Mirovên Herî Bedew Digihîjin Bê Miriniyê

  • 2018 Sıbat 10 | Gotar

Azadî; di kêliya jiyan kirinê de veşartiyê. Mirov her tim bi daxwaza gîhandina wateya rast ya hebunê ve rêya heqîqetê nas dike û baweriya meşa bê dawî pêş dikeve. Ya ku hêza jiyankirin û berxwedayînê dide baweriya serkeftinê ye. Xwe naskirin di wateteya rast de hebuna xwe naskirine. Her ku çav, dil û mêjî rastiya bibîne wê nasbike û pê re bê girêdan wê demê di armancên xwe de zelal dibe. Mirovên herî bedew, yên ku herî xwedî biryar tevlî rastiya jiyanê dibin e. Bi qasî ku zelal in ewqasî jî xwedî seknên berxwedêr ya şoreşê ne.

Niha di çeperên herî pêş yê Efrîn’ ê de şer û berxwedanekî bê hempa tê meşandin. Bê guman berxwedana gelan û tekoşîna şervanên azadiyê hêza herî xurt ya ku ti carî bin nekeve diafrinê. Di nava vê berxwedanê de jiyanên nû yên ku pêş dikevin û digîhêjin îradeya herî xurt, heman demê de rastiya dîroka tekoşîna gelên azadixwaz hembêz dike û carekî dîtir tê zindî kirin. Roj bi roj agirê azadiyê mezintir dibe. Meşaleyên ku ji aliyê berxwedêran ve tê pêxistin bi hezaran kes li derdora xwe kom dike. Di nava vê kombûnê de cûdabûna netew, ziman an jî çandan nîne. Ji ber ku hemû bi navê; parastina nirxên mirovî re radibin û berê xwe didin govenda azadiyê. Bi rastî her dilê ku xwedî wîjdan, bi daxwaza di nava vê berxwedanê de cîh girtinê ve berê xwe dide çeperên dîrokî yê ku wê di nav de destanên serkeftinê bê nivîsandin e. Dîroka me wê bi seknên fedaî werê nivîsandin. Çawa ku sekna fedaî ya heval Arîn di berxwedana Kobanê de tevahî gelên cîhanê li derdora xwe komkir bi heman rengî xweşikbûn, bawerî û girêdanbûna heval Avêsta jî bi milyonan kesan li derdora xwe komkir. Rastî ev e. Bila ti kes bi xeyalên tewş re xwe nexapîne ji ber ku hemû gelên azadixwaz yên ku li derdora ramanên Rêber APO kom dibin ti caran dev ji baweriya jiyana azad bernadin. Heta niha dîroka me ji aliyê hêzên serdest ve di tarîtiyê de dihat hêştin îro bi ronahiya roja azad ya Rêbertiya me ve digîhêjê heqîqeta xwe. Heta niha her deverê ku gelê Kurd lê dijî ti carî ji bo xwe bindestî qabûl nekirine û berovajî berxwedan û roj bi roj rêxistinbûna xwe xurt kirine. Tekoşîna dîrokî ya Tevgera Azadiyê li Rojava’yê Kurdistanê û Bakûrê Suriyê bi berxwedan û îradeyeke xurt di şoreşa gelan de biryarbûneke pir xurt derxiste holê. Gel û şervanên doza rast ya tekoşîna me her tim xwe di serkeftinê de kîlît kirin. Di nava şerên herî dijwar de hêviyên serkeftinê bi germahiya hevalan dihate zindî kirin, bi bedelên herî giranbûha yên ku dihat dayîn re jî hêrsa me li hember dijmin qet bi qet zêdetir dibû. Herî seknên bi wate yên ku dihat raber kirin dibûn sedema xurtkirina tekoşînê. Her tişt ji bo azadiya gelan, her tişt ji bo hêviyên rêhevalên xwe gîhandina serkeftinê ye. Em deyîndarê Rêbertî, şehîd û gelên xwe yên ku îro li Efrînê hember balafiran disekine, axa bav û kala ber nadin in. Çawa ku heta niha tekoşîneke bê eman li hember çeteyên daîşê yên timî ji aliyê dewleta tirk ve dihat mezinkirin hate dayîn û heta roja îro jî li Dêre Zorê ev berxwedan berdewam dike heman awayî dagirkerên tirk ji ber ku encamê ku hêvî dikir bi rêya çeteyên daîşê ne dikarê bi dest bixe vê carê bi xwe dixwaze axên herî dewlemend û xweşik ya Efrînê dagir bike lê, dîsa bi berxwedanvanan re rû bi rû dimîne û ji bo xwe rêya xilasbûnê digerê. Lê, mixabin vê carê nikarê xwe xilas bike. Derew, xiyanet û fikrê dagirkeriyê heta astekiye. Ew der jî xeyalên vala bi xwe çê kirine, ji wê şûnve nikare derbas bike. Hilweşandina desthiladariya faşîşt ya erdogan li ser xakên herî bi nirx ya gelê me çê bibe.

Mirovên heq, dest pê kê bi dilê xwe re şer dikin. Gava yekemîn zelalkirina fikir û armancê ye. Dema ku gava yekemîn hate derbas kirin wê demê mirov ji bo ku bibe evîndarên rast yên vê dozê her tim di nava hewldanan de têdikoşin. Sînor nîne angu dema ku sînor hate danîn wê demê gûhertin, pêşketin û serkeftin çê nabe. Ya herî rast xwe di mekan an jî di demekî de sînordar ne kirine. Dewleta tirk niha bi armanca; ewle kirina sînoran re êrîşên dijmirovî li ser herêma Efrînê dike wê demê sînorên ku ji aliyê dagirkeran ve têne xîzkirin ti carî naye erê kirin ji ber ku bi armanca tine kirinê ve tên pêş xistin. Qaşo tê gotin QSD, YPG, YPJ hêzên terorîstin lê, wisa dixûyê ku erdogan wateya vê pêyvê nizanê ger ku zanîbûya wê demê li şûna cîhê navê hêzên parastinê, wê navê xwe deyna bûya ji ber ku dest pê kê bi kûştina zarokan pîvanên mirovî bin pê dike ji bo vê qirker e. 

Heta ku dayîkên bi biryar, jinên ciwan yên ku pêşengiya civaka me dikin û şervanên Tevgera Azadiyê hebin wê ti carî sekinandin jî nebe. Zarokên vê gelî xwedî dilên mezin in, li kolanan şîara berxwadan û serkeftinê davêjin, ti carî nahêlin dest dirêjî bi nirxên herî pîroz yên gelê me werê kirin. Ne tenê gelê Kurd, hemû gelên ku bi dagirkeriya dewletan re rû bi rû dimînin heta niha her tim bi talanan, tine kirin û qetlîaman re rû bi rû man ji ber vê yekê êdî dem dema rizgarbûnê ye Ji ber dewletên ku xwe weke pergalên herî bi hêz nav dikirin di roja îro de ji şîarên berxwedanê yên zarokekî bîle diavêjê ditirsin ji bo wê hîn di temenekî pir biçûk de an dixin navbera çar dîwaran an jî bi giraniya tonan ya lêdanên balafiran re qetil dikin. Ev rastî tenê jî dihêle ku her kesê ku xwedî wijdan perdeyên li ber çavê xwe rake û bê tirs, encam çi dibe bila bibe şerê heqîqetê bimeşîne.

                                                                                                            Tekoşîn Axîn Amed