Rojbûna Rêber APO rojbûna jina azad e

  • | Daxuyanî

Em rojbûna Rêber Abdullah Ocelan û salvegera 6. Ya avakirina YPJ ku di 4’ê Nîsana 2013’an de hate damezrandin, di serî de li gelê Kurd, li hemû mirovahiyê, li jinan û dayîkên kedkar pîroz dikin. Di şexsê şehîd Slava, Bêrîvan, Jînda û Arîn’an hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîrtînin. Her wiha em berxwedêrên grava birçîbûnê ku îro pêşengiya demeke dîrokî dikin, silav dikin.

Roja 4’ê Nîsnê ji bo gelê Kurd û bi taybet jina Kurd roja ji nûve zayîneke civakî, çandî, fikrî û jiyaneke azad e. Zayîna Rêber APO ji zayîneke fîzîkî wêdetir zayîneke, civakî ye. Di şexsê Rêber APO de zayîna gelekî û ji zayîna gelekî, zayîna hemû gelan pêkhat. Rojbûna Rêber Ocelan di rojhilata navîn de, ji bo gelan serdemeke nû, jiyaneke nû, felsefeyek nû, fikrek nûjen û heqîqeta mirovê azad afirand. Di roja îro de fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocelan li ser bingehê paradîgmaya Netewa demokrtîk ji bo gelên cîhanê bûye çavkaniya hêvî, bawerî û nîşaneya jiyaneke wekhev û azade.

Em di roja îro de bandora fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocelan ya di avakirina şoreşa Rojavayê Kurdistan, Bakûr-rojhilatî Sûriyê de dibînin. Di rastiya şoreşa ku ev 7 sale di pêşengiya jinan de avabûye, hemû gelên cîhanê rastiya  xwe têde dît û berê xwe dane vê şoreşa bê emsal. Bêguman ev jî bi ked û hewldanên mezin ên Rêber APO ve pêk hat. Keda herî mezin Rêber APO ji bo azadiya jinan da û hîna jî dide. Rêber APO 20 salan kedekî mezin û bê hempa ji bo zanekirina gel û jinên Rojavayê Kurdistanê da. Gelê me îro bi avakirina şoreşê, bersiv da vê keda mezin û ji bo xwedî lê derbikeve her roj berdêlên girbuha dide.

Wek Yekîneyên Parastina Jin YPJ me jî di rojeke wiha dîrokî de biryara avakirina hêza parastinê da. Me biryar û sonda parastina tevahî jinan û gelan di vê rojê de da. Ev roj ji bo me bi destxistina bawerî, cesaret, vîna azad, rastiya jina tekoşînvan û şerker îfade dike. Me jî weke jinên kurd, fikir û felsefeya Rêber APO ji bo xwe kir bingehê avakirina rêxistinbûn û artêşbûnê. Me di 6 salên derbas bûyî de li hemberî dijminê mirovahiyê, yê herî hov û xedar DAIŞ û komên çete yên dinê, tekoşîneke fikrî, civakî, çandî, polîtîk, siyasî û leşkerî meşand. Me bi saya rêhevalên xwe yên şehîd jî cîhaneke manewî, exlaqî û wijdanî avakir û diyarî hemû gelan kir. Me bi nasnameya jina Kurd dest bi tekoşînê kir. Vaye îro jî di encama bedel, fedekarî û tekoşînek dijwar de nasnameya YPJ’ê bûye nasnameya hemû jinên cîhanê.

Me ev heqîqet bi saya fikir û felsefeya Rêber APO bi dest xist. Rêber APO, di destpêka tekoşîna xwe de got azadiya civakê bi azadiya jinê pêkane û ji bo jinûve afrandina jina azad kedeke bê hempa raber kir. Ji bo em xwedî li vê keda Rêber APO derkevin, ji me jinan tê xwestin ku em mîrateya tekoşîna jinê biparêzin, xwedî lê derkevin, pêşbixin, bikin malê tevahî jinan. Ji bo vê jî tekoşîneke bê rawestîn pêwîste. Me jî weke YPJ soza vê da û em ketin rê. Emê bi vê soz û biryardariyê heya bidest xistina azadiya hemû jinan bimeşin, tekoşîna xwe bilintir bikin.

Li ser şopa mîrateya me ya giranbiha ya 6 salan, emê ala berxwedanê ya ku hevrêyên me yên şehîd dewrî me kiriye, bi Rêberê xwe re di welatek azad li ba bikin. Li ser vê bingehê em dibêjin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk werê çi ji me bê xwestin em ê bikin û xwedî li keda Rêber APO di ber me ve daye, derkevin.

Em vê roja pîroz ya 4’ê Nîsanê careke din li Rêber APO û hemû jinên tekoşînvan bi hêvî û baweriya serkeftinê pîroz dikin.

        

 Fermandariya Giştî ya yekîneyên parastina jin YPJ