PÊŞENGTIYA JIN Û ŞERÊ HEBÛNÊ-1

  • 2018 sibat 7 | Gotar

Çanda şer di dest pê kê de bi destê zilam ve hatiye afirandin. Rewşa heyî de şer ne kirin, di encam de kolebûn pêş dixe lê, heman demê de şer kirin nayê wê wateyê ku mirov weke hebûna zilam jiyan bike. Ger ku jin bi fikrên xwe, yên ku bi cewhera rast ve dagirtiye tevlî şer bibe wê demê di gelek nêzikbûnên şaş de wê gûhertin bide çêkirin.  Kesayetên ku di aliyên; birdozî, polîtîk û leşkeri de gîştîbûn avanekin  û ferasetên desthiladariyê yên çewt fêm nekin, nikaribin di wateya rast de tekoşîna azadiyê jî bidin meşandin. Serokatiya me artêşbûna jin; li hemberî hemû artêşên ku bi stratejiyên nêr ve xwe rêvedibin pêşxist. Di vir de aramanca yekemîn bi rastiya jinên şerker re parastina cewherî pêşxistine. Ji ber ku jin di cewhera xwe de; azadixwaz, civakî , wekhev  û alîgirê yekbûnê ye. Ji ber vê yekê di bingeha rast de dikarê ji bo çavkaniya azadiyê têbikoşê û parastina wê pêş bixe. Bi vê şêwazê dikarê li hember şerên ku bi zihniyeta zilam tê rêvebirin bide sekinandin, li hember tûndî û rê derketinên birdozî re dikarê bergirî (tedbir) pêş bixinê. Dema ku em bi vê rastiyê re derkevin rê emê bibin ku pêwîste jin bi qasî ku di jiyanê de erkên xwe yê pêşengtiyê cîh tîne ewqasî  jî pêwîstî heye ku di nava şer de jî rista pêşengtiyê bileyîzê. Şer tenê karê zilam dîtin ferasetekî pir şaşe. Weke di rastiya rêheval Zîlan, Berîtan û Viyan de jî tê dîtin herî demên zehmet de bi seknên qehremantiyê re derbaskirina rewşên xeter hatiye jiyîn. Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jî heman rista pêşengtiyê di şexsê sedan jinên şoreşger de hatiye pêkanîndin û mînaka herî berçav rêheval Arîne. Dema ku tê gotin; “ Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye”  di rastiyê de fedakartiya jin û pêşengtiya  teqtîkî tê pênase kirin. Ya ku hêza êrîşê xurt kir û baweriya serkeftinê pêşxist hevalên jin bûn. Bi seknên bawer re di rewşên şer de serkeftinên pir mezin hatin bi dest xistin. Bi koordîneya jin ve hêjmarekî zêde pêngav hatin rêvebirin û gihîşt serkeftinê heman demê de bi teqtîkên lez pêşxistinê re hîştiye ku dijminê gelan jî matmayî bimînê, Jin bi sekna pêşeng ve ji bo tevahiya cîhanê bûye mînaka rêya azadiyê. Di nava şer de mirov bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînê lê, tişta herî girîng cewhera xwe parastin û di armanca jiyana azad de bi biryar nêzbûne. Rastiya şer heman demê de rastiya kesayetê jî weke eynikekî radixe berçavan. Dema ku mirov bi rastiyên xwe re rû bi rû bimînê pêwîste bi cesaret nêz bibe û tu caran pişta xwe nedê. Ger ku di armanc de zelalbûn hebe di jiyankirinê de pirsgirêk dernakevê ji ber ku jiyana Tevgera Azadiyê weke avekî zelal bi her awayî ji bo kesayet xwe zelal bike derfet dide pêşiya her kesê. Armanc zelale. Em dixwazin dijmin bin bixin û jiyana azad mîsoger bikin wê demê em li ku derê bibin bila bibin emê bikaribin bibin xwedî pratika herî rast û encamgir. Weke encam di her kêliya jiyankirinê de li hember dijmin şerekî bê eman tê meşandin. Di wateya rast de şoreşger; mirovên ku xwe li gorî pêwîstiyan amade dike, di hemû milan de kesayeta xwe xurt dike û ji bo azadiya mirovahiyê bê eman şerê rizgariyê dimeşînê.

                                                                                     Gulan Kanîreş