Tûndiya ku li ser jinê tête meşandin ne ji rêzê ye.

  • 2017 mijdarê 17 | Nûçe

Yê ku pêşengtiya civakê dike û nirxê mirovahiyê diparêze jin e. Ji bo wê jî tûndiya herî mezin ya pergala desthiladariyê jî li ser jin hatiye meşandin. Lê ev tûndî ne tenê li ser jin ê ye, beravajiya vê li ser tevahî mirovahiyê ye. Ev tûndiyê ku em bi nav dikin gihîştiye asta qirkirinê. Jin û civak bi hevre girêdayîne ji bo wê jî pêwîst dike ne tenê jin li hemberê vê tûndiyê serî rake, pêwîst dike ku hemû civak bi yek dengî berxwedana xwe xurttir bikin. Weke jin di nava refên azadiyê da cîhê xwe digrin. Ya ku dikeve ser milê me jî li hemberî tûndiya pergalê tekoşîn kirin, civak rêxistin kirin û mafê xwe bidest xistin e. Heta roja me ya îro bi milyonan jin berxwedan e û şehîd ketina. Niha jî di çeperên herî pêş de ji bo jin neyê qetil kirin tekoşîn didin meşandin. Di her qadê jiyanê de li ser fikir, beden û hestê jinê tûndiyeke heye. Ji bo wê jî ez banga hemû jinan dikim. Her tim tekoşîn kirin, rêxistinbûyîn, her tim ji bo azadiya xwe şer kirinê ve em dikarin bigîhîjin jiyana azad. Ji bo wê jî em heta ku azadiya hemû jinan mîsoger bikin tekoşîna xwe jî hîn xurttir bidin meşandin. Wekî ku Rêber Apo jî dibêje; ‘’ Azadiya civakê bi azadiya jin ve girêdayî ye.’’ Em bi hev re tekoşîna li dijî desthiladariyê bidin meşandin.

                                                                                   Şervana YPJ’ ê Edessa

25 ê Mijdar’ ê; roja li dijî tûndiya ku li ser jinê tê meşandin e. Bi derketina olên yek xwedayî re tûndiya ku li ser jin tê meşandin di civakê de digîhîje astekî jortir. Jin di warê; fikir, fizîk û hestê da hatiye pelçiqandin. Ev jî hêla ye ku jin ji cewher û rastiya xwe dûr bikevê. Lê bi derketina Rêber Apo re fikir, îrade, xwebûn û kesayeta jina azad dîsa zindî bû. Jin xwedî îradeyeke mezine û bi rihê fedayî tevlî şoreşê dibe. Ramanên Rêber Apo re jin li hemberî desthiladariyê serî ra dike û êrîşan vala derdixe. Bi felsefeya Rêber Apo re bûyîna yek, xwe kûrkirin û tekoşîn kirin weke şervanên YPJ’ ê ji bo me serekeye. Hevdû hîskirin, mezin kirin, xweşikbûyîna hemû jinan dîtin bi fikrê Rêber Apo re pêş ket. Di roja me ya îro de jin nîşan da ku bi îradeya xwe ya azad re dikare serbikevê û tekoşîn bike. Weke jin bi ramanên Rêbertî re em dikarin civaka xwe azad bikin.

                                                                             Şervanên YPJ’ê Evîn

25 ê Mijdar’ê; roja dijî tûndiya li ser jinê ye. Em weke şervanên YPJ’ ê tekoşîna li hember zîhniyeta desthiladariyê û tûndiyê dikin. Weke jin tekoşîn dikin da ku bandora pergala desthiladar ya ku li ser beden, fikir û hestê jin de hatiyê avakirin ji holê rakin. Em bangawaziya hemû jinan dikin da ku werin tevlî tekoşîna azadiyê bibin. Li hemberî dagirkeriyê û pergala deshilatdar serî rakin. Serî li hemberî tûndiyê netewînin û heta ku bigihîjin serkeftinê tekoşîn bikin. Di roja me ya îro de şervanên YPJ’ê pêşengtiya xeta berxwedanê dikin. Weke jin ji bo ku azadiya serokatî pêkan bibe heta dawî tekoşîn kirin bête esas girtin. Weke hêza jin heta ku Serokatî azad nebe kêliyekî jî sekinandin nabe. Rêber Apo jî dibêje: ‘’ Heta ku jin azad nebê civak jî azad nabe.’’ Em jî ji bo azadiya xwe bi dest bixin hîn zêdetir yekîtiya xwe xurttir bikin û bi yek dengî tekoşîna azadiyê bimeşînin. Pêşengtiya ku Rêber Apo dayê û dahûrandinên ku li ser azadiya jin pêşxistiyê kesayeta weke rêheval Zîlan û reheval Sara de hebuna xwe dîtiye. Ji bo ku her jin bigîhîje kesayeta van hevalan pêwîst dike ku civak her timî bête perwerde kirin. Hemberî taybetmendiyên desthiladar ya ku di civakê de jî bandora xwe dayê çê kirin têkoşîn sereke were dest girtin. Pergala desthiladariyê bi her awayî werê redkirin û bi ramanên Rêbertî re mîsyona ku dikeve li ser milê jin di hemû qadên jiyanê de were pêk anîndin. Bi vê awayî pêşengtiya rast ji civakê re were kirin. Ji bo azadiya civakê di destpêkê da pêwîste em ji xwe dest pê bikin û hemû êrîşên ku derveyê mirovahiyê ya ku li ser civaka me tê meşandin têk bibin. Bi taybetî jî di roja 25 ê Mijdar’ ê de hemû jin bi rengê xwe tevlî vê berxwedanê bibin û hemû rojan jî weke vê rojê bizivirînin roja berxwedanê.

                                                              Şervanên YPJ’ ê Bêrîtan