Li Hemberê Zihniyetê Serdest Serî Rakirin Şoreşa Jinê Ya Dîrokî Ye

  • 2018 sıbat 9 | Gotar

Weke hêzên Parastina jin bi navê Haysembe Betnaren re ev dû sale me rêxistinbûna xwe pêşxist û  parast. Armanca me weke hêzên parastina jin di bin navê Haysembe Betnaren de bi giştî taybet jî li Rojhilata Navîn pêşxistina jin di warê lêşkerî , rêxistinî û siyasî de ye. Li Suriyê şert û merc zêde ne başe û daîş bi aramanca dagirkirinê ve êrîşên xwe roj bi roj li ser gelê heremê de zêdetir dikir. Lê serkeftina pêngava Reqqa ji bo daîş ê rêya tinebûnê hîn nêztir kir. Di şerê Kobanê de şikestina xwe ya dest pê kê jiyan kir dûvre; li Şeddad, Minbic, Tabqa û herî dawî jî bajarê Reqqa bû binkeftina daîş ê.  Li hemberî van êrîşan pêwîst dike ku jin di her milî de xwe biparêze û di heman demê de civak jî biparêze. Ji ber ku êrîşên çê dibin de sereke armanc  jine. Hemû êrîşan da ya ku dest pêkê tê hedef kirin jin bi xwe ye. Êrîşên daîş ê pir eşkere armancê hêzên dagirker  radixe ber çavan. Taybetî êrîşên daîş ê ya ku li ser gele Şengal ê  pêşketî de di dest pêkê de dest avêtin û firotina jin pêş ket. Di vir de jî tê dîtin armancê êrîşên ku çê dibin de ya sereke dagirkirina jin bi xwe ye. Di bin van şert û mercan de xwe gihandina asta zanebûna parastina jin pir pêwîste û girînge. Ji bo wê jî em weke jinên Suryanî di bin banê Haysembê de naskirin û rêxistinkirina jin û civak pêş dixin. Hem di nava civakê de hem jî di çeperên şer de li beramberî zîhniyetê tarî ya daîş ê û hêzên tarî ya weke daîş ê parastina jin di her milî de, di çeperên şer de jî pêş xistin weke armanc li pêşiya me ye. Bi vê şêwazê li hemberê zayenda jin çi êrîş were pêş xistin jin bi hêza xwe ya cewherî wê parastina xwe bike û li hemberî nêzikatiyên derveyî mirovahî jî bersiva herî xurt ya jinên bi rêxistin kirî bide. Armanca me ewe ku jin di qadên leşkeri de jî bikaribe parastina xwe ya cewherî pêş bixe. Ji ber ku bi hezaran sale jin her tim di pir qadên jiyanê hatiye dûrxistin û di demên şer de jî jin her tim di milêkî de hatiye hiştin, weke ku pergal yanî zilam jinê diparêze hatiye nişandan. Lê ne pergalê serdest ne jî zilam parastina jin pêş nexistiye berovajiyê wî jin di milêkî de hiştine û ji bo wê jî di jin de pasîfbûn pêşketiye. Ji bo wê jî jin di nava şer de nekariye parstina xwe pêş xînê ji ber vê yekê her tim bûye hedefên êrîşên pir dijwar.

 Li Hemberê Zihniyetê Serdest Serî Rakirin Şoreşa Jinê Ya Dîrokî Ye

 Niha di nava axên Suriyê de jinên; kurd, ereb, Suryanî û hwd. parastina xwe ya cewherî pêş dixin û di milê leşkeri de roj bi roj artêşbûna jin xurttir dibe. Jin bi parastina cewherî di civakê de jî rêxistibûna xwe roj bi roj meztir dike. Weke jinên Haysembe di qadên şer de jî me cîhê xwe girt. Rêhevalên me li hemberê daîş, tekoşîneke pir mezin dan û em ê her tim di nava hewldana pêş xistina tekoşînê de bin. Îro di Bakurê Suriyê de ji bo jiyaneke; hevbeş, demokratik û wekhev tekoşîneke pir xurt bi yekîtiya gelan ve tê meşandin. Di nava vê tekoşînê de ji pir netewan din jî jin dixwazê hem di qada leşkeri hem jî di qadên siyasî de bi hêza xwe ya cewherî cîh bigre tekoşîn bike. Jin di roja me ya îro de bi vê hêza rêxistinî hewl dide xwe ji bindestiya zilam rizgar bike û di astekî de jî ev hatiye ser xistin. Taybet di çeperên şer de cîh girtin di rêxistinbûna jin de pêşketinên pi mezin dan jiyan kirin. Fermandarên pir mezin jî di nava şer de derketin. Di civakê de jin her tim  bi tûndiyên pir mezin re rû bi rû tê weke jin bi navên cuda lê weke armanc de jî bi yekbûneke hemû rêxistinên jin di bingeh de parastina jin esas digrin. Weke jinên Suryanî bi rêxistinbûna Haysembê vê erka dîrokî digre ser milê xwe û weke rêya rizgariyê dibînê. Civak hêza jinê tine dihesibînê ji bo wê jî weke ku jin; nikarê çi qadên jiyanê de cîhê xwe bigrê, bê iradeye tê nişandan û erka parastina jin jî ji zilam re tê dayîn. Li hemberê vê zihniyetê derketina jinan a bi rêxistinbûyî tê wateya şoreşa jinê ya dîrokî. Di vê mijarê de me tekoşîn da dest pê kirin û heta dawî jî em ê tekoşîna xwe berdewam bikin. Ev berxwedan hişt ku di nava civaka me de jî pêşketinên xurt were jiyan kirin. Hate nişandan ku jin bi îrade û cesareta xwe dikarê her tiştê ser bixe. Hêz û îradeya jin qat bi qat ji ya zilam zêdetire. Di vê bingehê de em weke jinên Suryanî li hemberî zihniyeta paşverû, desthiladar ya zilam tekoşîn didin meşandin. Bi xebatên xwe yên parastinê re bersiva herî mezin û dîrokî ji bo vê zihniyete tê dayîn.

