Têkbirina komplo bi bilindkirina berxwedanê misogere

  • 2019 2 12 | Daxuyanî

Ji gelê me û raya gıştî re;

Berxwedana di şexsê Leyla Guven û tevahî berxwedêrên îro di bin şîara 'Emê faşîzmê têk bibin, tecrîdê bişkînin û Rêberê xwe azad bikin' dest bi grava biçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kirine, bi rêzdarî silav dikin. Hêzên komploger bi tundî û hêrsek mezin şermezar dikin. Em li hember bawerî, hêvî û biryardariya efsaneyî ya ku li ser navê tevahî gelên Kurdistanî, mirovahî û jinên tekoşînvan tê nivîsandin minetdariya xwe li tînin ziman. 

Komploya li ser Rêberê gelan, Rêber Apo, di sala 1999'an de pêk hat, 20 salên xwe tije kir. Rêber Apo, ji ber bi fikir, felsefe û birdoziya ava kirî, bû dengê gelên heyîna wan di bin metirsiyê da ye, bi komployek wiha nermerdane dîl hate girtin. Di serî de gelê Kurd û bi hezaran rêxistin û tekoşerên ji bo azadiya gelan şerekî mafdar didin, di 20 salên derbas bûyî de berdêlên gelek giranbuha hatin dayîn. Grava birçîbûnê ya bê dem û dorveger ku kete meha çaremîn, berdewamiya tekoşîna 20 salan ji bo azadiya Rêber Apo, hate dayîne.

Her pêvajoyek bi xwe re seknên bi biryar û qerekterekî tekoşînê yê nû derdixe. Di roja îro de jî plangeriyên mezin li ser hebûna gelê Kurd têne kirin. Ev plangerî hem di asta navnetewî de û hem jî di asta hêzên herêmê de têne kirin. Dagirkirina beşek ji xaka Başûrê Kurdistanê û weke berdewama wê dagirkirina Efrînê perçeyek ji vê pîlangerî yê ye û hêj ev pîlan bi destê dewleta tirk zindîbûna xwe diparêze. Rêber Apo, bi pêşdîtinên xwe yên dîrokî, bi nêrandina xwe ya siyasî, polîtîk û gerdûnî ji ber heqîqeta vê serdemê ya her diçû dihate berovajî kirin rast xwend û rêya çareseriyê pêşkêşî gelan kir, îro ji aliyê desthilatdaran ve di bin tecrîdeke girankirî da ye. 

Ji ber wê peyama berxwedêran rast xwendin girîngiyeke xwe ya jiyanî heye. Xwedî li vê çalakiyê derketin xwedî li wijdanê mirovahiyê derketine. Her kesê ku dibêje ez alîgirê azadîxwazî û tekoşîna gela me pêwîste guhê xwe ji vê qêrînê re veke. Ev berxwedana dîrokî sê meh li pişt xwe hişt û kete meha çaran. Ev deng û qêrîn ne ya 300 kesî tenê ye, ev deng dengê tevahî mirovên azadîxwaz û mirovên xwedî wijdane. Ev deng dengê her Kurdekî welatparêz û dengê jina Kurde.

Em weke yekîneyên parastina jin YPJ'ê vê sekna bi biryar ya ku carek din di pêşengtiya jina Kurd de bang li hemû mirovahiyê û wijdanê civakan dike,  ji bo tekoşîna xwe jî mînak digrin û weke mifteya çûyîna serkeftinê dibînin. Dibe tekoşîna me jinan di her qadê de rengê wê rêbazê wê û şêwazê wê cuda be, lê armanca me, hêvî, bawerî û tekoşîna me ne cuda ye. Bêguman li hemberî pergala serdest tekoşîna me jinan pir aliye. Biryardariya hêzên me ya li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê da nîşandan îro, êdî bi pêngava şerê qedandina Terorê berbi dawî ve diçe. Çeteyên DAIŞ'ê encama berhema hişmendiya komploger derket holê û îro bi destê jinên tekoşînvan têk diçe. Em weke jin di ferqa berpirsyariya xwe ya dîrokî dane.   

Em li ser wê bingehê dibêjin xwedî li berxwedêran derketin, xwedî li wîjdan û nirxên mirovahiyê derketine. Careke din em weke hêzên parastina jin YPJ'ê, li hemberî biryardarî û vîna çalakgeran ya mezin, minetdarî û rêzên pêşkêş dikin û hêzên komploger bi tundî şermezar dikin.

Fermandariya Giştî ya YPJ