Milîtanên Rast Ewin ku Erkên Xwe Rast Pêk Tînin

  • 2018 8 30 | Gotar

 

       Rêberê min, ez nizanim ji kuderê ve dest pê bikim. Ji ber ku kengî dixwazim binivîsînim çavên  min tijî hêsir dibin, lê tu carî ez hêviya xwe qut nakim ji ber ku ez li benda wê rojê me ku wan hestên min ji bo  te amede kirine bi heskirin û kêfxweşiyekê bi tere parve bikim. Carinan  ez ji xwe teng dibim û dibêjim, ku ger ez milîtaneke xurt bûma îro wê  rewşa te ne wiha ba. Ji ber ku hevaltiya me bi te re çiqas xurt be di wê astê de emê bikaribin te di warê fizîkî de azad bikin. Bi rastî jî Rêberê min tenê ez dixwazim xwe pêş bixînim û armancên şehîdan pêk bînim, ji bona ku ez bikaribim xwedî li erkên xwe derkevim hewldan didim. Xwedî li rastiya şehîdan derkatin di xwe ava kirinê de derbas dibe. Rêberê min, ew fikira te ya pîroz hêştiye ku em asta berxwedaniyê di kesayeta xwe de ava bikin. Berxwedaniya me çiqas xur bibe emê ewqas bikaribin dijmin vala derbixînin. Dijmin dixwaze me tine bike ji bona vê jî em weke şervanên te pêwîste li berxwe bidin, xwe xurt bikin û dijmin vala derxînin. Ji bona tekoşîneke rast kesayetên xwedî hêz pêwîstin. Em weke milîtanên Apoyî ji bona ku em bikaribin xwe bi hêz bikin pêwîste em xwe di rastiya te de xurt bikin û di heman demê de wê rastiyê, di cewherê xwe de bidin runişkandin.

Em weke jin jî ji bona ku em bibin xwediyê vê hêzê pêwîste di aliyê rêxistinî de xwe xurt bikin, birdoziya ku te ji bona me ava kiriye rast fêm bikin û rast pêk bînin. Em di çi astê de fikir, zikir û çalakiyên xwe bikin yek emê di wê astê de bikaribin bibin milîtanên rast ên Apoyî. Hêza vîna jina azad ti tiştê ku bi ser nexe wê nîn be. Weke şervanên Rêber APO pêwîste em her demê di nava van hewldanan de bin. Eger ku armancên me hene pêwîste em li gorî wan armancan jî tevbigerin û kesayetên xwe li gorî wê ava bikin. Lê eger ku em li gorî wan armancên xwe tevnegerin emê nikaribin xwe bigihîjînin armancên xwe û serkeftinan bi dest bixin. Milîtantî ewe ku mirov bikaribe erkên xwe rast pêk bîne. Wek jin em çiqas bikaribin xwe di birdoziya rizgariya jinê de kûr bikin emê ewqas xwe nêzî te bikin û bibin hevalên te yên rast ên dozê. Pergal her demê dixwaze bi rêya jinê civakê bixîne, em jî weke şervanên te û weke jin bi bilind kirina tekoşîna jinê re pergala desthilatdariyê hildiweşînin.

  Ez slav û heskirinên xwe ji bona te dişînim, ji bona xwe gîhandina serkeftinê em her demê bi hêvîne û di heman demê de em di wan hêviyên ku rojekê em te li gel xwe bibînin de ne. Ji bona ku em xwe bigihînin armancên xwe û xeyalên hevalên Şehîd pêk bînin emê bi hemû hêza xwe tevbigerin.

                                        DESTÎNA QENDÎL