastiya jin lêkolîn kirin ji xwe re kir armanc  

Jineolojî di nava hewldanên cewherê sosyolojiya azadiyê derxistina holê li kêleka vê bi teza zanista ku derdora jinê bê ava kirin bi sosyolijiyê gav avêtina ber bi vê zanistê ve bi vê rastiyê re xwe kûr dike. Jîneolojî  mijarên dîrokî, civakî, sîyasî bi hevdûre digre dest û dinirxîne. Rastiyên ku ji milê şaristaniyê ve hatine ser û bin kirin ev rastî gîhandina wateya xwe ya nû ji xwe re dike armanc. Çawa kû zanista pozîtîvîst herî zêde rastî û bûyeran ji hevdû qut digre dest li hemberî zanista pozîzîvîst, jîneolojî her tiştekî bi hevdûre dide girêdan û rastiya heyî derdixe holê. Berxwedaniya Efrînê ku xwedî wateyekî dîrokî û civakî ye jî li ser vê perspektîfê digre dest. Dema ku em bi zanista rastiya jinê Jineolojî re Efrînê digrin dest rastiyên ku em digihîjine bal dikşînin. Bi taybet Efrîn xwedî cih û civakekî dîrokî ye. Di derheqê dîroka jin a ku di wir de veşartiye di heman demê de di maneya civakî de hindek taybetmendiyên ku berdewam dikin em di derheqê van mijaran de gîhiştin hindek mijarên grîng. Ji dema ku em van lêkolînan dikin heta îro di derheqê Efrînê de xebatên ku tên kirin tên lêkolîn kirin bi vê re çand û dîrok hatiye esas girtin.

Di warê dîrokî de taybet bûyîna Efrînê xwe dispêre çi. Di mijara dîrok fam kirin û şîrove kirine de, girêdanbûyîna kêliyê bi paşerojê re fam kirin wek rêbazê bingehîn tê bi dest girtin. Şaristanî derbas kirin beriya her tiştî dîrok ji nûde şîrove kirine dide pêwîst kirin. Di vê mijarê de dema ku em şaristaniyê, desthilatdariya zilamê xasuk û bi hêz tişta ku li ser jinê daye meşandin li kêleka vê dema ku em li ser axên Mezopotamya tekoşîna jinê mêyze dikin emê fam bikin ku li ser axa Mezopotamya çima di vê astê de dixwazin şer bimeşînin emê. Emê bibînin ku şerê di roja îro de li Efrîn tê meşandin encama vê rastiyê ye. Di vê mijarê de pêwistiya me bi  tespîtên  cesaret kirinê heye. Serok APO tehlîla dema şaristaniya Demokratîk wê bibe serdema jinê , dema Şaristaniya dewletperest jî serdema zilame bi vî awayî terîf kir. Di şerê Efrînê de jî em pir zelal dibinin ku şerê di navbera her dû zihniyeta de ye. Di vê mijarê de di roja îro de li Efrînê mebdeyên birdoziya rizgariya jin welatparêzî, vîn û biryara azad, xwe bi rêxistin kirin tekoşîn û estetîk jiyanî bûne. Artêşa 2. ya NATO ev meheke li Efrîn ê bi teknîkên xwe ên herî pêş ketî top baran dike. Ev berxwedaniya Efrînê ku xwedî grîngiyekî dîrokî û civakî ye ev rastî fam kirin rêbazekî fam kirina netewa demokratîke. Ji ber ku li Efrînê bawerî û gelên cuda bi hevre jiyan dikin, ev jî tê wateya ji pêk anîna netewa demokratik re dibe mekanekî esasî, di warê sosyolojik de jî bi berxwedaniya jin û zanebûyîna jin berxwedaniya li Efrînê hîn bi wate dibe ji ber vê jî xwedî grîngîyekî taybete.

                                                                                              Zîlan Xelîkan