Sembolên Berxwedana Serdemê

  • 2019 2 5 | Gotar

Di berxwedana Serdemê de gelek ciwanên Kurd ku li berxwe dan û xwe gîhandin asta fedaîbûnê derketin. Tişta ku navê berxwedaniya Efrînê kir Berxwedana Serdemê keç û xortên evîndarên azadiyê bûn. Di pêşengtiya ciwanên Kurd de vê berxwedanê deng da û dilê tevahî mirovahiyê bi dilê wan re bû yek. Vê yekbûnê di nava xwe de gelek wêrekiyên mezin afirand. Vê yekbûnê bi xwe re navê berxwedaniyê anî. Mîna deryayekê herikî nava rûpelên dîrokê. Ji bona berxwedêran bû rûmet ji bona dagirkeran jî bû rûyê şermê. Berxwedanî felsafa wan ya jiyanê bû. Ji ber ku wan dizanî ruyê mirovên fedaî her demê li jiyana azade. Derveyî denge dilê wan yê ku ji bona rojê lêdida tiştek nedibihîstin. Wan roja xwe xistibû nava dil û mêjiyê xwe. Çavên wan yên ku her roj dibûn şahidê bedenên bê can êdî ji xwe re digotin ger em nebinînin jî bila bibinin zarokên welatê me.

Di berxwedana Serdemê de rêhevalên me yên weke ÎLAN, AVESTA, POLAT, BARÎN Û ROHENDAYAN ji me re bûn sembol. Emê hestên wan ên di derbarê jiyana şoreşgerî, girêdanbûna wan ya bi rêhevaltiyê re û hêviyên wan ên di derbarê pêşerojê de bi we re parve bikin.

Navenda Ragihandina  YPJ