NAMEYA MIN JI BONA Ş. ZÎLAN

  • 2018 6 20 | Gotar

 

Heval Zîlan weke keçeke Kurd bi çalakiya xwe dijmin şikand. Ew sekna heval Zîlan bû sedem ku heta roja îro jî mirov jê hêz bigire. Di sekna wê de hêza wê ya jina bi hêz û xwedî îrade xûya dibe. Ew bedewî ji felsefa Rêber APO girtiye. Heval Zîlan rêya heqîqet û azadiyê dizanî ku çiye. Bandoriya çalakiya heval Zîlan heta aniha jî li ser Dêrsimê tê jiyîn. Mirov her çiqas bixwazibe li gor rastiya heval Zîlan nêz bibe mirov kêm dimîne. Heval Zîlan bi hemû wêrekiya xwe li beramberî dijmin derket. Xwesteka heval Zîlan ew bû ku her kesek xwe di fikra Rêbertî de kûr bike. Bi taybet ji bona ku wek jineke ji Serokatî re bibe bersiv ketiye rêyek wisa de. Şehîd Zîlan xwe ji bona jiyaneke azad feda kir, ji ber vê jî Serokatî dibêje ku Zîlan Fermandara min e.     

                                                        Ji pênûsa şervenên YPJ’ê