Serkêşa Dîlana Azadîyê: Rêvan

  • 2018 9 10 | Gotar

 

Di dîlana azadiyê de ew ti carî destê hevalên xwe berneda û ji bo gihîştina bê dawîbûnê her tim bû xwedî ked. Dema ku ew dîlan digirt rûçikên wê ronahiyeke bê dawî dida gerdûnê. wê her tim ji kombûn û ji civakbûnê hes dikir û hêz digirt. Di nava wê kombûnê de rastiya jiyana Tevgerê nas dikir. Di nava civata hevalan de rastiya hebûna xwe dinasî û bi qasî ku fêm dikir ji bo hevalan dibû rênîşan û pirsgirêkên jiyanê yên ku li pêşiya pêşketinê dibûn asteng, heval Rêvan bi kedeke mezin dida derbas kirin. Ji ber vê wê ji civakbûnê hes dikir. 

Heval Rêvan berî ku werê perwerdeya şervanê nû bibînê demekî di piratîkê de mabû. Ji ber vê tecrûbe û naskirina wê di astekî de jiyan û însanê rêxistinkirî re hebû. Rûxmê perwerde nedîtibû lê dema mirov lê dinêrî nedizanî heval Rêvan şervaneke nû ye. Dema ku ji bo dîtina perwerdeya şervanê nû ji pratîkê derbasî qadê perwerde bû wê demê sekna wê ya xurt mirov matmayî dihîşt. Weke jin ji xwe bawer jiyan kirin ne hêsan e lê ew di her gavekî xwe de vê rastiyê jiyan dikir. Bi rastî tecrûbeya heval Rêvan ya jiyanî û di şer de hatibû çêkirin ji ber vê heval baweriyeke mezin didan wê.

Heval Rêvan bi sekna xwe ya ji xwe bawer di nava hevalan de hebûna xwe dida hîs kirin, bê ku baxive mirov dizanî heval Rêvan çiqas bi xwestek tevlî xebatên şoreşgerî dibe. Di nava cilên YPJ’ê de xweşikbûneke bê hempa hatibû ava kirin. bi rastî di astekî herî jor de xwe berpirsiyarê jiyanê didît. Asta fêm kirinê dihêşt ku wateya jiyanê bizanibe û xwe berpirsiyar bibînê. Bi sekna xwe ya bawer cîhê xwe di dilê hevalan de dida çê kirin. Sekin û tevlîbûna heval Rêvan di bingeha biryara rast jiyan kirinê de pêş diket, ji ber vê bi hatina wê ya perwerdê re bû pêşengê jiyanê û berpirdiyartî rakir ser milê xwe. Sekna wê ya bawer dihêşt ku di nava hevalan de werê gûhdar kirin. Ji ber ku ew berpirsiyartiya vê jiyanê ji dil pêk danî. Pirsgirêkên ku di jiyanê de derdiketin ti carî li pêşiya heval Rêvan nedibûn asteng ji ber ku heta dawî bawer dikir ku çareseriya hemû pirsgirêkan heye û her kes dikare di kesayeta xwe de gûhertin pêş bixe. Ew bi xwe jî nû beşdar bûbû lê, dema ku bi hevalan re li ser esasê pêşketin û vegûhertinê nîqaş dikir wê demê zêdetir civat li derdora xwe kom dikir û ew ava dikir. Danehevên jiyanî di kesayeta heval Rêvan de baweriyeke bê dawî ava kiribû ji ber vê hêviya jiyaneke azad ya bê dawî tekoşîneke dijwar hewce dikir. Heval Rêvan di nava rastiya Tevgera Azadiyê de kêlî bi kêlî xwe perwerde dikir û di şêwaza xwe ya jiyan kirinê de ti carî bê hêvî nediket. Tîma herî kom kirî ya heval Rêvan bû, heval Rêvan bi hevalan re mijûl dibû û ji bo pêşketina hevalan her tim nîqaş dikir û di hevalan de bingeheke xurt ya rêxistinî ava dikir. Pêşketina hevalan ji bo heval Rêvan mijareke pir girîng bû. Armanca wê her tim di bingeha mezin jiyan kirinê de pêş diket. Di şervantiya nû de vê da îspat kirin. dema ku tekmîl dida her tim bi hêvî nêz dibû. Diket cîhana hevalan û pirsgirêkên hevalan çaraser dikir. Dema ku bûyerekî diqewimî pir bên fireh nêz dibû da ku bikaribe çareser bike û bide derbas kirin. Bê gûman şêwaza jiyan kirina heval Rêvan bi vî rengî watedar bû. Baweriya wê her tim di milê afirandinê de bû, baweriyeke heta dawî di rêhevalên xwe de dida ava kirin. Di bingeha vê şêwazê de heta dawî heskirin û tevgerandin heye.

