Pênûsa Min Wê Bibe Dengê Min

  • 2018 9 1 | Gotar

 

 

Zarok çavên herî bi hêvî li me dinêrin, li benda xilasiya xwe ne. Ji bo zarokên ku li kolanan têne qetil kirin, ji bo her hinaseyekî wan emê her tim şer bikin.

Ji bo bûyîna bersiv pêwîste her dilekî di berxwedanê de rastiya xwe bibîne. Bi hezaran dilên biçûk yên zarokan dihêle ku em kêlî bi kêlî xwe biafirînin.

Dilê her jinekî weke deryayekî mezin û kûr e. Hezaran serpêhatî di nav dilên wêrek de veşartiye.

Bila pênûsa min bibe dengê min û her tiştê min bide nasîn.

Tişta herî zor birînên ku li pêy hevalên şehîd di dilê me de vedibine. Ji ber vê yekê pêwîste her tim ji bo ku em bikaribin dilê xwe qewîm bigirin bê navber bi xwe re tekoşîn bidin. Heval Xelîl jî vê yekê nîşan dida. Ew her tim hem bi xwe re hem bi dijminên dagirker re tekoşîn dida. Bi sekna xwe ya jiyanî  ji bo rêhevalên xwe her tim bû mînaka herî mezin. Rojane, kêlî bi kêlî jiyana wê, axaftinê wê di bîra min de ye. Di şevên tarî de dîsa bala mine û ez bi fikrandinê wê re xew dikim. Li hember rêhevalên xwe bi bawer û pir germ nêz dibû ji ber vê yekê her kes jê hes dikir û heman demê de baweriya herî mezin dida. Pir caran ji ber veqetandina wê xemgîn dibim.  Bi rastî qabûl kirin gelek zehmet e.

Di dema şer de me nedikarî cenazeya wê ji nava gund derbixin, her tim malbeta wê di bîra min de ye gelo ji ber vê rewşê çawa nêz bûne ango çi dibêjin.

Di Xakên Pîroz De Emê Dîroka Qehremantiyê Binivîsînin

Axên pîroz Kurdistan, bi êşên mezin, şahadetên bi nirx û hêviyên bê dawî re dagirtiye. Wê demê mirovên ku ji xwe re dibêjin mirov ango kesên ku bi navê jiyanê dijîn wê çawa hesabê ewqas tişta bidin ango wê bidin?

Bi çeteyên herî tarî yên Daîşê re şer kirin bi rastî jî karê mirovên wêrek in. Car caran meraq dikim gelo jiyana wan çawa derbas dibe, ji bo me çi difikirin, piştî ewqas binkeftinê hêja ji bo çi berxwe didin. pir caran em êriş dikin lê ew jî ji bo ku dev ji gund bernedin berxwe didin. pir caran êrişî me kirin lê her carî binketin û bi dehan kûştiyê wan çê bû. Êdî weke berê şer nakin ji ber ku bi rastî hêza wan nema. Ew jî dizanin di dawî de binkeftina wan heye. Her derê gund bi mayînan tijî kirin. Em jî hêja nizanin wê taqtîkê ku were bikar anîn çibe. Lê weke her tim plansazî bi awayekî herî xurt werê çê kirin û em ê ser dijmin de biçin, şahadet nedin û bi ser bikevin.  Hemû heval li gorî vê êrişê lêhûrbûna pêwîst kirin û xwe amade kirin. Niha ez li cîhê nobedarî yê me. Piştî demekî kurt wê rûyên tarî ji holê rabin û emê serkeftina tekoşîna xwe diyarî zarok û gelên xwe bikin.

Şêwazê fikirandina mirovan, bi rastî pir balkêşe. Mirov her tim tekoşîneke pir mezin dide. hewldanên mirovan hemû jî ji bo dîtina rastiyê ye. Lê bê gûman mijara dîtinê ne hêsane.

Bi rastî Tevgera Azadiyê tiştekî pir cuda ye, kêlî bi kêlî bi nûbûnan re rû bi rû dîminin, di demên herî zehmet de derketinên pir mezin dide jiyan kirin.

                                           Şehîd Besê Çiya