RASTİYA ŞEHÎDAN RIHÊ HEVALTİYÊ XURT DIKE

  • 2018 7 11 | Gotar

 

Beriya ku em dest bi pêngava Minbicê bikin pêvajoyeke pir girîng dihat jiyan kirin. Bi taybetî ji bona rizgarbûna welatê xwe emê her tim tekoşîn bikin û hêzên ku êrîşî gelên bindest dikin wê her tim li hember êrîşên xwe berxwedana şervanên azadiyê bibînin, ji bo ku em bigihîjin armanca xwe û ji bo pêkanîna hêviyên hevalên şehîd pêwîste bi hemû hêza xwe re têbikoşin. Eger ku em tekoşîn nekin emê tu car nikaribin xwe rihet hîs bikin.  Jiyana me jiyaneke bi rûmete û ji bona gîhiştina hedef û armancên xwe azadiya xwe,  û ji bona ku em bigihîjin kurdistaneke azad, pêwîste mirov her demê ji hêza xwe zêdetir kar û xebatan bike, xwe di felsefeya Rêber APO de kûr bike. Li ser vî esasî êrîşên ku her demê li ser me tên meşadin, ne ji yek aliye ji mile tevahî dewletan de êrîş li ser me tên meşandin. Di pêngava Minbicê de dema ku me berê xwe da pêngavê, me coş û heyecaneke pir mezin jiyan dikir. Di wê pêngavê de şer kirin ne tenê li dijî çeteyên Daiş bû, di heman demê de me li dijî  dewletên ku hevkariya çeteyan dikirin jî şer kir. Ji ber ku êrîşên dij mirovahî li ser gelê me tên meşandin, bi qetlîamên ku pêk tînin dixwazin vîna gelan bişkînin. Ji bona vê jî her şervanekî ku tevlî vê pêngavê bûn, bi hêrsa tolhildanê û bi berpirsiyartî berê xwe dan wê pêngavê. Di nava pêngavê de şervanan her demê bi coş, heyecan û moralekî bilind tevlîbûna xwe nîşanî tevahî cîhanê didan. Ji ber şerî ku di wê derê de hat meşandin,her hevalekî ku di wê pêngavê de şer kir, bê teredût berê xwe didan dijmin  bêyî ku dudilî jiyan bikin bi ser dijmin de diçûn. Her demê pêşiya xwe mêze dikirin xwe bi serkeftinê re mifte kiribûn. Şerekî pir giran bû Mirov çiqas behsê bike têra nake, lê ez disa dixwazin li ser bîranînên hevalan hinek tişt bibêjim.Di kesayeta şehîd Şoreş, Bêrîvan, Xezal û şehîd Bengî de yê herî ku bi şehadeta wan êşiyam, ev heval bûn. Ji êşandinê bêhtir, ji moral xistinê bêhtir ancax em karibin bi hêzekê mezin û bi heskirin xwedî li jiyana wan hevalan derkevin. Ji bona şehîd Bengî rêveberiya me bû di wê derê de. Hevala Bengî hevaleke, bi Serokatî re mabû, di warê zanebûyîna rêxistinê de xwe kûr kiribû, mirovan re dibû alîkar her wiha çi mijar bibûna hevalan hîs dikir, bi xweza bûyîna xwe tevlî jiyanê dibû.Ev jî dihîşt ku mirov bi germahî nêzî hevala Bengî bibe. Her demê bi henek û ken tevlî nava hevalan dibû. Tiştên ku bi Serokatî re jiyan kiribû, bîranînên xwe bi me par vedikir.  Di pêvejoyên zor û zehmet de, li ber xwe daye û heta roja şehîd ket tekoşîn meşand. Bi rastî jî şehadetên wan hevalan mirov bandor dikir min demeke kurt di pêngava minbicê de cihê xwe girt, piştî ku jê derketim min şehadeta wê bihîst ez çiqas bibêjim belkî ez nikaribim tam îfade bikim jî,  her tim di dil û mêjî me de jiyan dike.  