Pêwîste Ez Bibim Şervaneke Rast Ya Rêber APO

  • 2018 12 24 | Gotar

Di hindirê min de hesteke wisa avabûye, heger baskên min hebûna ezê li ser Îmralî yê firiyabama. Di 2017’an de konferansa YPJ’ê hat li darxistin. Ez jî tevlî konferansê bûm. Ez cara yekemîn tevlî konferanseke wisa bûm. Min ji perspektîfên ku hatin dayîn gelek hêz û bawerî girt. Hevalên wisa hatibûn ku mirov dikarîbû bigota ev heval çiqas di giraniya rêxistinê dane û rêxistinê temsîl dikin. Di kesayeta wan hevalan de, di mirov de hestên hîn zêdetir bi rêxistinê re girêdanbûnek kûr didan ava kirin. Min cara yekê li pêşberî xwe hindek heval didîtin. Bi rastî jî xwedî kesayetên pir bi hêzin û di heman demê de dema ku ez pê re axivîm min hêz digirt. Diyar dibû ku ew heval bi Serokatî re mane û perwerdeya Serokatî girtine. Rastiya qadroyên girêdayî min di kesayeta wan hevalan de dît. Dema ku nirxandin dikirin bi rastî jî mirov diket nava lêhurbûyînê. Nirxandinên wan yên ji dil, sekna wan, meş, axaftin û kenê wan dihişt ku mirov bi heyraniyek mezin li wan temaşe bike. Dema ku diaxivîn min tenê dixwest ez guhdar bikim. Çawa dibe ku mirov bi axaftinên xwe di vê astê de mirova dikşîne xwe. Ez difikirîm ev hevalên weke ferîşteyan ji kuderê hatine? Lê ji cihekî cûda ne hatibûn. Di nava xwîna wan de jî Kurd bûn heye ew jî zarokên Kurdistanê ne. Lê, yek cûdahiya wan heye ew bi Serokatî re mane. Ez di wê baweriyê de me ku sedema vê sekna wan ya xurt û bi hêz yek jê jî bi Serokatî re mayîna wan û perwerda Serokatî girtina wane. Ev rastî dihêle ku bibin mirovên pîroz.

Ez dixwazim weke kevokekê baskên xwe vekim û bifirim. Dema ku ez van hevalan zêdetir nas dikim, ez hîn zêdetir bi rêxistinê re têm girêdan. Xwesteka min ya Serokatî hîn zêdetir nas kirin û xwe di felsefa Serokatî de kûr kirinê zêdetir dibe. Di mirov de xwesteka xwe gihandina heqîqeta milîtantiyê zêdetir dibe. Eger ez erkên xwe rast pêk bînim ezê wê demê bikaribim xwe bigihînim vê rastiyê. Piştî ku min ew heval nas kirin girêdanbûneke min ya zêde li hember rêxistin û Rêbertî çêbû. Bêyî ku ez wan berdim min xwest himbêz bikim. Min cara yekem ew heval dîtin lê, bi rastî jî ez miroveke xwedî şensim. Ji vir û şûnve hîn zêdetir ezê hevalên xwe himbêz bikim. Bi tevlîbûna xwe ya jiyanê û bi sekna xwe ji bona hevaltiyê  ezê ked bidim. Mîna zarokeke ku dayîka xwe himbêz bike û qet bernede ezê jî bi wê awayî tevgerê himbêz bikim. Ji bona ku ez werim hes kirin û ez jî rast hes bikim beriya her tiştî pêwîste ez bibim miltaneke rast ya Rêber APO. Ez ji xwe bawerim ku ezê bibim militaneke rast ya di avakirina jiyana azad de bi îsrar.  

 

                                                                                       21. 12. 2017