RÊBER APO Bİ KED Û HEWİLDANÊN MEZİN RÊYA AZADİYÊ Jİ BO ME AVA KİR

  • 2018 6 6 | Gotar

 

 Ez jî bi van dersa pê dihesim ku divê rastiyên Rêber APO hîn zêde bi baldarî û ziravî werin dahûrîn û tehlîl kirin. Ez van hestan pir ji kûr de hîs dikim û dibînim. Ev rastiyeke ku Rêber APO Jîneolojî li ser bingehên pir sexlem û mezin pêş xist. Lê bi xemgînî dikarim bidim diyarkirin ku, keda Rêbertî tam derxistina zanebûnê, ev ked derbasî pratîkê kirin, ew pêk anîn di aliyê me hemûyan de wek kêmasî derdikeve holê. Ev dibe lewaztiya ku nayê pejirandin. Erka li ser me hatiye ferzkirin di rêbazên Rêber APO de yên ku jina azad çawa afirandiye, tekoşîna bêhempa çawa dayî ye her tim lêkolîn kirin, kûrbûn û di kesayeta xwe de ev pêkanîne.

Di van salên dawiyê de ez li ser hinek mijaran gelek kûr bûm û hîn jî di ponijim. Rastiya jina azad ya çiyayî, jina şerker divê lêkolîna me ya dîrokî hîn kûr be. Di vê mijarê de ez gîhaştim hinek heqîqetên girîng. Kesayeta jina egîd, şerker ne tenê di Kurdîstan ê de, di herêmên cîhanê ku çanda Neolîtîk lê xurt jiyan bûye jî heye û pêş ketiye. Di Anatoliyê de, di Erebîstanê û Ewrûpayê de ev rastî bi awayeke bihêz jiyan bûye. Girîng bû ku mîtolojiya Anatoliyê ya Artemî û Apollon were zanîn. Ev dibin xwedavend-xwedayên parastinê navdarbûne bi tîrên xwe derketine pêş. Artemîs wek berdewama çanda Hûrriyan parazvana keçikên ciwan, xwendavenda tîr-kevanê tê zanîn. Tîr-kevanên Artemîs zêr bûne. Ev jî diyar dike ku nûneriya çanda Neolîtîk dike û di parêze. Artemîs Cêwiya Apollon e. Yek ji xwedavenda ku di vê mijarê de herî zêde bala min kişand Artemîs e. Tîr-Kevanê Apollon jî zîv in. Weke tê zanîn madenên zêr, zîv û sifir di serdema neolîtîk de di çêkirina amûran de hatine bikaranîn. Wekî din di mîtolojiya Grek an de behsa xwedayê şer Ares tê kirin. Behsa xwedavenda Atînayê ya bi navê Athena tê kirin. Athena ji aliyê Zeûs ve tê afirandin. Tîr-kevanê wê jî ji sifir û hesin pêk tê.  Yanî çanda şaristaniyê diparêze, nûneriya qesp, talan û şer dike. Di van mîtolojiyan de çanda şerê talan-têkelkirinê û çanda egîdiyê baş eşkere dibe.

Di aliyê din de, di hinek vegotinên şerkeriya jinên Amazon de behsa girêdana van jinan bi Artemîs re tê kirin. Heta hinek nişane jî hene ku dibêjin rahîbeyên Artemîs hene.

Di Anatoliyê de sedsala 13. de tevgera jinan ya BACILAR –XWUŞK a pêş dikeve. Di vê tevgerê de beramberî xebatên rêxistinkirina aboriyê weke jin parastina bajaran jî kirine. Li hember êrîşên Moxolan yên bi şewat bajarên xwe bi taybetmendiyên xwe yên şerkeriya bi hêz parastinê. Jinên Amazon, Tevgera Xwuşka-Bacilar wek jinên şerker yên baş, siwarên hespa yên baş yên ku şûr û tîrkevan baş bikar tînin tên naskirin. Bacilar wek jinên Tirkmen jî tên naskirin. Di hinek nivîsan de hatiye gotin ku li Erebîstanê jin siwarên hespa û deveyan bûne û di şer de cihê xwe girtine. Ev çand di dema Ehlîbeyt de di nav jinên bi vê çandê re girêdayî de berdewam bûye. Li hember zorbetiya Muawiye jinan di nava şer de cihê xwe girtine û têkoşiyane. Fatma, Ayşe û Zeyneb hinek mînakên ji van jina ne.

Di vê mijarê de mijareke din ku divê were pirsîn û bidest girtin jî ev e. Di dema pêşketin û bilindbûna Kapîtalîzmê de dibin navê Cadutiyê de çima pêşengên jin hatin hedefkirin? Çima hat xwestin ku ev jin werin tesfiye kirin? Di vê mijarê de divê aboriya jin û zanatiya jin çawa ji aliyê kapîtalîzmê ve di nava heretîk-loncayan de bi şewitandina jinan hatiye tinekirin baş werin lêkolîn kirin. Ji bo pergala kapîtalîst bihêz bibe û pêş bikeve dibin navê nêçîra caduyan de êrîşên li ser jinan hatiye kirin. Ev dibe şerê qirkirina mezin li hemberî jinan.

