Sînorên Rojava Û Ava Jiyan Ê

  • 2018 4 7 | Gotar

Rojekî pir dagirtî derbas dibû. Ji bo ku hindek vehesim cîhekî bêdeng digerim. Ger ku tu rastî bixwazî li vê derê de bêdengî û pirdengî jî bi hev re tê jiyan kirin. Dibe ku tişta jê re dibêjin “ Kêliya Şoreşê” ev bi xwe be. Bêdengiya ku di nava bablîsokan da tê jiyan kirin têr dike ku kûrbûna van kêliyan werin pênase kirin. ..

Piştî şahadeta dû hevalên xwe, me bêdengiyeke kûr jiyan dikir. Dû rêhevalên me yên ciwan jî bi axên pîroz re bibûn yek. Bi rojane li Serêkaniyê şerekî dijwar heye. Her tim amadekariya şer berdewam dike ji ber ku li ku derê, kengî fîşekekî were teqandin ne diyare. Ji ber vê yekê di her kêliyê de pêwîste em  ji bo her rewşê amade bin. Wê rojê dîsa me dizanî rewşekî biqewime ji ber vê yekê me xwe li gorî wê amade dikir. Hemû heval rojekî pir giran û dagirtî derbas kiribûn lê, dîsa destê wan li ser çek û li bendê bûn. Çeperên ku em lê disekinîn nêzî sînor û cîhê kî pir xeter de bû. Li wê derê dû hevalên jin bi giştî em 25 heval di çeperan de disekinîn. Bi giştî erdnîgariya Rojava û di nav de jî Serêkaniyê rewşekî pir stratejîk de bû. Ji ber vê yekê pir bi ziravtî û hessas nêzîk dibûn.

