STÊRKÊN BEDEW XEMLA ASÎMANÊN BÊ DAWÎ NE

  • 2018 6 17 | Gotar

 

Xewn û xeyalên me li ser xaka Kurdistanê, di dilê şoreşê de jîyan kirin bû. Mizgîniya şoreşê li Rojavayê Kurdistanê şîn hat û banga xwe ya azadiyê gihand li her deverê cîhanê. Qehremanên bê mirin li ser vê axê jiyan kirin. Di welatên bi heybet da dilê zarokên bi êş veşartiye, ji ber ku zaliman her dem berê xwe dan nirxên mirovatî yê herî pîroz û jîyana hevpar. Li welatê Rojê rondikê dayîkên dilbirîn qet ziwa nebûn û her timî  ji ber birînên nû şewat ticarî xilas ne dibûn. Erd û ezman bi qîrînên hesretê ve dihejiyan. Deşt û çîya timî birîndare ji ber veqetandina we. Weke ku çiya bibe evîndar, bigîhîje asîmana û ji ber eşqê şewata geş jiyan bike. Wekî ku ji hesret û bêrî kirina delalê ber dilê xwe bê taqat bimînim. Lê wekî ku bi hêviya hembêz kirina rê hevalê xwe yê nemir dîsa şîn bibe gûl û rihan. Erd û ezman bi destê xayînan kêliyên reş jiyan dike, zalim dixwazin di tarîtiya şevê da xeyalên zarokan tine bikin lê nizanin ku Roj dîsa û dîsa li ser xaka pîroz hiltê û di nava pelên dîrokê de lêgerînvan her tim zindî dimînin.

Bi mirovê azad, Rojê azad yê gerdûnê re jîyan kirin wateya bê miriniyê, jiyan û erdekî ziwa de şînbûyîna cîhanê ye, navê te li her deverê gerdûnê qîr kirin jî wateya rohnî kirina şevên tarî û jibîr ne kirina êşên zarokane.

Li benda hêviya dîtina te me, wateya dîtina te; wê bibe encama lêgerîna heqîqetê û hêviya lêgerînvanê tekoşînê. Tine kirin bi destê mirovên kûjer  ve hatiye li ser  rûyê erdê. Bi hebûna cengaver û heskirina dilên qehremanan jî jiyana azad wê kêlî bi kêlî bi gerdûnê re were parve kirin. Rihên azad ya dilan bi çekên ku di desta de zindî dibê re, bi hev re, rojên watedar bi xwe ra bînê.

Behrekî mezine jiyana me, her tim diherike, tu caran nasekine, kesek, çi hêz jî nikare bide sekinandin, ji ber ku rihên azad di kûrahiya vê axê da veşartîne. Bi hêza xwe deşt û çîya dixemlîne, bi zelalî û rengê xwe jî stêrkên bê dawî dike mêvanên xwe, bi asîmana bedew re dibe hevrê. Bi zelalî ya xwe her tim zindî ye ji ber ku evîna bê dawî jîyan dike.