Di dema lêkolînên têgeha egîdiyê de divê em peymanên di navbera zilaman de jî lêbikolin. Ev peymanên biratiyê heya demên kevin yên neolîtîkê diçin. Bi peymana kirîvtiyê ma gelo kîjan rastî tê armanckirin? Bi taybet di nava civaka kurd de di baweriya elewîtiyê de ev pir bi tesire. Heya niha ev kevneşopî heye. Sazbûna kirîvtî-musahîbî bi çanda neolîtîk re girêdayî ye. Ji bo perwerdekirina zilamtiya wehşî, biratî were hakimkirin, ev rêbaz dibe rêbazê civakî kirinê. Lê belê kirîvtî bi demê re tê xerakirin û tenê bi sunnetê re tê bidest girtin. Ev jî bi kiryarên Cihûya re girêdayî û bi sazbûna çanda baviksalarî pêş ketiye. Ji xwe di tewratê de ev eşkere hatiye nivîsîn. Di dema neolîtîk de bîyolojiya jin û cinsiyeta jin wek perçeyên afirandina jiyanê hatine pîrozkirin. Ev rastiyeke. Di dema olê yek xweda de bi taybet di dema cihûtiyê de Hz Îbrahîm û qewmên wê demê tên sünnet kirin. Bi rêbazên sunnetê di navbera xweda û zarokên kur de Peyman tê çêkirin. Nîşana vê peymanê sûnnete. Di vir de beden û cînsiyeta zilam bi awayeke xwedayî tê pîroz kirin, bi şanazî tê destnîşan kirin. Ji bo ku çanda desthilatiya zilam were sazkirin, zelal bibe di aliyê olê yek xweda de bûyera sunnetê wek mijareke jiyanî hatiye bidest girtin û derketiye pêş.

Di civaka kurd de peymanên kirîv-musahîb-biratiyê hene. Di nav rêxistinbûna ahîtiyê de jî ev heye. Ahîtî di sedsalan 13. de li anatoliyê pêş ketiye. Ahî tê wateya zilamê egîd, camêr û dest vekirî. Wek peymana biratiyê jî aliyeke wê ya din heye. Dişibe peymana kirîvtiyê. Di komûnalbûna xwe de li pêşe.

Di aliyê din de mînakên xebata aboriya komûnal ya dîrokî û yên rojane lêkolîn kirin, ew çand derxistina holê jî gelek girînge. Di vê mijarê de mînaka qibalê ya di çanda Kurdan de, Ahîtiya di çanda Tirkmenan de, Kîbbutz a di çanda Îsraîlî yan de dikare were lêkolîn kirin.

Cardin dîroka jin, azadkirina cînsiyetperestiya civakî, mijarên tekoşîna cîns bi awayeke têr û bîrdozî dema tê dayîn û li ser bingehên xurt dema tê rûnişkandin encamên mezin jî dide. Ev rastî hem ji bo hevalên jin hem jî ji bo hevalên xort wiha ye. Heger rêbazên me yên perwerdê bi awayeke zane û dagirtî bin, bi hevalên nû re jî pêşketinên lez û mezin çêdibin. Ji xwe rastiya jiyana me ya çiya ji bo xwe nû kirin û nû afirandinê bingeha herî başe. Ji bo vê di perwerdeyan de jiyana gerîlla wek waneya jiyanê ya bingehîn derxistina pêş pir girînge. Rastiya jiyana gerîlla di avakirina kesayeta jina azad de wek çavkanî dayîna diyar kirin bingehe. Jiyana gerîlla ya çiya bixwe perwerde ye. Di pêvajoyên pratîkî de gelek bûyer û diyardeyên baş-nebaş li gor rastî û berçavbûna wan tehlîlkirin, şîrovekirin, ji wan encam girtin, li ser van bingehan kesayeta xwe di ber çavan re derbas kirin û xwe bihêz kirin me berbi kesayetên azad ve dibe.

Mijareke din jî; fikrandina li ser zimanê Kurdî, kurkirina fikir, her roj ev rêbaz bikaranîn û li ser peyvên ku tên bikaranîn seknandin, ew lêkolîn kirin, hevwateyên wan dîtin mirov digihîne heqîqetên hevpar. Di derheqa çanda civaka neolîtîk, dîroka Kurdîstanê de pir zêde dane hatin berhevkirin. Ji bo ku ez ji şivanekî hin agahiyan bigrim carna min rêya xwe bi seatan dirêj dikir. Di bîra însanê Kurd de bi taybet di bîra însanên ku wek me di çiyayan de jiyan dikin de zanîn û zanatiyên pir mezin hene.

Her wiha tespîta Rêbertî ku dibêje “Divê jin di kesayeta zilam de pîvanên egîdiyê bingeh bigirin û li wan pîvanan bigerin” jî di vê mijarê de girînge. Dema Rêbertî behsa Xalê xwe Silêman dikir her tim behsa egîdî û parastina ruhê Kurdîniyê dikir. Ev alî jî ji bo me girînge. Daneyên balkêş pêşkêşî me dike. Xalê Silêman bi camêrî û egîdiya xwe rastiya çanda civaka Neolîtîk di kesayeta xwe de parastiye û vê jî di roja îro de eşkere dike. Di mijara jin de Rêbertî ji bo xwe dibêje; “Ez di mijara jinê de bûm xwedî helwesta egîdane”. Di destana Derwêşê Evdê de Derwêş nûneriya zilamê egîd û camêr dike. Zilamê camêr xwedî kesayet û taybetmendiya li gor çanda dayikê mezin bûye. Ango di zanebûna hêza jiyana dayikê de ye. Dikeve ferqa hêza afirandina jiyana jinê. Fam dike ku encax bi jinên wiha re jiyan rast tê jiyan kirin.

Her çiqasî naveroka van mijaran zêdetir jî be di asta sernivîs de ez niha van mijarên ku ez girîng dibînim dibêjim. Min xwest van mijaran bi we re parve bikim. Li ser van bingehan careke din di xebatê we de serkeftinê dixwazim.

Hêlîn Dêrsim Murat