Sê Xwişk û Şervan ji Dêre Zorê

  • 2018 9 14 | Nûçe

Sê xwişkên ji pêkhateya Ereb yên bi eslê xwe ji Dêre zorê ne berê xwe dan berbanga azadiyê, ji bo ku ji dinyayê re bidin îspat kirin ku, ew li ser soza dane dimeşin. Şervanên ku tevlî bûne dan diyar kirin ku ew di nav komên hevaltiyê de jiyan dikin û nayên bîra wan ew tenê weke xwişk bi hevdu re jiyan bikin. Ji ber rihê hevaltiya ku di nava yekîneyên parastina jin YPJ’ê de dibînin, wan ji fikra ew ji heman malbetêne dûr dihêle. Û diyar kirin tenê di nav YPJ’ê de rihê hevaltiyê jiyan dikin.   

xwişka bi navê Leyla Welat axivî û wiha got; Ez ji Dêre zorê me û temenê min 22 saliye. Dema me bihîst Dêre zorê ji çeteyan rizgar bûye em gelek kêyfxweş bûn. ji ber em 7 sal bûn ji malên xwe derketibûn û me dervayî bajarê xwe jiyan dikir. Em di sala 2011-2012’ an ji Dêre zorê derketin. Angu ji dest pê ka bûyeran de em derbasî Reqqayê bûn û em 4 salan li wir man. Piştî wê em ji ber êrişên çeteyên DAİŞ’ê derbasî bajarê Hesekê bûn. Beriya tevlîbûnê em salekê li Hesekê man. Me di malê de tenê ji bo em mekazagonên civakî pêk bînin jiyan dikir. Lê dema em beşdarî nav refên YPJ bûm û min perwerde dît, min di jiyana xwe û ya xwişkên xwe de gelek guhertin dîtin. Em ji hev re ne li ser esasê xwiştiyê tevdigerin belê, em li ser esasê hevaltiyê nêzî hev dibin û bi hev re didin distînin. Em di dest pê kê de hinek tesîr bûn ji ber emê ji hev veqetiyana. Lê bi perwerdeyê re êdî me wate da û ji bo me veqetîn tiştekî xwezayî hat. Em fêrî pir tiştan bûn, em fêrî rihê hevaltiyê bûn. Em dema di civakê de bûn, me nav civakê de fesadî û hwd berovajî jiyana li vir tişt dihatin jiyan kirin. Li vir heval hemû bi hev re dibin alîkar, bi hev re nîqaşan dikin. Û min hevaltî ji xwişktiyê baştir û bi wate dît. Ez karim bêjim hişmendiya min di gelek aliyan de hate guhertin.

Her wiha xwişka bi navê Aryen Zagros jî wiha behsa armanca tevlîbûna xwe kir; temenê min 21 sale, em dema ku li Reqqayê bûn, em di bin desthiladariya DAİŞ’ê da bûn. Çeteyên DAİŞ’ê hem li kesên mezin û hem jî li zarokan zilm dikir û ji bo sedemên biçûk zarok qetil dikirin. Qet firsend nedidan mirov biaxive. Jin jî gelek zilm lê dihate kirin. Ev du mehe ez tevlî nav YPJ bûme. Dema em di nav civakê de bûn mafekî jin yê jiyanê tûne bû. Ew her tim bindest maye. Ez piştî tevlî bûm min fikra ku ez ji xwişkên xwe qut bibim nedijiyam lê piştî demekî ez nêzî hevalan bûm ev nêzbûna min ji nêzbûna xwişkên min zêdetir bû. Ez di kesayeta xwe de gelek guhertinên erênî dibînim, berê di min de kesayetek bi tirs û guman hebû lê niha berovajî vê ye.

xwişka biçûk ya bi navê Rojda wiha axivî; Berî niha min pir dixwest ez tevlî YPJ bibim, lê min nekarî ez tevlî bibim. Lê piştî tevlîbûna xwişkên min hêza ez tevlî bibim di min de ava bû ez tevlî bûm. Ez bi tevlîbûna xwişkên xwe bandor bûm û piştî wan bi 15 rojan beşdar bûm. Jiyana me ya li malê ne baş bû, min her dixwest ez bi tena xwe bimînim. Dema min bihîst YPJ ji bo jinan şer dike û mafê jinan  di nav de heye fikra min ya tevlîbûnê hîn şênbertir bû. Min xwest ez bi tevlîbûna xwe fêr bibim ka ew mafên jin ji bo wê şer dikin çine. Me di perwerdeyê de ji dersên siyasî pir sudwergirt. Û herî kêm em fêr bûn ku em dikarin çawa pirsgirêkên xwe yên civakî çareser bikin. Her wiha em fêr bûn Rêber APO pir girîngiyek mezin dide jinê û ji bo azadiya jinê tekoşînê dide. Ji ber xwediyê vê fikrêye niha di girîgehê de tê girtin.

Hersê xwişkan, kêyfxweşiya xwe ya ji bo rizgarkirina Dêre zorê, ji destê çeteyên ku tirs di dilê gelê herêmê de çandine anînin ziman. Û diyar kirin ku ewê heya dawî jinan biparêzin, weke şervanên yekîneyên parastina jin wê her tiştî bikin ji bo jinan ji zilm û êşên ku ji destê çeteyan û hişmendiya mêr dîtine xilas bikin.

Bajarê Dêre zorê heya herêma Hejîn hatiye rizgar kirin û niha herêmên mane emê rizgar bikin. Em pir kêyfxweşin ku wê bajar ji destê çeteyan werê rizgar kirin. Dêre zor ev 7 sale di bin destê çeteyên DAİŞ’ê da ye. Xwesteka me ewe em jî cihê xwe di rizgar kirina operesyonê de bigrin. Her çiqas em ji hev dûr bikevin jî lê dilê me yeke û emê heya dilopa xwîna xwe ya dawî welatê xwe biparêzin. Ew girêdana me ya xwînî bi hev re li pêşiya tekoşîn û xebatên me wê nebe asteng, emê welat rizgar bikin. Em ji her jinek berxwedêr re dibêjin hişmendiya xwe azad bikin, ji bo karibin welatê xwe rizgar bikin. û pêwîste jin destê xwe bidin destê yekîneyên parastina jin, ji ber hêza ku ji wan re bibe alîkar û karibe mafê hatiye standin bizivirîne YPJ’ê ye. Jin bikaribe xwe bi xwe rêve bibe bê ku hebûna zilam û hişmendiya wî hebe.

Navenda Ragihandina YPJ’ê