Roja me di bin tarîtiyan de namîne

  • 2019 2 22 | Gotar

Ev roj ji bona me tevahiyan rojeke reşe.  Di vê rojê de cîhan reş û tarî dibe. Tevahî cîhan li beramberî gelê Kurd bû yek û xwestin roja me tarî bikin lê nikarîn. Fikir û ramanê te ji bona xwe weke xeteriyeke mezin dîtin. Lê wan nizanî ku roja me di bin tarîtiyan de namîne. Ji ber ku tarîtiya hêzên tarî roja me ya ku ronahiya xwe dide her derê cîhanê nikare sînordar bike.

Serokê min; Ez pir caran difikirim. Mirov bi çi rengî dikare vegere dîroka bihûrî û li pêşiya tiştên ku hatin jiyîn bibe asteng. An jî tiştên ku di bin tarîtiyê de hatine veşartin mirov derxîne zelaliyê. Lê heta dawiyê jî baweriya min heye ku rastî bi tu awayî di bin tarîtiyê de namînin.

Serokê min te ji tinebûnê hebûn afirand. Te rastiya pergala ku hatibû ava kirin derxsit zelaliyê. Ji ber vê jî em weke Kurd gelek bi şensin ku em xwedî serokekî bi vî rengî ne. Kesayetên ku pergala kapîtalîzm ava dike kesayetên wisane ku ji cewherê xwe dûr ketine. Cardin kapîtalîzîm mirov ji wîjdan dûr dixe. Lê te bi fikir û ramana xwe rastiya jiyaneke ku mirovên di nava wê jiyanê de heta dawî bi wîjdan jiyan bikin ava kir. Cardin bi ronahiya felsefa te em riya xwe ronî dikin û em dibin kesayetên xwedî bi hêz. Bi taybet wek jin em rastiya xwe nas dikin û ji bona pêşerojên azad têkoşîn didin meşandin. Te bi fikre xwe carekedin wateya mirovahiyê ji nûde afirand.

Niha em perwerdeyên leşkeri û birdozî dibînin. Di heman demê de li Rojava jî şerê me yê li beramberî dijmin hîn didome. Dijminê li pêşberî me ne dijminekî ji rêzê ye. Ji ber ku şikandina îrada gelan ji bona xwe kiriye armanç. Em xwedî gelekî berxwedêrin, em bixwe jî dizanin ku heger ev gel li piş me be heta dawî jî emê serkeftinan biu ser bixin. Şervanên YPG’ê û YPJ’ê jî şervanên fedaîne. Wek jin ji bona ku em di nava vî şerî de rolên xwe baş bileyzin pêwîste em xwe perwerde bikin. Ji bona ku em layiqî vê jiyanê jî derkevin pêwîste em xwe di her alî de pêş bixin. Di şoreşa Rojava de jinan bi îradeyeke pir mezin li berxwe dan û beşdarî nava vê şoreşê bûn. Ji ber vê jî di nava civaka Rojava de jî di roja îro de baweriyeke mezin li beramberî jinan pêş ketiye. Wek jin mebdeyên ku te dane pêşiya me bi riya perwerde dîtin û ew perwerdeya ku me dîtiye xistina çalakiyê re emê bikaribin pêk bînin. Hêzên ku ji hêza te ditirsiyan wiha difikirîn ku heger ku te bixin nav çar dîwaran wê bikaribin me ji te dûr bixin. Lê wan nedizanî ku fikre te li her cihê jiyana me belav bûye. Cardin te bi têkoşîna xwe dijmin vala derxist tişta ku li ser me jî dimîne; em di çi astê de xwe pêş bixin di wê astê de emê bikaribin xwe bi rastiya te re bikin yek.    

Di aliyê fizîkî de dibe ku em ji hev dûr bin lê belê ji bona ku em têkoşîna xwe bi awayekî çalak bidin meşandin mesele ne ewe ku mirov tenê di aliyê fizik de nêzî hevdû be. Bi rastî jî dema ku me havaltiya xwe ya kêm ya li beramberî te rast tehlîl kir û rast derbas kir wê demê emê bikaribin mesafa xwe ya ku me di navbera xwe û te vekiriye bidin derbas kirin. Lê heger em bi vî rengî nêz nebiu heger ku di aliyê fizik de em nêzî hevdû bin jî wê demê emê pir zêde wate nedin wê nêzbûna xwe. Lê heger bi rastî jî em mirovên têgihiştî bin heger em ji te dûr bin jî emê bizanibin ku pêwîste em çawa têbikoşin. Ya girîng ewe ku em te di dil û mêjiyê xwe de bidin jiyandin. Cardin armanca min ewe ku em tevahî jinan ji nava koletiya pergalê rizgar bikin û rastiya Serokatî bi wan re bidin nas kirin.

Ez weke jineke ku hewil didim da ku bibim şervaneke rast ya doza gelê xwe û serokê xwe vê roja reş lenet dikim. Ez soz didim ku heta dawî ezê di meşa azadiyê de berdewam bikim. Heta dawî ezê cihê xwe di nava vê têkoşînê de bigrim da ku ez xwe bigihînim serkeftinên mezin.  

 Şehid  Zîn Efrîn