Tirkiyê Bi Dagirkeriya Xwe Aloziya Sûriyê Kûrtir Dike

  • 2018 12 18 | Gotar

 

Îro pirsgirêka esasî ya li herêmê, şerê cîhanê yê 3'emîne. Şerekî ku li her deverê belav bûye, ji Kurdistanê bigre heya Filîstînê, ji Filîstînê heya Yemenê û ji Lîbyayê heya Efganîstanê şerekî pir dijwar tê meşandin. Lê belê, ev şerê di Sûrî de kilît bûye, dide diyar kirin ku berjewendî-perestiya bê sînor digrin û gelan dikin qûrbanê polîtîkayên qirêj û bê exlaq. Gelê heremê jî dikin nava xeterî û qeyraneke bê ser û binî. Her tim pozîsyona şer ava dikin ku hîn zêdetir bê çareseriyê ferz bikin, ji bo ku şer hîn  kûrtir û berfirehtir bikin. Bi awayekî eşkere  tê xuya kirin ku ev şer şerekî, li dijî îstîqrarî û aramiya civakê ye. Mînak di encama vî şerî de, bi hezaran însanan jiyana xwe ji dest dan, bi milyonan însan penaber bûn, bi sedan jin hatin tecawûzkirin û bîlonçoya şer gelekî girantir kirin. Şerekî ku ji binî da demografiya herêmê dide gûhertin. Ji ber vê em dikarin bêjin şer bi xwe siyaseteke lêhûrbûnê ye û kûrkirina qirîzêye.

Ji bo vê pirsgirêk pirsgirêkeke herêmî nîne navnetewî û  kûrewîye. Her ku diçe qirîzê kûrtir dikin û pergalekî ne adilane li pêşiya herêmê vedikin û nahêlin pêşiya çareserîyê  vebibe. Civînên wekî Cinev, Sotşî, Astana û diyeloqên heyî nabin çareserî ji ber biryarên têne girtin ne ne li ser esasê çareseriyêne berovajî kûrkirina alozî û qeyranên civakî ye. Di vê rewşê de alternatîf û çareseriya pêwîst dernakeve holê, da ku bi karibe gelan di bin zext, metirsiyê de bihêlin.

 Dewleta tirk dixwaze Idlib'ê ji rojeva xwe derxîne û li şûna wê Rojhilatê Firatê bixê rojevê û niha jî li ser Rojava kiryarên tacîzê pêş dixine. Ev demek bûye ku em dibînin li ser Kobanê û Girê sipî topbaranan pêş dixin. Ji xwe dagirkeriya Efrînê jî weke dagirkirineke ji rêzê dibîne û her roj li wir sûcên mirovahiyê dike. Dixwaze vê dagirkeriya xwe di raya giştî de rewa bike. Dewleta Tirk, ji dest pê ka şoreşê û heya niha dijminahiya xwe li hemberî gelê Kurd û gelên Bakûrê Sûriyê meşand û îro gîhandiye astekî qirkirinê. Pir eşkere xuya dike ku Erdoxan bi vê êrîşkariyê li dûv lîstokên nûye, dixwaze rojevek nû çêbike û li ser hêzên cîhanî bandorekê ava bike. Ger ku hêzên cîhanî û raya giştî kêmbê û derfet ji bo xwe bibînê, dixwaze êrîşên li ser Girê sipî û xeta Rojavayê Kobanê rewa bike. Bi vî rengî zexta xwe li ser hêzên koalîsyonê xurt dike û pirsgirêkên Minbicê weke dixwaze çareser bike. Tê xuya kirin dewleta tirk bi xwe, dewleteke terorîste. Berê bi rêxistin kirina DAIŞ'ê ev terora da meşandin û li Efrînê bi rêxistin kirina Cephet el-nûsra û îro jî bi çeteyên heyî ve, êrîşên xwe li ser Rojava destê çeteyên DAIŞ'ê xurttir bike. Viya jî bi xebatên MÎT'ê yên veşartî li Iraq, Sûrî, Misir û hwd dike. Tirkiyê bi vê siyaseta xwe ya qirêj û bi vê hişmendiya dagirkeriyê aloziya Sûriyê kûrtir dike.  