Piştî wê rojekî seet 5:00 ê sibehî rojbaş bû, hemû heval bi dengê nobedar heval Ayten ya; “ Heval zû rabin, çete ber bi deriyê sînor re pêş ve tên. Komekî heval niha di nava pevçûnê de ne ji ber vê pêwîste bi lezgînî em jî ji bo alîkarî biçin gel hevalan.” re bi rengekî lez ji cîhê xwe rabûn, çekên xwe girtin û derketin. Ji bo ku em pêşiya çeteyan qut bikin me ewqas lez kir ji ber wê cîhê ku ti carî em nikarin ji nav derbas bibin lê ji bo zû bigihîjin gel hevalan me xwe li wê derê da. Me dît ku derbas kirina wê derê gelek zehmete ji ber vê paş ve zivirîn û rêya piştê bi kar anîn. Ev jî bû sedema dem hûnda kirinê. Dema ku em gihîştin cîhê pevçûnê me dît ku hevalekî ciwan ji serê xwe fîşek xwaribû. Dema ku me wê hevalê dît wê demê fikra şahadetê wê her tim di bala me de bû. Me xwest wê hevalê ji cîhê pevçûnê dûr bixin lê, ew qet ne dixwest û wiha digot; “ Heval ez pir başim hûn dikarin berdewam bikin” dema ku wiha digot bi rastî pir kêyfxweş bû, mirov digot qey ne ew yekî din birîndar bûye. Wê demê me wê hevalê di cîhêkî ewle da sekinandin. Me jî mewziyên ku ji kîsên ax hatibûn bilindkirin de şer kir. Di navbera me û tanqê ku dijmin li me dide 100  mt dûrbûn hebû. Ji ber ku dûrbûna me ji tanqê ne zêde bû ji bo vê ne dikarîn weke ku dixwazin li mewziyên me bidin. Dema ku em bi komekî çete re di nava pevçûnê de bûn di wê kêliyê de komekî din ya çeteyan cîhê xwe şaş kirin û ketin nava çeperên me û matmayî man. Dem nedîtin da ku çekên xwe rakin ji ber ku me di wê kêliyê de hemû yan îmha kirin û dest danîn ser çekê wan. Carekî de me li hember xwe tanqekî mezin dît, bi rastî her cûreyê çekan di nav de hebû. Ger ku ez rastî bêjim di wê kêliyê de hindek tirs di dilê min de çêbû lê, tirsa min ne ji bo şer an jî şahadetê bû, tirsa min hûnda kirina deriyê sînor ya Serêkaniyê bû. Ji ber ku ev qadê ku pevçûn diqewimî bi rastî ji bo me pir girîng bû ji ber wê ger ku li vê derê hûnda bikin rewş pir ne baş be. Çav û gohê hemû cîhanê li wê derê bû. Wê demê nûçeyên weke; “ Hêzên YPG’ê di Serêkaniyê de binkeftin û çete li wê qadê xwe bicîh kir” derbas bûn. Hevalekî nûçegîhan jî wê demê li gel me bû. Ew jî di nava pevçûnê de cîhê xwe digirt, kêlî bi kêlî pêşketinên ku çê dibûn radigîhand û agahiyên rast dida televîzyonê û digot; “ Hemû nûçeyên ku dibêjin derî ji destê me çûye ne raste hîn deriyê sînor di destê YPG’ê de ye, pevçûnên dijwar berdewam dike.” Bi vî awayî agahiyê me ji pêşketinên derve jî çê dibû. Bê gûman hevalên ragihandinê ya gel me, ne weke ragihandinên derve ne. Dema pêwîst dikir şûna kamere çek radikirin û li kêleka me cîhê xwe digirtin. Li hember çekên giran yê çeteyan, di destê me de tenê qlêş û BKC hebû. Lê bê guman çekê me ya herî mezin û xurt baweriya me ye. Her dilê ku di nava vê şoreşê de cîhê xwe digre û kêlî bi kêlî şer dike bê guman bi baweriyeke mezin dijî û şer dike. Carekî de ew tanqa mezin avahiya ku me di nav de jiyan dikir lê da, wê demê hindek heval gotin; “ Heval dibe ku em deriyê sînor hûnda bikin”Dema ku ev axaftin ji devê hindek hevalan derket wê demê heval Ayten li hember tekbîrên çeteyan bi dengekî bilind sitrana; “ Zap ” ê got û hemû heval pê re dûbare kirin. Ji xwe çeteyên hov herî zêde ji vê sitranê aciz dibûn. Dengê me ewqasî bilind bû ku êdî gel jî bi dengekî bilind bi me re vê sitranê dûbare dikirin. Dibe ku me ne dikarî serê xwe ji mewziyê bilind bikin lê, di nava valatiyên biçûk yên çeperan de me qlêşên xwe derdixist û şer berdewam dikir. Çeteyên hov derveyî tanqên xwe heman demê de hawan jî bi  kar dianîn. Hawanekî hat û kete nava mewziyên me û di wê kêliyê de me xwe erdê re kir yek. Ji ber ku erd axê nerm bû ji ber vê di astekî zêde bandora hawanê çê nebû. Her ku dem derbas dibû hindek dîtir şer dijwar dibû. Heval Sîpan ya ku nû beşdarî refên YPG’ê bibû bi rengekî fedaî rabû û ber bi çeteyên hov meşiya. Me xwest wê bidin sekinandin lê, bi rastî pir bi biryar berdewam kir. Îxtîmalekî mezin wê çûbana nav çeteyan û bomba xwe di xwe de teqandibû ya lê, mixabin di nava çend deqqe de şehîd ket. Dema ku heval bûn şahidê şahadetê heval Sîpan wê demê hêrsa me hîn zêdetir bû û dûwre şer hîn dijwar bû. Di nava wê pevçûnê de tenê çete cîh ne digirtin heman demê de sekvanên tirk jî li beramberî me şer dikirin. Ji xwe bê guman yên ku li Serêkaniyê beramberî me diketin nava pevçûnê  çeteyên tirk bûn. Yên şer dikirin, yên ku çeteyan mezin dikirin jî bê guman dewleta tirk bû. Pevçûn heta ber bi nîvro berdewam kir, çete hêdî hêdî paşve kişiyan û dijwariya şer hindek kêm bû. Di nava koma me de hevalekî bi navê Zagros cîh digirt. Ev heval bi rastî pir xurt û weke cengaweran bû, rûxmê ku çete paşve dikişiyan lê ew qlêşên xwe rakir û dû çeteyan de baz da, B-7 ê ku di destê xwe de digirt bê navber ser tanqê de lê dida. Bi rastî lêdanê wê pir xurt bû lê ji ber ku roket hemû antî mewzî bû ji bo wê pir zêde bandora xwe li ser tanq de çê nedikir. Bi giştî hûndahiyên çeteyan 25 bû. Ji ber bawerî û hêza hevalan me Serêkaniyê parast, nehîşt ku çeteyên hov bikevin axên pîroz. Dema ku em çûn ser cenazeyê wan wê demê me dît ku yek ji wan jî ne ji Suriyê bû, ew kesên ku ji Afganîstanê ji bo şer hatibûn bê gûman ji bo ku komkujiyan pêk bînin hatibûn. Dibe ku bi navê baweriyan pir kesan xapandibin lê ew mirovên ku bi xwîna mirovan xwe didin jiyan kirinê ne.

