RÊHEVALÊN MIN YÊN HEQÎQTÊ Û ŞERVANÊN AZADIYÊ!

  • 2018 kenon 12 | Gotar

Di nava tevgera azadiyê de çi heqîqet hebe derdikeve  rastiyê. Her wiha hezkirina hevaltî û mirovahiyê jî mirov dide nasandin. Tu çiqas girêdayî , çiqas têkoşîn dikî, hevaltiya te çiqas xurte, ev hemû derdikevin holê. Ji ber ku hevaltiya tevgerê hevaltiyeke herî raste û em bi eşq jiyan dikin û bi eşq şer dikin. Evîna me APOGERAN ji maddiya tê dûr e. Pêwîste em ne bibin evîndarê xortekî  yan jî keçekê. Pêwîste em bibin evîndarê  rêber APO û azadiyê. Pêwîste em bibin evîndarê welatê xwe. Mirov  kengî bû evîndarê welatê xwe wê demê dikare rast jiyan bike.

Pergala desthilatdariyê wisa li me kiriye ku êdî em nizanin rast jiyan bikin. Ji bo gihîştina azadiyê pêwîste em destpêkê fêrî evîneke azad ku bi zanistiya heqîqetê tê jiyankirin bibin. Ez jî weke şoreşgerekê ji bo xwe wê esas digrim û ezê ji vir û şûnde jî wisa jiyan bikim.

Hevaltiya me ewqas zelal e. Ger mirovek ku bixwaze şahidiyan jiyan bike yan jî zirarê bide jiyanê pir zû derdikeve. Ji ber ku tevgera me mîna ava zelal e. Pir kesên ku xwestin wê zelaliyê şêlû bikin jî ew bi xwe tûne bûm. Ji ber ku tevgera me mîna ava zelale timî diherike û bi xwe re hemû qirêjtiyan paqij dike. Ji ber wê jî îxanet ne tenê reve. Ger ku tu di nava wê tevgerê de jiyan bikî û pîvanên wê bi cî neyînî ew îxaneta herî mezin e. Ez bi xwe tenê îxanetê  di revê de nabînim.  Û pêwîste em milîtanên riya azadiyê wê ferasetê destpêkê di kesayeta xwe de biguherin. Ji ber mirovê ku nikaribe xwe biguherîne nikare kesekê/î  din jî biguhere. Ev rastiyeke me ye û pir qehremanên ku di nava tevgerê de ew bi serxistine jî hene.

Belê rêheval! Ev roj ji bo min pir giring derbas bû.  Di ciyê ku yekîtî  tê de nebe coş, heyecan û moral jî nabe. Ji bo wê jî pêwîste rastî çiye em timî wê esas bigrin û wê rastiyê di dil de bidin jiyandin. Jiyana netewa me jiyan a me ye, rastiya wê jî rastiya me ye. Ji ber wê jî em kîne? Pêwîste em nas bikin û bizanibin da ku em bikaribin kêfxweş bibin.

Hevalno hûn weke ew zarokên ku rastiya xwe dizanin û nas dikin bawer bikin bêyî we jiyan nabe. Min ew qirêjtiyên ku pergala bi hezaran salan di mêjî û laşê min de dabû rûnişkandin bi naskirina hevaltiyê û bi wê ruhê giranbûha derbas kir û ez hêdî hêdî  xwe jê xilas dikim. Ji ber wê jî ciyê rihê hevaltiyê di dilê min de cudaye.

Hevalên min yên hêja! Dema ku şoreş ava bû rêxistina me çend kes bûn lê îro em bi hezaranin ji ber wê jî hûn timî helbest binivîsin û bîranînên xwe timî di hişê xwe de zindî bigrin. Ji ber ku her seatek ji jiyana me sibe rojê dîroke û mîrasa herî giranbûha yê gelê me û mirovahiyê ye.

Heya roja me ya îro dijmin timî heqîqeta gelan veşartiye lê îro bi saya şehîdên me yê dil paqij mîna stêrkan ew heqîqet derketiye holê û em bi milyonan îro şopdarên wê riya rastin. Ji ber wê jî pêwîste em her tim bi wê doza xwe serbilind bin û ji bo kêliyêkê be jî em RÊBER APO û tevgera azadiyê ji bîr nekin û hestên  azadiyê her kêlî di dilê me de jiyan bike. JI BER KU PÊWÎSTE EM XWEŞIK JIYAN BIKIN