Serokê Min

  • 2018 Adar 5 | Gotar

 Te bi gotinekî dest bi nivîsandinê kir û ti car nehatibû bihîstin ji ber ku ji bo vê cesaret pêwîst dikir. Her wiha jiyanekî nehatiye jiyan kirin ji ber ku jiyana azad hatibû qedexe kirin. Rojekî nehatibû dîtin ku serî hatiye rakirin. Di nava tarîtiyên bê dawî de dengekî hate bihîstin û dîroka desthiladaran hate red kirin. Dîroka azadiyê û rastiya derkatina ji tarîtiyê bi ramanên Rêber Apo hate nivîsandin. Her ku çiyayên Kurdistan’ê yên bi heybet mêyze dikim bilindbûna te, tê bîra min. Evin û kenê te her tim di dil û mejiyê min de ye ji ber vê yekê di rêya lêgerîna hebûna rast de jiyan dikim. Rojek ji beriya rojekî em li benda dîtina te ne. Xwestek û hêviyên me bi te re jiyan kirin e. Bi te re axaftin, rûkeniyê te dîtin ji bo min di wateya her tiştî de ye. Wateya jiyana min tuyî. Di demên herî zehmet de ango her demî yê ku hêviya jiyan kirine xurt dike bê gûman hebûn û felsefeya azad ya jiyana te ye. Her wiha ronahiya rêya azad heqîqetê te ye. Te jî got: “ Jibîr kirin îxanete”. Em ê di nava dilê dijminê mirovahiyê de bibin agirekî ku ti kes nikaribe bitefinê. Dibe bi gelek zehmetiyan re rû bi rû bimînin û hûndahiyên giranbûha  jî bidin lê, ev nabe sedema lewaz jiyan kirinê. Ji bo ku em xwedî li kedê te û hevalên şehîd derbikevin pêwîste di dest pê kê de em weke avekî zelal jiyan bikin û rastiya te bidin jiyan kirin. Bi vê şêwaza jiyan  kirinê re em ê tola hezaran şehîdên xwe rakin. Şewqa te weke rojê, li ser çiyayên azad belav dibe û bandora jiyana azad li ser tevahî jiyanê teyisandina xwe çê dike. Dema ku ez li tava heyvê mêyze dikim ronahiya te ya bê dawî tê bîra min. Dema ku li ezmana mêyze dikim wê demê evîna mezin  di hemû hucreyên laşê min de belav dibe. Bila her kes bizanibe; evîna gelê Kurd ti car bi dawî nabe û her ku roj derbas dibe zêdetir bêhna azadiyê bi bandor dibe. Em evîndarê jiyana azad in û yê ku rêya jiyana azad diyarî gelê azadixwaz kir Rêber Apo ye. Em ê gav bi gav bi can û xwîna xwe ve rêya azadiyê  bihûnin. Di rêya azad de tekoşîn kirin dihêle ku em her tim serbilind bin. Bi ramanên te yên dagirtî re felsefeya jiyan kirina bi wate digihîjê heqîqet ê.

Bi rêya hêzên serdest re afrînera jiyana azad hate dîl girtin. Lê, weke ku te jî di gelek parazname û pirtûkên xwe de diyar kir: “ Di wateya rast de fêmkirina azadiyê girînge. Şûna ku di nava pencên pergalê de jiyan bikim di nava çar dîwaran de bimînim baştir e.” Dema ku em ji vê rêbikevin emê bibinin ku watedar jiyîn dîtina heqîqetê re girêdayî ye. Ji ber vê yekê em her tim tekoşîna rastiyê bidin. Ji bo ku dîroka rast yên gelên azadixwaz were nivîsandin bê navber berxwedan û îradeya xurt divê.

Serokê min; îrade te ya bê hempa ji bo me jî dibe bingeha rast tevlîbûnê. Em soza; rast jiyan kirin û serkeftinê didin te. Qîrîna azadiyê wê ji her derê were bihîstin. Ji ber ku şervanên Rêber Apo heta kêliya dawî ji bo rizgariyê têbikoşin û xwedî li vê kedê derbikevin. Di rêya rast de bi israr in. Bi xeyal û hêviyên dîtina te re em ê bijîn û her tim di nava hewldanan de bin. Bi rastî em deyîndarê şehîdên qehreman yên ku di oxira şoreşa gelan de canê xwe feda kirin û bûn parazvanê xeta Tevgera Azadiyê. Di wateya rast de parazwanên xeta jiyana azad şehîdên me ne ji bo wê tenê bi şopdariya wan ve dikarin bêjin ku: “ Em jiyan dikin.”

                                                         Slav û Rêzên Şoreşgerî

                                                                    Evin Zîlan Amed