Nîvê Kurda Qir Jî Bikin Wê Dîsa Nîvê Din Serî Rakin

  • 2018 10 2 | Gotar

Hêzên hegemon di vê pêvajoyê de plan û stratejiyên nû li gorî berjewendiyên xwe diyar kirin. Planên navnetewî li derdora Îdlibê berdewam dike. QSD’ê operasyona bajarê Hejînê îlan kir bê guman ev bi dawî kirina Daîşê ye ji bo hêzên navnetewî û bi taybetî ji bo dewleta Tirk jî cîhê Îdlibê a sitratejîk heye ji bona wê dest girtina wê derê wê cudatir be. Ya yekemîn; piştî ku Amerîka Îran kir rojeva xwe, ya duyemîn Suriyê dixwaze hebûna xwe bi awayekî xurt nîşan bide pê re jî Rusya dixwaze hebûna xwe li herêmê çê bike, ya sêyemîn; civîna Suçî bi dawî dibe. Rus dixwazin ji Îranê xilas bibin vê jî bi riya Tirkiyê re dixwazin pêk bînin. Amerîka ji bo ku xwe li herêmê mayînde bike dixwaze rêxistinbûnên çete yên radîqal ji holê rabike ji ber vê li pişt perdê hevdîtinên Rus û Amerîka yê li ser mijara Îdlibê çêbû lê dema ku ev yek hate ragihandin wekî ku di navbera her du hêzan de dijbertî heye hat nîşan dan lê itîfaqê wan heye. Tirk dixwaze meseleya Îdlibê bi rêya siyasî çareser bikin ji ber vê her tim dibêje; “Wê rewşêkî şer de zirarêkî mezin bigihîje gel” ji ber ku Tirk bi vî siyasetê nêz bûn di nava hêzên navnetewî de jî alîkariyêkî ji bo xwe kom kirin. Siyasetê ku ji bo Îdlibê tê meşandin bi vî awayî ye.

Ev demêkî ye Tirk bi Rusya yê re di nava hevdîtinê de ye û ev di astekî de encam jî girt. Ji bo ku Tirk komên çete yên girêdayî xwe ji Îdlibê derxînin demêkî ji aliyê Rusya yê ve hate dayîn, derdorê 15 km ji bo Suriyê bê vekirin ji bona ku bikaribin gundewarên li derdora Îdlibê bigrin. Di vê navberê de ji Tirk komên çete yên girêdayî xwe hêdî hêdî derxe û wan komên çete jî derbasî nêzî Hatayê bike da ku di rewşêkî şer de bikaribe dîsa bikar bîne. Di bingeha tevahiya êrîşan de tine kirina destkeftiyên gelê Kurd yên ku bi şoreşa Rojava yê Kurdistanê re hatiye ava kirin heye bê guman armancê hêzên hegemon dijbertiya serkeftinên ku hatine bi dest xistin e. Li milêkî din de jî mesela Îranê heye, ji bo lewaz kirina Îranê peymanê wan

hêzan heye. Ev bi destê Tirk û Amerîka yê tê pêş xistin. Amerîka ji

 

 