Mirovên ku bi xeyalên bihûştê xwe dixapînin û bi rastî ew mirovên belengaz in...

Ew paşve kişiyan û me jî çeperên xwe hîn xurt kir. Me dizanî ger ku em dev ji çeperên xwe berdin wê demê çeteyên hov yekser wê bikevin û deriyê sînor bigrin. Ji ber vê yekê rûxmê hemû westandinê jî me dev ji mewziyên xwe berneda. Her ku zilgitê dayîkan dihat ber gohê me, kelecana gel ditît û hêza civakê hîs dikir wê demê hemû westandin dihat jibîr kirin. Lê, ji ber ku cew pir girtî bû û tozekî pir dijwar hebû ji bo wê qirka me ziwa bibû. Piştre hevalekî destê wê tijî av û nan ber bi me ve hat, bi rastî av pir cemidî bû. Me pirs kir; “ Di vê germahiyê de gelo ava sar ji ku derê anî bû?” bersiva ku me girt hîşt ku em matmayî bimînin û tîhnbûna xwe ji bîr bikin. Ava ku niha me vedixwar ji Bakûrê Kurdistanê hatibû. Di dema pevçûnê de gelê Bakûrê Kurdistanê ber bi sînor ve herikîne, bi şîar û dilê xwe ve tevlî berxwedana YPG-YPJ’ê bûne. Dema ku çete paşve kişiyane wê demê li ser têlên sînorê av û nan ji bo me avêtine milê me. Bi rastî dema ku min vê tiştî bihist pir kêyfxweş û hestiyar bûm. Min digot qey piştî şerekî dijwar bi vê agahiyê hemû cîhan bûye ya min û di nava dilê min de kom bûye. Êdî min av venexwaribûya jî ne xem bû ji ber ku gelê me bi hîssiyat û baweriya xwe hemû sînorên ku bi destê dagirkeran ve hatibû ava kirin, derbas dikir û bi yekbûna dilan re hêza herî mezin ya şoreşê serdiket. Wê demê tişta herî girîng zîndî kirina heskirina bê dawî ya gelê Kurd û baweriya dila bû. Ava jiyanê ji Bakûrê Kurdistanê ber bi Rojavayê Kurdistanê re diherikiya û jiyana bê dawî diyarî gelê me dikir, ji xwe tişta herî bi wate ev bû. Ger ku di roja me ya îro de bi milyonan dil bi yek dengî berxwe dide, têdikoşe bê guman ava jiyanê ya ku di şerekî herî dijwar de hatibû parve kirin ristekî diyarker dileyîze. Hêza herî mezin ya berxwadanê di wan kêliyan de veşartiye. Ger ku em dixwazin rastiya vê şoreşê nas bikin pêwîste kêliyên herî watedar ya ku hatiye jiyîn her tim zindî bihêlin. Bi qasî ku were bîranîn û zindî kirin wê ewqasî nirxê wê jî were zanîn. Dîrokekî zindî li ser xaka pîroz hatiye jiyîn. Ji ber vê yekê paşeroja me heman demê de pêşe roja me diyar dike. Wê rojê li ser xaka Serêkaniyê min jî şahidiya şerekî herî dijwar kir. Wê rojê di nava dijwariya şer de ava jiyanê ya ku sînoran derbas kir û gihîşt destê me carekî din bê miriniya nirxên me îspat kir..

                                                                                              Zîlan Tolhildan