STÊRKÊN ÇIYAYÊ KURDISTANÊ LI ROJAVA GEŞ DIBIN

  • 2017 28 COTMEH | Pekrewan

 Rêber APO dibêje: " ji bo armancên mezin mirin, her dem jiyan e". Şehîd ji bo armancên mezin cangoriyên tekoşînê, rêhevalên rêber APO yên rast in. Di şert û mercên herî zehmet de, di cihê ku digotin:" dijmin li kurdistanê her tişt teslîm girtiye, êdî nikarin derbikevin holê". Ew bûn şervanên rast ên gel, ku pêşengên ji nû ve afirandina jiyanê çawe pêk bînin.

Ew bûn ên herî baş ku dîrok fêm kirin û afrandin. Para me jî ew dane jiyan kirin,em tu ceran fêrî tu nebûna wan nabin. Fêr nebûna tunebûna wan e, wê bibe bilndkirina bîranînên wan. Bilindkirina bîranînên wan jî, di rêzaniya wan de wê li her qadê, bibe bilindkirina tekoşînê. Ev ê bi nepejrandina wan a bûyîna sirek, di nava rûpelên dîrokê de pêk were.

Di şoreşa Rojeva de jî me gelek bedelên hêja dan ji bo serkeftinê, û gelek çîrokên hes kirinê û evînên  mezin muhra  xwe neqişandin di eniya dîrokê de.

Yek ji wan lehengan ên ku ji çiroskên agir destanên tekoşînê çêkirin, rêheval Evîn Zana, navê rast Mizgîn Hesen di sala 1979' na de li gundê Badyanê yê bajarê Girkê Legê ji dayîk bûye ew jî weke her keçeke kurd bi evîn û eşqekî mezin berê xwe dida jiyanê. Evîn di malbatekî welatparêz de mezin bûye û kesayetekî şoreşgerî di wê malbatêde hatiye afirandin û avakirin. Di sala 1991'an de kurê apê wê şehîd Lewend tevlî refên tevgera azadiyê dibe û tevlîbûna wî bandorekî mezin li ser hevala Evîn dike. Di sala 1995' an de Evîn û giropek hevalên wê berê xwe didin jiyaneke azad û soza fedayîtî didin şehîdan û rêber APO. Şehîd Evîn li gelek qadên çiya de ma, ji Zagros heya Botanê di her şertên zehmet de Evîn biriyara xwe mezintir kir. Şehîd Evîn bi rûkeniya xwe dihat naskirin nîzîkatiya wê ji jiyanê re û ji hevaltiyê re her tim cihê rûmetê bû bi salan tekoşîn kir û ked da her tim di wê hêviya  himbêz kirina Rêbertî û jiyana azad di ramanên wê de bû.

 Di sala 2011'an de bi dest pê kirina şoreşa Rojava re şehîd Evîn bi fikrê xwe û bi rihê xwe bi gelê xwe re bû, piştî germahiya şoreşa Rojava zêde bû şervanên YPG'ê YPJ'ê destana berxwedanî û qehremantiyê didan nivîsandin şehîd Evîn jî dixwest ku ew jî yek ji wan şervanan be. Di sala 2014'an de derbasî Rojava dibe û dibe yek ji wan fermandarên YPJ'ê

Hevalên ku bi şehîd Evîn re kar kirîn gelek bi tevgera wê ya nav jiyanê bandor bûbûn, heval Evîn wekî rêveberiyekî YPJ'ê di îyaleta Dêrikê de cihê xwe digirit, li ser karê rêxistinî disekinî, rêxistina gel tevlî bûna ciwanan bi malbatên me re aleqedar bûn, di heman demê de cihê xwe weke rêveberek YPJ'ê digirt.

Heval Evîn hevalekî pir dil nimiz bû, xwedî hevaltiyekî dirist bû,girêdanên wê bi tevgerê re xurt bû, birayekî wê jî şehîd hebû, her tim karê xwe bi şeklekî aktîf û dûzenlî pêktanî tucaran firset nedida ku kêmasî têkeve nava karê wê ji her tiştî bêhtir ji karê xwe hez dikir.

Bi karê xwe yê di nava Dêrikê  de dida meşandin bandorekî xwe yê cuda li ser gel hebû, ji ber ku ew mirovekî mutewazî û mirov fêm dikirin, ji bo wê cihê xwe di dilê zarok, dayîk û bavan de çêkiribû, ji bo wê çaxê ku şehîd ket bandor li ser gelên herêmê û bi taybet li gelên Dêrikê .

