Tiştê Ku Ji Bo Me Ma; Bîranînên Rêhevaltiya

  • 2017 Cotmeh 1 | Pekrewan

Tiştê Ku Ji Bo Me Ma; Bîranînên Rêhevaltiya: Hemlecî Fîraz’’ Ya Ku Di Tama Hingivîn Da Bû

Dengê guleyan vê carê ji dilda hat bihîstin, vê carê tam li dilê me da. Di dilê wî de heskirina hevaltiyê di asta herî jor de bû. Hêrsa celladan ya ku dojehê jiyan dikin jî ji ber heskirina mezin ya dilê rêhevalê me bû... Guleyên xayinan ji piştê da hatin, li dest û dilê wî dan. Ji ber heta kêliya dawî jî şekirên  ku ji bo rêhevalên xwe amade kiribûn di destên wî de bûn. Şekirên ku heval Fîraz ji ber para me rakiribûn, bi xwîna xwe pêşkeşî me kir. Û wateya vê jî bîranîna rêhevaltiya wî ya ku di tama hingivîn da bû. Bîranîneke wisa ye ku bi xwîna xwe bêhna hêviyeke bêdawî tîne.

Di seetên berbangê de.... 7:40 derbas dibû. Dengê guleyan, cihê ku weke ragihandin me bikardanî dengveda. Di wê kêliyê da hindek heval li ser taştê rûniştî û hindek heval jî di hindir de bûn. Em hemû heval bi hevre ji bo çekên xwe bigrin ketin nava tevgerê. Wê demê me ne dikarî derkevin derve ji ber ku bi derketinê me ve dibe em bibûna hedefa guleyên bêbextiyê. Hindek ji me berban, hindek ji me jî ser banê bicîh bûn.  Lê dervayî dengê guleyan tiştekî li holê xwuya bike tine bû. Cîhê Heyva Sor li kêlaka me bû. Dema ku deriyê Heyva Sor ve bû me jî wisa texmîn kir ku hevalên birîndar gihiştine. Lê tam di wê kêliyê da Heval Fîraz şehîd ketiyê û derbasî hindir kirin e. Em jî bi awayekî hêdî ji bo ku derve venêrîn bikin derketin. Di demekî kurt de têgihîştin ku heval Fîraz ne di nav me de ye. Hemû heval; ‘’ Gelo heval Fîraz li ku derêye’’ difikiriyan. Di wê kêliyê de dema ku dengê hevalekî ji Heyva Sor hat û got: ‘’ Heval Fîraz li vê derêye.’’ Wê demê me bêhnekî aram girt. Bi wê kêyfxweşiyê pêyvên hevala ya ku nirxê heval Fîraz diyar dikirin dihat bilêv kirin. Lê ser van gotinan hevalên ku li ser banê bûn, bedena heval Fîraz ya narîn şehîd dîtin. Piştî wan axaftinên bi  nirx agahiya şahadetê girtin ji bo me xemgîniyeke pir mezin bû. Dengê guleyan ji ku derê dihat ne diyar bû lê me hemûyan xwe avêt derve û bi bazdanekî çûn gel heval Fîraz. Jı bo ku germahiya wî qet ji bala me neçe, yek ji me jî destê xwe neda bedena wî. Heta kêliya ku gule di canê wî de cemidî li gel wî bûn....

Ji Laleşîn Re Got: ‘’ Benda Min Be..’’ Lê Êdî Nedikarî Biçe....