Hêza YPJ ê li Suriyê beramberî, çeteyên daîş ê berxwedaneke bê hempa da meşendin û bi tekoşîna xwe weke jinên berxwedêr di dîroka mirovahiyê de cîhê xwe girt. Ji bo me jî bû îlham ji ber ku encameke pir xurt derxist. Bi YPJ ê re bernameyên hevbeş tê meşandin. Weke YPJ ê di rêxistinbûna   Haysembe de jî  xebatên me yên xweser tê meşandin. Bi YPJ ê re  di çeperên şer de bi yek rengî tevger kirin jî pêş dikevê. Her du saziyên jin jî di nav de rêxistinbûna jinan tê armanc kirin û bi tevgerandineke hevbeş pêwîste hîn jî were xurtkirin. Ger ku bi vî awayî xurtbûn pêş bikevê wê demê em dikarin ji tevgerên jin ya derve re jî bibin mînak. Ji bo pêşerojeke azad pêwîste rêxistinbûna jinên Suryanî, YPJ ê, jinên ereb û hwd. hîn zêdetir pêş bikevin. Hev girtina jinan di her qadê jiyanê de pêwîst dike û pir girînge. Ger ku hevgirtin û rêxistinbûna jinan ya xweser de pêşketin çê nebe wê demê xitimandin pêş bikevê. Dibe ku weke netew jinên ereb, kurd, suryan û hwd. cudabûn hebe lê di encam de em weke jin di nava civakê de heman tişta jiyan dikin. Ji ber ku pirsgirêkeke hevbeş heye ji bo çareseriya vê pirsgirêkê jî bi xebatên hevbeş re xurt kirina rêxistin kirî weke erkekî dîrokî li pêşiya me ye ji bo vê jî tekoşîn kirin pêwîste. Bi hevgirtina jinan re azadî jî wê pêkan be. Em azadiya xwe nikarin ji derve hêvî bikin. Ger ku em dixazin azad jiyan bikin wê demê pêwîste em bi yek dengî şerê azadiyê xurt bikin. Bi taybet li Bakurê Suriyê di avakirina jiyaneke hevbeş, azad de tekoşîna jinan a yek dengî diyarker bû. Ger ku jin bi yek dengî tekoşîna xwe nede meşandin wê demê gihandina jina azad jî nabe ku were fikiriandin ji ber ku qûtbûna jinan di nava tekoşînê de wê rê li pêşiya azadiyê jî ve neke. Em bi tekoşîna xwe re ji bo tevahî jinan şer dikin. Demê pêş de jî em dikarin xebatên xwe hîn xurttir bikin.

Weke Haysembe armanca me rêxistinbûna jinên Suryan hîn bi xurttir bimeşînin ji bo wê jî dewreyên leşkeri û siyasî tên meşandin. Ji bo ku di nava civakê de bibin xwediyê kesayetên xurt ji perwerdeyên birdozî re derbas dibin. Perwerdeyên ku têne pêşxistin pir bala jinên Suryan dikşînê ji ber ku di nav de îradeya xwe nas dikin û di civakê de jî dibin xwedî nêrînên xurt. Îdeolojiya Rizgariya Jin bi jinên Suryan re jî tê parve kirin û bi vî awayî roj bi roj di nava civakê de pêşketin tê jiyan kirin. Di qada leşkeri de jî disiplin û îrade tê pêş xistin. Ji bo ku li beramberî pergala serdest bin ketin neyê jiyan kirin pewîst dike ku jin xwe di her milî de zane bike. Ji bo ku jinên Suryan jî di welatê xwe de bikaribe xwe biparêze tê perwerde kirin û di vê milî de jî  hewldan tê dayîn. Di parastina civakê de taybet di Bakurê Suriyê de keda jin pir ber bi çave. Bi danehevên dîrokî ya ku di encama kedên jinên şareşger de hatiyê derxistin re  em ê heta ku bigihîjin azadiya jin û civakê tekoşîna xwe berdewam bikin.

Rêber Apo pêşhengtiya Birdoziya Rizgariya Jin kir, ev ji bo azadiya jin pir giringe. Deriyê azadiyê jî bi rêya Birdoziya Rizgariya Jin ve vebû û div ê rêyê de jin bigihîjê jiyana azad ya ku ji xwe ji dest pêkê de jiyan dikir lê bi destê serdestan ve hatibû tine kirin. Bi xebatê xweser ya leşkeri, siyasî, birdozî, çandî û hwd. re di her qadê da pêwîste jin xwe xurt bike. Ji bo tevahî jinan rêya azadiyê Birdoziya Xilasbûna Jin e.

                                                                                                                                                                                             Nîşa Goriye