Rastî jî mirov bi dan û sitandinên heval Evîn di nava gel de rastî jî mirov pê bandor dibû xwe bi heval Evîn re rihet bû, ji bo wê hevalan her tim dixwestin bi vê hevalê re kar bikin, ji bo ku ew fêm dikiririn, hevalên pê re jiyan kirîn, wekî însan xwe pir deyn darê wê dibînin, ji bo wê ew heval heya dawî wê li berxwe bidin û tekoşîn bikin soza wan jî ew e ku tola wê rakin. Heval Evîn ji taybetmendiyê wê ku bi zarokan re zarok, bi mezine re mezin bû, seknê ji bo ku seknekî mînak bû, ji bo wê her kesî hurmet û raber nîşan didan çaxê ku heval Evîn didîtin, heval Evîn ji civata dayîkan pir hes dikir û dayîk jî kêfxweş dibûn ji bo heval Evîn pir guh dida perwerdê dayîka hem yê sîlah û hem jî yê îdolojîk, ji bo wê dema ku dayîkan heval Evîn didîtin her digotin çima ev demeke me tu nedîtî û me bêriya te kiriye, were gel me, ev jî dida nîşan dan çêkirina hes kirina wê di dilê gel de, û gel jî ewqas pê ve hatibûn girêdan, û gelekî jî ji zarokan hes dikir, yenî wextê diçû malan hemen    zarokan xwe tavêint bedena wê ew jî ji dil nimziya wê bû.

  Rastî jî însanekî dirist bû di karê xwe de, her tim ku pirsgirêk di nava gel de çêbûbana li pirsgirêka wan guhdar dikir, eger lomên wan li ser hevala hebana îhtîmam û sayigî dida nirxandinên wan û tjşta ku ji destê wê jî dihat dixwest ku pirsgirêkê di nava gel de çêdibûn çareser bike. Tiştê ku heval Evîn ji bo gel ji hevalan re nesîhet dikir ew bû ku digot divê tu caran di alê rêbaz de di alê sekin de alê nîzîkatiyên ji derveyî xeta rêxistinê, qencî be em tu carî nekevin di şaşîtiyan de, di van milan de, ji bo xaleke biçûk jî di milê milet de dibe neyînî bandor bike, ji bo wê heya dawî dibe ku em mutewazî bin, û em însanên xwedî sekin bin, wekî însanên vê rêxistinê em durist bin heya ku seknê me erênî bandora xwe li ser vî gelî bike.

 Li Dêrikê gelek partî hene, dema ku heval Evîn diçû malên wan gelek qedir ji wê re digirtin, mînak wexta ku heval Evîn di riyekî bajêr de dimeşiya tu kes nebû ku silaf nedaban heval Evîn yan jî heval Evîn silaf nedaba wan, hatibû wê astê ku her kesî heval Evîn nas dikir, her çiqas gelekî nema di Dêrikê de jî em tesîra xwe li ser miletên wê dabû çêkirinê. 

Di şerê rebî'a de heval bi çoşekî mezin tevlî şer bû, heval çar rojan di nava şer de ma, heval Evîn hêzên ku li ser disekinî heya dawî xwest ku wan biparêze, ne dixwest ku teliya hevalekî xwîn bibe, demê ku Daîş hat êrîşî Rojava bike bi hêviyekî pir gerim hat Mûsil girt û gelek cihên din jî girtin ji wan weye ku hêza YPG'ê û YPJ'ê jî li ber xwe nadin û wê ji Dêrik birevin, çaxê ku hatin nikarî bûn gavan bi pêş ve bavêjin li hember berxwedaniya YPG'ê û YPJ'ê, û teknîka wê demê li ser hevalan didan şuxlandin, tang hawin û çekên giran bûn heval Evîn pir parastina hevalên xwe dikir dixwest ku canê xwe ber wan de feda bike û rastî jî wisa kir, heval Evîn bi qehremantî şehîd ket, her kes jî ne layîqê şehadetê ye, di roja çarê de heval Evîn li rebî'a şehîd ket, heya kêlîka dawî jî dixwest ku hevalan biparêze, ji bo got ku bila heval gropek biçe milê sewama, ji bo ku hawina yan jî tang li me xistin heval hemû ne kom kirîbin, ji bo şehadet çênebin, piştî ku girop bi pênç deqan ji wî cihî çûn hawin li wî cihî ketin, heval Evîn giran birîndar dibe, û hê li wê derê şehîd dikeve.

