TI KESEK HEQ NAKE BI DIJMINEKÎ KU RIHÊ XWE FIROTÎ RE ŞER BIKE

  • 2018 7 6 | Gotar

 

Kesekî ku jiyana wî bi pereyan hatiye kirîn li beramberî min sekinî ye. Jiyana xwe li beramberî pere firotî ye û jiyan bi rengekî herî erzan hatiye kirîn. Wateya vê hevoka xwe bi çi şêwazê binivsînim jî nikarim bi awayekî têr pênase bikim. “Xwe firotin” van herdu peyvan anîna gel hevdu bi rastî di mirov de tirs dide çê kirin. Hilavêtina dil, henase girtina mirov... Firotin! Bi porê xwe yê dirêj û belave li beramberî min rûniştî ye. Di dema şer de hate girtin û ew di nava çeteyên Ceyş- Nuhbe yên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatibûn ava kirin li hember me şer dikir. Nikare raste rast hindirê çavê me binêre. Lê ew dizanê bi awayeke hêsan wê neyê kuştin... Ji herdû destê xwe birîndare. Li gundeke Cindirêsê di dema pêvçûnê de ji aliyê hêzên YPJ-YPG’ê ve bi birîndarî tê esîr girtin. Weke me hemûyan malbatê wî jî heye, di sala 1997’an de li Îdlîbê hatiye dinya yê, li Hemayê jiyan kiriye, li wê derê beşdarî komekî ku navê wan Ceyş Ize bûye, piştre ji wan qut bûye û beşdarî komeke dîtir bûye... Di nava komên cîhadî de çûye û hatiye. Ew jî yek ji wan mirovên ku nikarin xwe di nava herikandina jiyanê de bigirin. Ji ber vê derveyî civakê têne girtin û cîhê xwe girtiye... Navê wî Abdo Ahmed Salîh e.

Ez ji Abdo dipirsim; “Çi karê te li Efrînê heye, ev der ne xakên te ye, kesekî ji wê axê ji bo kûştina te nehat, wê demê tu çima ji bo kûştina mirovên bê sûc hatiye?”

Bersiva ku Abdo dide, mûyê laşê mirovan radike ser piyan, “Tenê ji bo pere”. Bi pere kûştina mirovan tiştekî çawa ye nizanim lê bersiva ku Abdo da bi vî rengî bû. Bersiva ku ew da, min serwext nekir ji ber vê di ser bersiv de diçim. “Armanca te ji hatina Efrînê çiye? Tirkiye çi da we û ji bona çi we berê xwe da dagirkirina Efrînê?” Weke ku pir nezan nêz dibe û agahiyên xwe kêm parve dike. “Tirk li ser esasê ava kirina dewletekî girêdayî Tirkiyê di xeta Cerablûs, Îdlîb, Ezaz de girtina Efrînê da pêşiya me û ji xwe piştre rêya Îdlîbê jî vebibe.” bi vî rengî armanca xwe diyar dike. Wê demê armanc ne tenê girtina pere ye. Abdo! Tirkiye her roj radibe dûrine dibêje; yekbûna xaka Suriyê lê, ji bo di nava xakên Suriyê de dewletekî Tirkiyê were ava kirin, ji bo perçe kirina Suriyê, ji bo ku hemû çeteyên cîhadî li ser sînorên Kurdistan werin bi cîh kirin û ji bo pir tiştan mirovekî weke Abdo jî hatiye kirîn.

