Navê Îradeya Jiyana Azad: YPJ

  • 2019 1 12 | Gotar

 

Ev pênc sale di çerçoveya parastina rewa de artêşbûna jinê bi awayekî berfirehî hatiye pêş xistin. Di şexsê YPJ’ê de li hember her cûreyên êrîşê parastina welat pêş xistin, li hember Daîş û di şexsê wî de jî li hember faşîstên serdemê welatê xwe rizgar kirin û parastin weke erkê bingehîn ya YPJ’ê tê pênase kirin. Di rewşa heyî de YPJ; hêza parastinê ya Rojava û Bakûrê Suriyê girtiye li ser milê xwe ji ber vê yekê di heman demê de ji bo tevahiya jinên cîhanê jî mînaka xeta azadbûnê ye. YPJ; cîhê ku heskirina welat, girêdanbûna azadiyê, îrade û nasname ya jiyana azad, herî zêde tê jiyan kirinê ye. Hêza YPJ’ê ji tevahiya cîhanê re nîşan da ku jin bi hêza xwe ya cewherî dikare welat û xakên xwe li hember êrîşên herî hovane biparêze û şer bike. Hêz û parastina cewherî di şexsê YPJ’ê de gihîşt asta lûtkeyê û gihîşt xeta îdeolojîk-polîtîk. Desthiladarî, hafizaya civakê tine dike li şûna wê hafizayeke nû ya pergala serdest ava dike.

Di encama vê ceribandinê de li hember şêwaza şer ya zilam ku bi awayekî herî çors tê meşandin, yekbûna azadî û jiyanê di nava şer de bi pêşengtiya  jinan re gihêştiye hêza watedayînê û ev teyîsandina xwe di rêveçûna şer de jî daye çê kirin. Jin di nava şer de zêdetir milên; îdeolojîk, etîk û estetîk derdixe pêş ji ber ku jin di cewherê xwe de nûnertiya vê yekê dike. Bê guman xeta parastina jinan ya ku bi Şoreşa Bakûrê Suriyê re hêzeke pir xurt ava kir di heman demê de xwedî dîrok û rastiyeke  pir bi koke. Ji bona vê xwedî destkeftiyên bi nirxe.

Tevahiya raperîn û berxwedanên çekdarî yê du sed salê dawî ya dîroka Kurdistanê, jin her tim di nava refên herî pêş de cîhê xwe girtiye. Di bingeha parastina cewherî de her tim bi awayeke çalak beşdarî tekoşînê bûne. Girêdayî vê yekê artêşbûna jin bi pêşketina Tevgera Azadiya Kurdistanê  re avabûneke sîh salî ye. Di nava şert û mercên herî zehmet de artêşbûna jin asta tekoşînê her tim pêş xistiye. Di roja me ya îro de jî YPJ encama vê yekê ye. Artêşbûn û fermandarî di bingeha parastina cewherî de roj bi roj mezintir dibe.

Danehevên sîh salî bê guman di artêşbûna jinê de heqîqetekî pir bi kok ava kiriye. Şoreşa Bakûrê Suriyê bi xeta parastina cewherî re di şexsê jinan de aliyên; felsefîk, çandî, îdeolojîk, etîk û estetîk derxistiye pêş. Bi artêşbûna jinê re ava kirina hebûn û xwebûnê bê guman parastina nirxên civakê de mertaleke pir qewîm ava dike. Rastiya şer bi xwe re kesayetên jina azad jî ava kir. bi sedan jinên têkoşer ji bo jiyaneke bi wate weke volqanekî di nava dilê dagirkeran de bûn tirsekî mezin û pêşengên weke; Arîn, Rêvan, Avesta, Amargî û Barîn bûn nûnerên îradeya jina azad. Tekoşîna jinan ya herî bi wate di nava artêşbûna jinê de pêş ket. Bi damezrandina YPJ’ê re hêza fermandariya jin ya di artêşbûn û şer de derket holê. Hêza parastina jinan bi awayekî herî rast bi civakê re yekbûyî hate meşandin, çalak kirin, cewhera rast hate danasîn, bê guman ji ber vê di warê azadiyê de zanebûneke pir kûr hewce dike. Şoreşa Bakûrê Suriyê jî di wateya artêşbûna jinê de ceribandineke û nirxekî mezin yê dîroka jina azad e. Di vê wateyê de YPJ’ê ne tenê hêza ku şer dikê ye di heman demê de bi rêya şer kirinê civakîbûn pêş dixe û hêzek guhertinê ava dike.

Artêşbûna jinê di xeta azadiyê de rêya xilasbûna ji paşverûtî û hişmendiya serdest ya zilam nîşan dide ji ber vê yekê di şexsê YPJ’ê de artêşbûna jinê ji bo çareser kirina pirsgirêkên azadiyê yekane rê ye.

                                                   Çavkanî: Lêkolînên Jîneolojî