Di erka wî ya dawî de jî em bi hevre bûn. Di bala me hemuyan da projeyekî ber bi hevalê xwe, yên ku di eniya şerda cîh digrin ve bi rê ketin. Di nav me da herî ku bi îdda bu Heval Fîraz bû. Hebuna heval Fîraz li gel me îdda me jî qet bi qet zêde dikir. Di nav hevalên jin de yek diyar kiriba û projeya xwe jî li ser wê çêkiribûya. Dema ku pirrengiya hevalan dît, di biryar dayînê da hindek zehmetî kişand. Di nav wê pir rengiyê de civat û nîqaşên wisa pêş xist ku kêm ma bû ji bîr bike ji bo çi hatiye gel wan hevala. Ji ber ku ber ya demekî ji cihêkî dûr de jinên şerker ya ku bi çavekî heyran li wan mêyze dikir, niha rêhevalê wî bûn. Derfetê ku bi germahiya hevaltiyê ve wan nas bike ketibû destê wî ji ber vê yekê ji her aliyê ve dixwest nas bike. Dixwest nas bike ku; tiştên hesdikin, diecibînin, difikirin û hîsdikin çiye. Gotinê heval Fîraz ya ku her tim ji bo pir rengîbûna hevalan bikar danî ev bû: ‘’ Hemu şervan heman cila li xwe dikin, armancê wan yeke lê yek jî ne wek hevdu ye. Taybetmendiya herkesî cuda ye, herkes wateyekî cuda dide jiyanê.’’ Di kêliya ku ev nîqaş di naberê me da derbas dibû hevalek bi navê Laleşîn ya ku xwedî gotin û mêyze kirinên hişk derbasî hindir bû. Hevdîtina wê bi heval Fîraz re bi şerekî biçûk dest pê kir. Demek dirêj dîtinên xwe yên dijberî hevdu parastin. Şehîd Fîraz ji ber gotinên wê hevalê ya jîr eciband û bandor bû, biryar da ku projeyê xwe li ser wê hevalê çê bike. Pirsekî bi meraq berê xwe da heval Fîraz: ‘’ Gelo ev heval ji bo te nebe zehmet ji ber ku hem bersivê ters dide hem jî dema tu dîmenên wê dikşînê rûyê xwe diweşêre.’’ Şehîd Fîraz jî bi seknekî ji xwe bawer vê bersivê da: ‘’ Heval ji her şerekî nakokî derdikevin di encama nakokiyan de jî tiştên xweş çê dibin.’’ Bi vê gotinên xwe hîşt ku hemu heval matmayî bimînin.

Ew Rêhevalekî Wisa Bû Ku di Jiyanê De Hemu Berpirsiyartî Digirt Ser Milê Xwe

Li beramberî tarîtiyê berê xwe da bû Roj’ê. Baş nas dikir ku tarîtî çiye. Navê tarîtiyê axê ku li ser mezin bibû; Kapîtalîzm, li welatê Roj’ê jî sîhê kapîtalîzmê bû. Panzehîra vê tarîtiyê jî tekoşîna wî ya ku bi heskirinê ve dagirtî bû. Lêgerîna wî jî manewiyata Rojhilata Navîn ya hindirîn bû. Ev manewiyat û dilê heval Fîraz a bi heskirinê ve dagirtî bû dema ku dibûn yek wê demê pêyven heskirinê di nav ahengekî de xwe digihandin dilê herkesê. Heval Fîraz berewajiya mirovên ku li Rojhilata Navîn jiyan dikin bû. Ji ber ku heskirina dilê xwe di astekî herî jor da dida derve ji bo wê jî bala herkesê dikşand ser xwe. Dema ku nîqaş dikir bi tevgerê laşê xwe ve dixwest vê ahengê bide diyarkirin.  Ticar nehat dîtin ku heval Fîraz ji hevalek aciz bûye yan jî xwe ser hevalekî de aciz kiriye. Pirsekî bi meraq dîsa berê xwe da heval Fîraz: ‘’ Heval gelo tu ticar bi hêrs nabî?.’’ Bersiva ku hat dayîn ev bû: ‘’ Ez her timî tiştên xweş ya rêhevalên xwe dibînim, bi milê wan ya xweş dîtinê ve ji wan hezdikim.’’