Heval Evîn bandorekî pir cuda da çêkirin li ser hevalan, gelek tiştên ku hevalên  pê re karkirîn jê girtin hebûn, yenî heya çaxê ku diçû karekî ji derve dihat tekmîl dida hevalên li kêleka wê kardikirin çiqas di asta rêveberiyê de nebana jî, ji bo wê hevalan jî her tişt pê re parve dikir, heval Evîn gelekî ji jugrafiya Dêrikê hes dikir, ji bo wê digot ku bajarê Dêrikê nêzî bakur e û ava wê jî heye, ku baş ava biba wê bibe bejarekî bi ekonomiya xwe xurt derkeve, ji kaniyan pir hes dikir, ji bo wê çend cihan kanî hebûn di milê Indîwêrê de heval dibirin û diçûn ser wan kaniyîan, dêr hebûn di Dêrikê de diçû ziyaret dikir, yenî pir merqlî bû, her dixwest ku biçe cihên dîrokî, heval jî bi xwe re dibirn, ji hevalan re behsa dîrokên wan cihan dikir, carekî heval çûn Indîwerê heval Evîn got ku ew dixwaze carekî biçe endamên YPJ'ê hemiyan bîne Indîwerê seyranê, gelekî dixwest biçe cihên bilind yan jî ber kaniyekî yanî li ber avekî, xeyalên heval pir fereh bûn serê xwe bi gelek tiştan ji bo Kurdistaneke azad têşand.

Xwesteka heval ew bû ku navendekî YPJ'ê avabibe di Dêrikê de, û heval hazirtiyên wê jî dikir, cih didît digot hevalan ka guncav e yan jî na, û dixwest wekî navandekî tenê bi YPJ'ê ve girêdayî were nas kirin ji bo navada li Dêrikê navenda giştî bû, hevalan jî ev xwestek wê pêkanîn û navenda Ş. Evîn li Dêrikê ava kirin.

 

 Nirxandinên şehîd Evîn di salvegera şehadeta şehîd Bêrîtan de:  Belkî mirov di rojekî wisa de çiqas nirxandin yan jî  şîrove di kesayeta heval de bîne ziman wê kêm bimîne lê belê salvegera wê rojê jî biranîna şehadeta wê hemû şehîdên ku di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hemû hevalan bi bîr tînin û bejna xwe li  hember wan ditewînin. Bê goman 25'ê mijdarê ji bo tevgera jin jî rojekî pir girîng e ji ber piştî şehadeta hevala Bêrîtan wekî ku em dizanin serokatî her şehîdekî wê rêxistinê ji bo wê rêxistinê kire roja xurtbûyînê gava bi şehadeta  heval Heqî dest pê kir PKK'ê ava kir di salvegera hevala Bêrîtan de jî artêşa jin ava kir, carekî din di kesayeta hevala Bêrîtan de hemû jinên kurd careke din di bin rêxistinekî de di bin rêxistinekî de, jina kurd bikaribe vê rojê bi vî şehadetî bikaribe carekî din li hebûna xwe û li rastiya xwe yargiyên xwe yên dîrokî yên mayî roja vî rêxistinê di bin pêşengtiya heval birîtan de carek din bikaribê xwedan derkeve vî mîrasê xwe yê dîrokî carekî bişopîne di xeta hevala bêrîtan de.

Şehîd Evîn di berxwedana Şengalê de li herêma Rebî'a de bi lehengî û BI qehremantiyekî mezin şehîd dikeve. Lê îro şehîd Evîn serê xwe danî li ser xaka xwe ya pîroz û li kêleka rê hevalên xwe yê nemir li quntarê çiyayê cudî mêze dikin û hez kirina wan ji çiyayê Cûdî re her tim zêde dibû îro jî bi hezaran şervanan navê Evîn rakirin û destanan dinivîsînin, heval Evîn bi evîna xwe evîna welat em fêr kirine, bi evîna xwe rastiya hevaltî em fêr kirine, bi evîna xwe wateya şehadetê em fêr kirine, û bi şehadeta xwe evîn ji nû ve afirand. Bila herkes zanibe ku şehîd Evîn di dilê her mirovekî de jiyan dike û ew qet namire bijî şehîd û şehîd namirin.                

                                                             Slav û Rêzên Şoreşgeri