RIHÊ FEDAÎTÎ RIHÊ APO YÎ YE HEVAL

  • 2018 6 23 | Gotar

 

Dîroka ku bi ti awayî ne hatibû dîtin û ne hatibû  nivîsandin dîroka tevgera azadiyê bû. Lê Rêber APO bi xweşik bûna fikrê xwe ev dîrok da xemilandin û bi destanên herî mezin da nivîsandin. Bi vê berxwedaniyê re gul bi xwînê hatin avdan, dar bi hêsirê çavên dayîkan mezin bûn. Gîha bi çemê xwînê yê ku weke lehiyê diherikî re şîn bûn. Di her gaveke ku em diavêjin di bin de xwîna şehîdên şoreşê diherike. Pelên dara bi xwîna ku diherikî rengê xwe da Kurdistanê. Îrade bi fikra Rêber APO hat ava kirin.

Rêber APO bû nîşaneya rêya serkeftinê û hêviya jiyana azad. Dîroka ku ne hatibû nivîsandin bi destanan da nivîsandin, ew dîrok dîroka azadiyê bû heval. Ew dîrok dîroka heqîqetê bû. Dîroka tevgera azadiyê bi çirûskê bedena Mazlûm û Zîlanan ve hatibû nivîsandin. Ew agir agireke pîroze, agirê heqîqet û azadiyê ye. Kesekî ku şaş nêzî vê dîrokê bibe wê di nava wî agirê de bişewite. Ez wek milîtaneke Rêber APO di nava tevgera jin de dixwazim bibim xwedî vîna azad, xwedî jiyaneke bi rûmet û bi wate. Ji bona ku ez xwe bigihînim xeta azadiyê pêwiste ez di kesayeta xwe de fire kûr bidim ava kirin. Ji bona ku em xwe bigihînin xeta azadiya jin ev tekoşîn pêwiste. Heta ku jin azad nebe civak jî wê azad nebe. Di paradigmaya Rêber APO de xwe kûr kirin û li ser we bingehe  rastiya jina azad jiyan kirin weke keçeke Rêber APO min ji xwe re esas girtiye. Weke jin em kîne pêwiste em çawa jiyan bikin, berpirsiyartiyên ku ji me tên xwestin çine? Em xwe bigihînin bersiva van pirsan û li gorî wê jiyaneke rast pêwiste em jiyan bikin. Weke jin pêwiste rojane em xwe di fikir û felsefa Rêber APO  de kûr bikin û kesayeta xwe lêpirsîn bikin.

 

Slav û Rêzên Şoreşgerî

Evîn Zîlan

22. 09. 2017