Sekna Jina Azad Ya Rêvan Dibû Çavkaniya Hêza Jiyanê

Di jiyanê de her tim xwedî moral û coş bû, di heman demê de xwedî pîvanên jiyana azad bû. Weke jin di şêwazê jiyan kirina rast de bi kûrahî difikirî û pêş diket. Dema ku mirov sekna heval Rêvan dinêrî wê demê bi pîvan jiyan kirina heval Rêvan dihêşt ku derdor jî xwedî pîvan bijî. Bi awayekî xwezayî kesayeta xwe perwerde dikir û pîvana jin û jiyana azad ava dikir. Dibe ku di çavkaniya vê şêwazê jiyan kirinê de bandora malbet jî hebe. Sekin û tevgerandina heval Rêvan cîhê ku lê dijî kombûn pêş dixist. Pîvan û şêwazê çawa rast bijîn di kesayeta wê de bi awayekî şênber dihat jiyanî kirin, bi xwezayî beşdarbûna wê çavkaniya hêza jiyanê bû. Pîvanên ku Rêber Apo ji bo tevahî jinan dest nîşan dike weke ku heval Rêvan berê de têgihîştibe tevdigeriya. Di vê bingehê de nêzî jiyanê dibû. Her tim bi eşq û coşeke mezin beşdarî jiyanê dibû. Daxwaza wê di çeperên pêş yê tekoşînê de cîh girtin bû, her tim digot; “Hevalên me di çeperên pêş de ne pêwîste ez xwe bigihînim wan hevalan û li kêleka hevalên xwe berxwe bidim. Heval diwestin ji ber vê ez biçim bi hev re vê barî rakin û alîkarî bidin hevdû” Bi rastî wê demê Kobanê bi şerekî pir giran re rû bi rû bû, dijmin bi awayekî hovane êrîş dikir. Wê demê heval Rêvan ji kûrahiya dilê xwe vê yeka hîs dikir. Heval Rêvan her kêlî bi wate jiyan dikir. Heval Rêvan bi sekna xwe ya berxwedêr  dîrokeke nû nivîsand û ji bo me xeta azadiyê careke din nîşan da. Di vê rêya pîroz de bûyîna şopdarê rêheval Rêvan di erkên demê de roleke sereke ye. hevaleke ne zêde kevin bû lê eşqa wê ya jiyanê di asta herî jor de bû. Her tim bi hevaltiya rast jiyan kirin ji bo heval Rêvan sereke bû. Bi heskirineke mezin ji bo azadiya civakê têdikoşî ya.

Rihê Hevaltiya Rast Bû Bingeha Rihê Fedayîtî Yê

Êdî li Kobanê her ku diçû êrişên çeteyan pir dijwar dibûn.  Heval Rêvan di xeta gundan de di çeperên herî pêş yê şer de bû. Êriş dijwar dibe heval paşve dikişiyan, lê heval Rêvan îsrar dike ew çeperên xwe bernedê. Di wê sekna xwe de di jiyana azad de îsrar kirinê nîşan dide. hemû bombeyê hevalan digre gel xwe û hevalên birîndar derdixe. Ew bi xwe jî birîndare, heval qademeyekî xwe paşde dikişînin û ew çalakiya xwe fedaî pêk tîne. Heval Zîlan, şervaneke salekî bû, heval Rêvan di xeta heval Zîlan de sekna fedayî berdewam kir. Peyam da me hemûyan; ji bo ku Kobanê nekeve pêwîst bike em hemû jî canê xwe bidin. Bê gûman heval Rêvan bi sekna xwe ya fedayî vê rastiyê dest nîşan dike. “Ji bo ku Kobanê nekeve emê canê xwe feda bikin û ji dijmin re bikin goristan” ji ber vê Kobanê bû bajarê şehîdan. Çalakiyekî pir bi wate û pîroz li darxist. Pêwîste em weke rêhevalên wê xwedî li çalakiyê derkevin, erkekî sereke ya rast jiyan kirinê ye. Ger mirov bixwaze bike dikare her tiştî bike. Bi wîjdan jiyan kirin, zanebûneke xwezayî pêş xistin, êşa gel hîs kirin sekna pêşeng ya rêheval Rêvan ava dikir. Demekî kurt di nav jiyana şoreşgeriyê de derbas kir lê heta dawî dagirtî jiyan kir û ji bo me xeta azadiyê careke din bi hebûna xwe re zindî kir. Heybet û bedewbûna heval Rêvan bû bingeha sekna jinên qehremantiyê dikin.

Di jiyan kirina heval Rêvan de dihat fêm kirin ew weke Zîlan û Bêrîtanan mezin jiyan bike ji ber ku ew êşa gelên xwe ji kûr de hîs dikir û dijiya. Ji ber ku ew di dil de hîs dikir bersiveke bi vî rengî da. Heval Rêvan bi mezinahiya dilê xwe re çalakiyekî fedayî pêş xist. Yê ku Kobanê li ser piyan hêşt bê gûman rihê Rêvanan bû. Ew keçeke ji Kobanê û hîn şervaneke pir nû bû lê çalakiyekî bi vî awayî pêş xistin hestên kûr û nêrandinek xurt ya jiyanê dixweze, heval revan bi çalakiya xwe ev di xwe pratîk kir. Heval Rêvan bi vê çalakiya xwe da îspat kir ku êdî her jinek Rojava ji bo azadiyê dikare di rêya fedaîtiyê de jiyan bike. 

                                                      Zîn Kobanê