NAMEYA MIN JİI BONA ŞEHÎD ZÎLAN

  • 2018 1 7 | Gotar

 

Heval Zîlan weke keçeke Kurd bi çalakiya xwe dijmin şikand. Ev sekna heval Zîlan bû sedem ku mirov jê hêz bigire. Di çavên wê de hêza wê ya jina bi hêz û xwedî îrade xûya dibe. Ew bedewî ji felsefa Rêber APO girtiye. Heval Zîlan rêya heqîqet û azadiyê dizanî ku çiye. Bandoriya çalakiya heval Zîlan heta aniha jî li ser Dêrsimê tê jiyîn. Mirov her çiqas bixwazibe li gor rastiya heval Zîlan nêz bibe mirov kêm dimîne. Heval Zîlan bi hemû wêrekiya xwe li beramberî dijmin derket. Xwesteka heval Zîlan ew bû ku her kesek xwe di fikra Rêbertî de kûr bike. Bi taybet ji bona ku wek jineke ji Serokatî re bibe bersiv ketiye rêyek wisa de. Şehîd Zîlan xwe ji bona jiyaneke azad feda kir, ji ber vê jî Serokatî dibêje ku Zîlan Fermandara min e.

NAME Jİ BO ŞEHÎD ZÎLAN

Dema ku heval Zîlan dixwaze bibe dengeke nû, bingeha fikreke nû di cîhanê de wê demê biryara çalakiya xwe dide. Heval Zîlan bi vê çalakiya xwe re ji bo tevahiya jinan heman demê de rêya azadbûnê jî nişan dide. Sekna jin a ji xwe bawer û bi îrade di rastiya wê de dibe bingeha hebûneke nû. Bi vê çalakî yê re xeta azadiya jin ya berxwedêr tê diyar kirin ji ber vê ye ku heta roja îro bi sedan rêhevalên jin ji bo serxistina vê xetê têdikoşin û berxwe didin.

Rêber Apo di bingeha pêş xistina jiyana azad de azadiya jin dike bingeha tekoşîn kirine. Lê bê gûman xurt kirina birdoziya rizgariya jin jî berdêlên giranbûha dixast û heta niha jî ji bo ava kirina civakeke azad jin pêşengtiya vê xetê dikin. Ji ber vê yekê ji bo ku em ji kedên Rêbertî re bibin bersiv pêwîst dike ku di xeta ku rêheval Zîlan ji bo me diyar kiriyê de asta tekoşînê her tim xurt bikin.

Bi şopdariya heval Zîlan re pêşengtiya jinan ji tevahiya cîhanê re hêza jin daye îspat kirin. Bi berxwedana jinan wê xelekên koledariyê werin şikenandin.

                                                              Zîlan  Xabûr