‘’Fîraz’ ê Hemlecî ‘’

Ji bo xwe wisa digot: ‘’ Fîraz’ ê Hemlecî.’’ Ew jî heta Reqqa rizgar bibe pêngavê xwe bi xebatên ragihandinê ve kiribûya. Bi giştî mijarê wî; li ser şervanên jin û biyaniyan pêk dihat. Bi şervanên biyanî ve rûyê şer ya enternasyonal, bi şervanên jin re jî wateya şer û hîssiyatê ku ava dike çiye dixwest bide xuyakirin.

Dema ku nû tevlî pêngavê bû tiştê ku destpêkê bala gelê Reqqa û şervanan kişand jî sekna wî ya destpêkê bû. Fîraz, yê ku bibû biyaniyê axa xwe şeklê wî jî bibû biyanî. Lê nêzîkatiya wî ewqas germ û ji dil bû ku di demekî kurt de pêşdîtinên biyanîbûnê dişkand. Ji ber ku xweşikbûna xwe ji Roj’ ê girtibû. Taybet jî dema ku diket nav gelê Reqqa pir dihat hezkirin.  Nêzîkatiyên çewt ya ku mesafe dikir nav berê cûdabûnan dihêla ku heval Fîraz jî beramberê van nezîkatiyan bi înad nêz bibe. Ji bo wê jî rûxmê çand û zimanê wê gelî nedizanî jî bi şewqa çavê xwe, hezkirina dilê xwe pêşkeş dikir. Zarok ji bo wî bi wateyên cûda barkirîbûn. Ji ber ku digot: ‘’ Yên herî paqij ew in, pêwîste neyin êşandin, xeyalên wan neyin qirêj kirin. Ji ber ku ew nayin ji bîrkirin, bîra rast ya civakê di zarokan da veşartiye.’’  Ji xwe ew bû ku li xerîbiyê mezin bibû. Ji axekî xerîb ji bo ku bêrîkirinên zarokatiya xwe mezin bike hatibû.

Ew Bû; Rêhevalê Şehîd Xerîb, Şehid Heqî, Şehîd Şîlan û Şehîd Rêvan

Di demekî wiha da derbasî ragihandina YPG’ ê bû. Bê ku hevalên şehîd nasbike xwedî bîranînên wan derket. Şehîd Fîraz bi hevaltiya xwe, bi zîrekbûna xwe û di tevlîbûna xwe ya di jiyanê de hevalên şehîd dianî bîra mirov. Weke şehîd Xerîb li hemberî jiyanê berpirsiyar, weke şehîd Heqî henekçî, weke şehîd Şîlan li hemberê mijaran seknekî serwer raber dikir û weke şehîd Rêvan gotinên wî zelal bû. Ji her hevalekî qetek, di kesayetê heval Fîraz de kom bibû. Wekî ku wan hevalên şehîd bi hemu milên xwe ve bide jiyan kirin... Heta kêliya dawî jî weke rêhevaleke herî rast bi wan re jiyan kir. Weke şehîd Xerîb heta tekoşîna xwe ya dawî di pêngavê de cîh girt, weke şehîd Heqî, şehîd Şîlan,Şehîd Rêvan bi êrîşeke xayîn re rû bi rû ma.

Bi şehîd Fîraz;

 Şeva bê dawî,

Nîqaşên bê dawî,

Şevbaşa  bê dawî.

Rojbaşa wî ya bê dawî.. Nîvçe mayîn, kêmbûnekî pir mezin e. Tinebûna rengek ji jiyanê... Lê dîsa jî li beramberî sarbûna mirinê bi înat gihîştandina hesretên zarokatiyê..Ya li pêy xwe hîşt; rêhevaltiya wî ya ku di tama hingivîn da bû.

Rêheval Fîraz! Weke rêhevalên te soz didin ku em ê nehêlin jiyan di destê xayîn û xereban da bimîne. Bi çavên te binêrin û  xweşikbûna jiyanê bibînin....

 

                                                                                                                                                                                                                           NAVENDA RAGIHANDINA YPJ...