Min meraq kir da ku çiqasî pere digire, di mehê de 45 hezar perê Suriyê girtiye, gelo jiyanekî ewqasî erzan e? Pir dewletên kapîtalîst jî di nav de di bin navê şerê li Suriyê de bi armanca alîkariya mûxalîfên li Suriyê, sê navend vekirine, du heb ji wana li Tirkiyê ne (MOM-MOK) yek ji wan jî li Ûrdunê ye. Dema ku rastî derdikevin pêş wê demê em dibînin ku pereyên çeteyên ku li Efrînê şer dikin, ji aliyê wan navendan re têne dayîn. Qet nebêjin; “Mirov ji bo 45 hezarî dimire” Mirovên weke Erdoxan ku xwedî rihê Drakula ye ji bo du qirûşan hem dikarin bimirin hem jî dikarin bikûjin. Her tiştî bihêlin aliyekî dema ku şervanên YPJ-YPG dibînin ku Abdo birîndare wê demê wî nakûjin, tînin ser hîşê xwe û dibin nexweşxane. Ger bijîşk lê mêyze nekin dibe ku destê wî werê qût kirin lê heval ji bo xilas bûna destê wî bijîşkan hişyar dikin. Niha hûn dibêjin; “Çawa mirov destê ku çek li hember wan bişûxilîne hewldidin xilas bikin” dibe ku di vê nêrînê de hûn mafdar bin. Heqê platîna ku niha di destê Abdo de ye bi qasî mûçe wî ya heşt mehên ku ji bo kûştina mirovan digirt de ye. Mesrefên dîtir yên ku çûne qala wan nakim... Lê belê, dema ku yek bi saxî an jî birîndarî bikeve destê dagirkerên Tirk û çeteyên wî laşê wan perçe perçe dikin û di ser de mirovên şehîd ketine jî weke ku kêyif jê bigirin perçe dikin.

“Abdo hûn çima laşê şervanên YPG-YPJ’ê yên ku bi saxî angu ne saxî dikevin destê we perçe dikin, îşkence dikin, çi dikeve destê we?” Ew jî ji bo bersiva vê pirsê min wiha dibêje; “Min qet nekir ji ber vê nizanim”

“Qet nakokiyên te weke; dewleta Tirk mirovên weke me yên cîhadî ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne, jiyan kir?”

Wê demê Abdo wiha bersiva min da; “Min jiyan kir lê, ti carî ne anî ser ziman ji ber ku pêwîstiya min bi pere hebû. Ji min re gotin biçe û were emê te bidin zewicandin, li wê derê xanîmet, pere heye bi wan re tu xwe bidî jiyan kirin” Ne xwe mirov dikare di demekî ewqas kin de bibe kujer...

“Wê demê dema ku tu ketî destê şervanên YPG-YPJ tu çi fikirî, wê çi li te bikin” Wê demê jî Abdo bi vî rengî bersiv da; “Heta ku ez werim nexweşxane di rê de min ji xwe re digot wê serê min jê kin.”

Piştre jî pirsekî wiha ji aliyê min ve pêş dikeve; “Wê demê niha çek bidin destê te tu min bikûjî an na” “Na nikarim” dibêje. “Çima ma tu ne ji bo kûştina me hatibû li vê derê” wê demê jî bersiva wî wisa pêşket; “Başî yê ku bavê min ji bo min nekiribû we di nava vê şerê de ji bo xilasbûna min kir, a niha li hember Kurdekî jî nikarim tiştekî bikim, ew şeklê Kurda yên ku di serê min de hatibû çê kirin bi vê nêzikbûna we re hilweşiya” “Çima tu hatî Cindirêsî, çawa birîndar bûyî” “Tirk bi erebeyan me anîn heta ber deriyê sînorê Kîlîsê û ji aliyeke sînor rakirin da ku em derbasî vê milî bibin, piştre jî em li wir man û ew çûn. Dema ku em ji bo girtina gundekî çûn wê demê li wê derê pevçûnekî derket, şervanên YPG-YPJ’ê li me dan û min li derdora xwe ti kesekî din nedît. Herkes dev ji min berdan û reviyan. Hîn beriya ku fîşekekî biteqînim ji herdû destê xwe birîndar bûm û ser hişê xwe ve çûm. Dema ku min çavên xwe vekir min dît ku şervanek dixwaze ez bêm ser hişê xwe.” Dema ku wiha dibêje hindirê çavê min dinêre û serê xwe ditewîne.

Wê demê ez dibêjim; du tişt bila di jiyana mirovan de ti carî neyên serê wan. Ya yekemîn; ti carî serê xwe netewîne pêşiya xwe. Ya duyemîn jî; bila ti carî rihê xwe ji bo pere angu ji bo tiştekî cuda nefiroşê!

 

                                                                 Medya Doz