Ronahiya Riya Mirovahiyê Rêber APO

  • 2018 1 10 | Gotar

 

Serokê min tu çavkaniya jiyana me yî. Eger ku jiyaneke ku bi wate neyê jiyan kirin emê nikaribin ji wê jiyanê re bibêjin jiyanê. Lê bi fikir û felsefa te em bûn xwedî jiyanên bi wate.  Te jîn da jiyanê, dengê te di dilê min de bûye qêrîn û hewar. Bêrîkirinên min ên ji bona dîtina te her ku roj derbas dibe zêdetir dibin.  Dilê min dilerize ji bona te. Rêberê min her şev, her roj, her meh, her sal û demsal tu di xeyalê min de yî. Tu ji bona me ronahiya jiyanê û roja me yî, ji ber ku mirovek dema ku di nava taritiyekê de bimîne tu ji riya wan re dibî ronahî. Ew ronahiya fikir û felsefa te belavî tevahî cihanê bûye. Felsefa te ji bona tevahî jinan bûye riya xwe rizgar kirin û xwe gihandina azadiya bê dawî. Ji bona tevahî zarokan jî bûye hêviya siberojên azad. Fikrê xwe ji bona te nivîsandin ji bona me fermaneke herî pîroz û bi wateye Pêwîste ez binivîsînim, lê ez vê jî dizanim ku ez her çiqas binivîsînim jî wê kêm bimîne ji ber ku gotin têra pênase kirina te nake. Di ronahiya perspektîfên te de em riya xwe rohnî dikin û xwe digihînin heqîqetên ebedî. Rast jiyan kirin û rast pêk anîn erkame ye ji ber ku em milîtanên te ne di heman demê de ji bona ku em Serokatiya xwe azad bikin pêwîste em tekoşîna rast jiyan kirinê bidin. Ji bona vê jî wek şervaneke azadiyê çi ji min were xwestin ezê pêk bînim. Ji bona vê jî beriya her tiştekî wek şoreşgereke ciwan ezê xwe pêş bixim. Da ku em xwe bigihînin te.

Ey Serokê min;

Dixwazin min ji te dûr bixin

Naxwazin hesretên me bi dawî bibin

Lê nikarin û wê nikaribin

Ji ber ku ciwan dibêjin em fedaiyê Rêber APO ne

Lêgerînvanên heqîqetê ne

Şervanên doza Serokê xwe ne

Şopdarên Zîlan û Egîdane

Em ciwanên pêşerojê ne.

                                                                                                                             Stêrk Gever Demhat