Serkeftina li dijî DAIŞ’ê serkeftina hemû jinan e

  • 2019 3 31 | Nûçe

Fermandara yekîneyên parastina jin YPJ’ê Zînarîn KOBAN’ê di pîrozbahiya ku ji bo serkeftina li dijî DAIŞ’ê hate li destxistin de axivî û got jin di dîrokê de, tekoşîn û serkeftinên xwe bi tîpên zêrîn nivîsand û îro jî di pêşengtiya YPJ’ê de ev çand xwe ji nûve zindî kir.

Fermandara YPJ’ê Zinarîn Kobanê, di destpêka axaftina xwe de ev serkeftina dîrokî li tevahî jinan pîroz kir û wiha got:“ Em vê serkeftinê di destpêkê de, li hemû hevalên amede, jinên cîhanê û hemû gelên ku ji bo vê şoreşê ked dan pîroz dikin. Îro dîrok bi destê jinên tekoşer tê nivîsandin û bi rengê jin şoreşa gelan tê avakirin. Tekoşîna ku di van salan de li hemberî çeteyên DAIŞ’ê hat meşandin, ewqasî hêsanî nîn bû, ev tekoşîn kêlî bi kêlî bi xwîna şehîdan, hate bi destxistin. Bi pêşengtiya jin, çeteyên Daîş’ê, ku weke hêzekî herî hovane û dijminê jinan kete dîrokê hate bi binxistin. Çawa li Kobanê şkest, îro li Bahozê şikestina herî mezin jiyan kir. Me çeteyên DAIŞ’ê li herêmê aliyê bejahî de bi dawî kir lê, em nikarin bêjin DAIŞ, bi dawî bûye. Ji ber wê tekoşîna me li vir dawî nebûye berovajî em karin bêjin wê tekoşîna me bi rêbaz û şêwazê nû berdewam bike. Weke hêzên YPJ’ê  pêşengtiyê ku ji me tê xwestin li ku derê bibe bila bibe em wê tekoşînê berdewam bikin, da ku em karibin serfeftinê misoger bikin.”

Ev serkeftin bi yekîtiya gelan û hevbeşiya jinan hat bi destxistin

Fermandar Koban’ê, di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ev serkeftin bi yekîtiya gelan û hevbeşiya jinan hate bi destxistin û got:“Em ji tarîtiyê derdikevin ronahiyê. Meha Newrozê ji bo gelan xwedî wateyek mezine. Têkbirina çeteyên DAIŞ’ê div ê mehê de jî ji rastiya gelan yê dîrokê qut nîne. Ev meha bi qasî rojên bi êş têde hene ewqasî jî coşa bihara gelane. Bi xemla jinan bi rengê zarokan bi mozaîka gelan em dibînin, îro hemû gel bi çanda xwe li qadane û vê serkeftinê pîroz dike. Ev rojên bi şahî û coş hemû gelan û jinan heq kiriye.”

Em her rista pêşengtiyê bileyîzin û têkoşînê mezin bikin

Fermandara YPJ’ê Zinarîn Kobanê, bi van gotinan, dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo em bikaribin projeya jiyana azad û wekhev bi neteweya demokratik tacîdar bikin, serkeftinê bi ser bixin; emê weke jin her tim pêşeng bin û her tim ji bo wê tekoşîn bikin. Serkeftina heyî, em diyarî hemû jinan dikin û bi taybetî diyarî gelên ku di vê şoreşê de keda wan çêbûyî, hevalên meyî şehîd û gazî dikin.”

Navenda Ragihandina YPJ