Şehîd Bêrîvan  hevaleke ,  bi rastî jî di tevlîbûna xwe ya pêngavê de, di jiyana û tevlîbûna xwe de hevaleke pir bi coş û bû moral bû. Bi hevalan re dibû alîkar û her timî jî bi vê germahiyê berê xwe dida dijmin. Pir caran ji ber ku bi kelecaneke mezin berê xwe dida dijmin parastina xwe ji bîr dikir. ji ber ku di dilê wê de hêrsa tolhildanê mezin bû. Di pêngavê de çeka B7 radikir. Ruxmî evqas germahî û zehmetî di wê derê de dihat jiyan kirin û barê ewqas giran li ser pişta wê bû tu carî ku bê moral tevnedigeriya.  Di dawîyê de bi suîkastê şehîd ket. Şehîd Şoreş jî hevalekî her demê moralê xwe xurt dikir û hevalên di bin denetima xwe de jî bi wê moralê rêxistin dikir. Dema ku em diçûn gel heval Şoreş me jê hêz û moral digirt.  Her demê tiştek digot ji bîra min naçe. Digot ''Mirovekî ku her tim di hevaltiya xwe de dirust be, bê teredud ezê canê xwe jî bona wan hevalan  bidim.’’ Her tim bi vî awayî tev digeriya.  Tişta ku ji me re dimîne bîranînên hevalên Şehîd dayîna jiyan kirine. Şehîd Xezal jî dema ku di şervanên nû de bu min ew nas kir. Em demeke dirêj bi hev re man, di tabûrên tevgerî de berpirsiyara taximê bû, di pêngavê de jî min ew çend caran dît, lê di nava pêngavê de em pir zêde bi hevre neman. Pişt re heval Xezal bi Mayînê şehîd ket. Ji bo wê hevalê çiqas bibêjim, ezê kêm bimînim. Hezkirina wê li hemberî  jiyanê gelek  mezin bû, Her tim  hewildanên wê li ser bingehê ku her tiştekî fêr bibe bû, danehevên hevalan ji xwe re mînak digirt. Ji bo şehîd Çekjîn, ez û wî di çekên giran de bi hev re bûn. Şehîd Çekjîn hevalekî ji Wanê bû, di 2013'na de tevlê bibû. Hevaleke pir rêzdar bû, di jiyana xwe de bi taybet jî li hemberî hevalên jin bi rêzdarî tev digerya, û bi keda xwe dihat nas kirin. Hevalê Çekjîn bi xwe di sîlehên giran de li ser çeka Tûpişkê bû. Her timî heval dibirin xeta pêş, her tişt dida pêş çavên xwe. Dema ku heval diçûn pêş jî bê erzaq diman tu carî wîjdanê wî qebûl nedikir. Her tim ji wan re erzaq dibir pir caran xew nediket çavên wî. Hevalê Çekjîn pir ji çeka xwe hez dikir. Gelek caran xew nedikir, xwarin ne dixwar tenê jı bo ku hevalên bırindar û şehîdan xilas bike her demê di nav tevgerê de bû. Di nîqaşên xwe de wiha digot ‘dema ku hevalên me tengasî jiyan bikin tu carî ez nikarim bisekinim.’ Ji ber ku di wê pêngavê de hetanî ku em ketin nav bajar, ew bi sîlehê giran diçû hevalên birîndar û şehîd xilas dikir. Bi rastî jî kedeke wî pir mezin çêbû. Em tu carî ji bîr nakin. Her çiqas behs bikim jî nikarim weke ku tê xwestin bi ziman bikim. Ji bo ku em layîqî van şehîdan derkevin, emê bîranînên wan her demê di dil û mêjiyê xwe de bidin jiyan kirin. Emê tola wan şehîdan rakin. Emê hêviyên wan pêk bînin. Ev jî bi ked dayînê pêk tê. Wê her tim hewldanê me li ser vî esasî be. Em daxwazi û hêviyên şehîdan pêk bînin, ji ber ku yên li pêy wan mane em in. Tiştên ku ji me tê xwestin, ne barekî sivike barê me hîn girane. Ji ber ku her şehadeteke hevalekî hîn barê me girantir dike. Şehîdên me heta dawî li ber xwe dan ji bona ku xwe bigihînin azadiyê tekoşîn kirin û zehmetî hembêz kirin.

                                                                                                                            

Ruken Tekoşer