Rusan daxwaz kir da ku mûdaxaleya Îdlibê bike lê belê Rusya qabûl nekir wê demê Amarîka ew dext li ser wan çê kir. Bi teyare ya Îsraîlê re li Laziqiyê dayîn bê guman ji bo Rusan mesajêkî bû, di wir de ji bo Rusan hat gotin ku; “Tu bêyî me nikarî tiştek bikî” ev planêkî veşartî û navnetewî ye. Amerîka naxwazê Cebet El Nusra xilas bibe ji ber ku bi riya wan dixwaze xwe li herêmê mayînde bike dibe ku demê pêş de Ceyşil Hir û Artêşa Azad ya ku bi destê Amerîka yê hatibûn ava kirin dîsa bi destê Amerîka yê komî ser hevdu werê kirin û di demê pêş de jî li gorî berjewendiyên xwe bişuxûlîne. Tevahiya van pêşketinên ku çê dibin bê guman Tirkiyê ji aliyê xwe ve dixwaze feydeyên mezin jê bigre. Ji van daxwazan em baş dizanin ku yek hedefa Tirkiye yê heye, ew jî Kurd li herêmê nebin xwedî statû, Kurd li herêmê azad nebin û nebin fermî. Armanca sereke ya dewleta Tirk ev e. Ev konsepta bingehîn a Tirkiyê ye. Ji xwe, vê eşkere dibêje. Nimûna vê referandûma Başûrê Kurdistanê ye. Erdogan bi xwe ev yek got. Ew li herêmê hebûna Kurdan naxwazin. Dibêjin; heger li Bakurê Kurdistanê Kurdan biçewisînin, hebûna federasyona li Başûr, dîsa federasyona Rojava rê nade ku li Bakur Kurdan biçewisînin û tine bikin. Nîvê wê qir jî bikin wê dîsa nîvê din serî rakin. Ji bo vê, yekem pirsgirêka xwe wiha dibîne, divê Kurdan ji kokê ve qir bike. Ji bo vê, divê destketiyên li Başûr û Rojava tine bike. Dîsa bi tifaqên li gel Îranê, Rojhilatê Kurdistanê li gorî xwe çareser bike. Niha Erdoxan di dîroka Komara Tirkiye yê de dest bi pêvajoyeke nû kiriye. Sîstema serokatiyê ya ku Erdoxan pêşengiya wê dike li ser qirkirina Kurdan hatiye avakirin. Ji bo tenê bibe serwer divê Kurd bên tinekirin. Divê dengê Kurdan bê qutkirin, gotina navê wan jî nebe. Êriş vê mecbûr dikin. Ev ne mijara partiyekê ye, meseleyeke stratejîk e. Stratejiya gelê Kurd e. Niha li Rojhilata Navîn şer heye. Mesele piştî şer wê li herêmê dîzayneke çawa werê kirin. Niha dewleta Tirk hesabê vê dike. Armanca wê ewe ku di dîzaynkirina nû de cihê Kurdan nebe, polîtîkaya wê ya esas ev e. Divê hemû aliyên Kurd ve xeterê bibînin û li dijî vê bibin xwedî helwest. Şerê di hindir de dixwaze derxîne derve û piştî hilbijartinan ji bo ku xwe bi hêz nîşan bide tevahî planên xwe li ser pêşxistina şer rêve dibe. Operasyona li ser Qendîl û qadên parastina medya yê, siyasetên di hindirê Başûr de tê meşandin, KDP’ê girtina milê xwe tevahiya wan ji bo tine kirina hêza gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ye. KDP’ê di vir de rolêkî ji aliyê dewleta Tirk ya faşîst de dileyîzê û di vir de berjewendiyê xwe digere. Êrîşên Tirka li Şengalê, êrîşê Îranê ya li ser Komale de ti kes bertek nîşan neda. Piştî civîna bilind a Rûsya, Îran û Tirkiye yê ya ku li Tehranê çêbûyî de, Îranê hem sê girtiyên siyasî yên Kurd darve kir, hem jî êrîş bir ser du partiyên li Başûrê Kurdistanê.  Îran bi darvekirinê, bi kiryarên antî demokratîk nikare kirîzên çandî, aborî û siyasî çareser bike. Ev jî dide nîşan dan ku tevahiya hêzên hegemon bi hevre li gorî berjewendiyên xwe di nava tifaqê de ne. Tirkiyê niha li beramberî Rusan bi Îranê re yek bibe di bingeh de jî tine kirina hêza Kurd hebe. Tevahiya plan li ser destkeftiyên gelê Kurd e û dixwazin tevahiya serkeftinan tine bikin. Plana duyemîn jî berdewam kirina biryarên Suçî û zindî kirina Cenevê ye. Tirk çima bi Rusan re hevdîtin kirin? Bê guman Tirk li gorî berjewendiyên xwe dikarin her tiştî bifroşin. Li gorî berjewendiyên xwe Helebê firotin û komên çete li Îdlibê tijî kirin lê niha jî Îdlibê de bi heman awayî nêz dibin.

Em wek gelê Kurd ji bo rizgar kirina Efrînê pêwîste hêza xwe ya cewherî hîn xurttir bikin. Dibe ku hevsengiyên siyasî werin guhertin û ji vê sûdwergirtin çê bibe lê belê biryara me ya esasî vegerandina Efrînê ye. Emê Efrîn ji destê dagirkeran de nehêlin. Niha hêzên navnetewî dibêjin; “Ger ku li Îdlibê şer rû bide di wir de komkujiya gel pêk werin” bê guman dema ku dewleta faşîst ya Tirkiyê êrîş bir li ser Efrînê bi milyonan kes hatin qetil kirin, ji cîh û warên xwe hatin koçber kirin lê mixabin ti kes li hember vê yekê bertekêkî nîşan nedan, bi bêdengbûnên xwe re piştgiriya van êrîşan kirin ji ber ku li Efrînê berjewendiyên wan tine bû, komên çete lê jiyan nedikirin lê belê ji ber ku niha li Îdlibê bi dehan komên çete jiyan dikin ji ber vê hêzên navnetewî li hember vê yekê bertekên xwe nîşan didin û wekî ku li wê derê di rewêkî şer de wê zirar bigihîje gel nîşan didin bê guman ev ne rast e. Bi sed hezaran kes ji Efrînê koçber bûn û heta niha jî jiyana wan di bin xeteriyê de ye lê ti kes ango ragihandina navnetewî li hember vê yek gotinek tenê jî nekirin lê belê hîn şerê Îdlibê pêşneketiye ji niha ve propagandayên cur be cur dikin. Di bingeh de siyasetêkî qirêj heye ji ber vê Efrîn rûpoşa tevahiya cîhanê xist. Di roja ku şoreşa Rojava dest pê kiriye û heta niha em dibêjin; hêza me ya esasî em bi xwe ne, gel û şervanê me ne. Em ê bi vê hêzê bigihîjin armancên xwe. Di vir de fedakartiyêkî pir mezin heye. Dibe ku hin zexmetî hebin lê dema ku biryardarî pêş bikeve wê demê wê serkeftin werê bidest xistin. Li Rojhilata Navîn siyasetêkî pir qirêj tê meşandin ji ber vê wek gelê Kurd li gorî siyaseta demê planên xwe yên stratejîk diyar bikin. Di vê bingehê de pêngava Efrînê di rojeva me ya sereke de cîh digre.                                                                                                      

                                                                                    Arşem Kurdman