PÊKANÎNA ERKÊN DÎROKÎ XWE Bİ NÛ KIRINÊ GENGAZ E

  • 2018 7 25 | Gotar

 

Navê min Xwînda Avaşîn. Weke şervaneke azadiyê cîhê xwe di nava Tevgera Azadiyê de digirim. Hêza jin ya cewherî pir xurte û her tim di nava herikandinê de ye. ji ber vê yekê her tim di ava kirina jiyana nû de xiluqkar tevdigere lê hişmendiya serdest ya zilam li pêşiya hêza herikîner astengî dide çê kirin. Bi dest pê kirina serdestiya zilam û şûnve jin ne dikarî mafê xwe bi awayeke azad bi kar bîne, lê rûxmê vê jinan her dema dîrokê de li hemberî dagirkeriyê berxwedan kiriye. Her çiqasî bi qasî ku pêwîst dikir encam nehatibe wergirtin jî rihê jina berxwedêr nehatiye teslîm girtin. Ev rih her tim ji ber vê yekê zindî bûye. Piştî ku Rêberê gelan Rêber Apo artêşbûna jin pêşxist, jin di nava vê artêşbûnê de; xwe naskir, hêza xwe dît û têde vîna azad pêş xist. Mijara sereke ya ku em dixwazin di nava civakê de pêşbixin rastiya cewherê jinê ye û emê tevahiya cîhanê re jî bidin nîşandan da ku jin xwedî dîrokeke pir kûre û ewê bi hêza xwe bibe pêşenga şoraşa gelan.  

Dema ku mirov rastiya tevgera azadiyê nas dike roj bi roj zêdetir dizivire cewherê xwe û dibîne ku bi hêza rast mirov dikare çawa serbikeve. Dema ku em beşdarî şoreşa gelan bûn me rastî û hêza jinê naskir, her ku me naskir hîn zêdetir baweriya me pêşket. Rêber APO dema ku artêşbûna jin pêşxist wê demê berpirsiyartiyên giran da ser milê me jinan û erkên dîrokî danî pêşiya me, Rêber Apo her tim bi daxwaza projeya azadiya jinan xebitî. Projeya azadiya jinê nîvçe ma lê Rêbertî, ji ber ku bi hêza jinan bawer dike ji ber vê yekê dibêje; “Baweriya min bi jinan heye ku şoreşa gelan ser bixin û bigihîjin azadiyê” Em jî weke şervanên YPJ’ê hewl didin ku projeya Rêber Apo berdewam bikin û bi serkeftina şoreşê re azadiya jinan tacîdar bikin. Em her tim bi baweriya serkeftinê ji bo berdewam kirina şopa hevalên xwe yên şehîd li berxwe didin û ti carî baweriya Rêberê gelan vala dernexînin.

Bi dest pê kirina şoreşa Rojava re tevlîbûna jinan di asta herî jor de hate çê kirin. Çima? ji ber ku jinan dît ku nirxên herî mezin ji bo mirvovahiyê û jinan di nava Tevgera Azadiyê de têne dayîn. Dema ku em gavên dest pê kê ber bi azadiyê ve davêjin di vir de armanca me ne tenê di qadekî de berovajî di hemû qadên jiyanê de bûyîna xwedî maf e. Hem di warê jiyanî de hem di warê leşkerî de dema ku jin dibe xwedî gotin wê demê dibe xwedî îradeyeke azad jî.

Bi dîtina perwerdê re dîroka jinan hîn baştir tê fêm kirin, wê demê mirov dibe xwedî biryareke hîn xurttir û daxwaza tekoşîn kirinê hîn zêdetir dibe. Ez her ku dîroka jinê dubare lê guhdar dikim wê demê hîs dikim ku ez xwe jî nû dikim. Dema ku em hevalên jin li gel hevdû perwerde dibînin wê demê bawerî zêdetir pêş dikeve. Em li hember hevdû jî tekoşîn didin û ji bo nû kirina zihniyetê tekoşîn dikin. Bi qasî ku em xwe pêş bixin dikarin hevalên li derdora xwe jî perwerde bikin û pêşbixin. Ji ber ku weke jin Serok APO ev berpirsiyartî daye ser milê me, bi taybetî di ava kirina civaka wekhev û pêş xistina azadiya jinê de em xwedî erkên pir girîng in.

Heta roja îro pir pêşketin di artêşbûna jinê de çêbûn. Pir hevalên jin hebûn ku çalakiyên fedayî pêş xistin û di oxira parastina jiyana azad de bûn çalakvanên herî xurt. Em jî weke şopdarên wan hevalan soz didin ku emê her tim li pey şopa wan bimeşin û ti carî dev ji şoreşa gelan bernedin heta ku em bigihîjin azadiya Rêber Apo û yên gelên bindest. Emê her tim tekoşîn bikin. Tekoşîna me ne tenê ji bo gelê Kurd e, em ji bo hemû gelên azadîxwaz têdikoşin û heta jiyaneke azad emê bê navber di tekoşîna gelan de bibin pêşengên demê. Li ser vê esasê em bang li hemû jinan dikin bila berê xwe bidin qadên herî azad yên tekoşînê.