Li hinek dewletên din yên ku di pişt perdê de plan û projeyên ne rewa di şexsê şoreşa Azadiya Kurdistanê de tine kirina mirovatiyê hedef girtine. Û li ser tinekirina nirxê şoreşê îttîfaqên xwe li ser piyan digrin û emrê xwe dirêj dikin. Wisa armancên xwe yên qirêj li ser Rojava'yê Kurdistanê û Rojhilatê Sûrî dide meşandin. Lê belê, hesabên Erdoxan pir cûdane, bi teybet dixwaze li Rojavayê Kurdistanê tevlîhevî zêde bike. Li beramberî wê bilindbûna nîjadperestî û şovenîzma di hindirê civaka tirkiyê de geş dike, ta ku di hilbijartinan de bi ser bikeve û heman demê bi van êrîşên destpêkirî re dixwaze, bertekên hêzên koalîsyonê û bertekên raya giştî bipîvin. Cardin bertekên gelê Kurdistanê, bipîve ka kî çi dibêje. Lê, eşkereye ku rêjîma AKP'ê berdewamiya sîstem û hebûna xwe di xurtkirina şerê li dijî gelê Kurd de dibînê.

Ev serkeftina berxwedaniya 7 sala a ku hatî meşandin, rolekî pir girîng lîst û pêşî li gelek xeteriyên mezin yên li ser tevahî mirovatiyê girt. Tekoşîna demokrasî bi şêwazekî rast, yekbûyî, baldarî karîbû hemû netew, irk, mezhep, li derdora xwe kom bike û  bi hev re di nava biratiya gelan de di yek dozê de tekoşîn bikin. Bi teybet jî xurtkirina têkilîyên Kurd, Ereb û bi heman hêzên cîran yên demokratîk, çep, sosyalîst, tevgerên şoreşger, jinên serhildêr û tekoşer bi şêweyekî hevpar dane meşandin û serkeftin tacîdar kirin. Ji bo vê jî her ku li herêmê pêşketinên siyasî û leşkerî çêdibin, di dewletên dagirker de tirs û xofeke mezin ava dibe. Di encama vê xof û tirsê de polîtîkayên tinekirin, qirkirin, lêdan, pevçûn, qetilkirin dixin dewrê ta ku bikaribin destkeftîyên şoreşa Rojava têk bibin. Ev jî diyar dike ku AKP’ê û hikmeta heyî çiqasî tengav û bê çare mane. Ji bo vê niha tehdîd, şantaj û xwe xistina bazarê bi her awayî lîstokên bê rûmet û qirêj bikartînin û dixwazin bi van hemûyan zaafên xwe veşêrin. Ji bo xwe konjektûrek nû ava bikin û derfeta pergalekî nû derxînin holê. Îro ger dewleta tirk a faşîst êrîşekî wisa hovane dide meşandin, ev ne ji hêzbûn û xurtbûna hikûmeta AKP’ê ye, ev ji projeya dewletên navnetewî û berdewamkirina yek ji  projeya Rojhilata navîn a mezine. Û bi berdewamkirina komploya navnetewî, hemû şêweyên xwe yên şer û bê pîvan berdewam dikin.

Van hêzên ku bi salan li ser Kurdistanê desthilatdariya xwe meşandine li Rojava û Bakûrê Sûrî  ji bo Kurd nebin xwedî statû, çi ji destê wan tê dikin. Ev hêzên qirker dizanin ger ku Kurdistan ji bin serweriya wan derkeve wê pergala wan yek bi yek hilweşe. Gelê Kurd, di her fersendê de dikin qurabanê desthilatdariya xwe. Lewma şer pejirandin û bi awayekî bê ehlaq ketin nav sûcên derveyî mirovahî yê. Ji bo ku gelê Kurd, nefes negre û pêşengtî ji gelan re neke, hemû hêzên navnetewî ev şer erê kirin û bûne hevkarê vî şerî. Bi teybet her kesî îşareta kesk ji feraseta tirkperest, Îslamperest piştgirî dan. Hikûmeta AKP'ê ji bo xeyalên împaratoriya osmanî jiyan bike û bidê jiyankirin. Li hemberî van xeterî û siyaseta qirker ya li ser destkeftiyên gelên Bakûrê Sûrî têne kirin bêgoman ya ji me tê xwestin em xwe di her alî de amade bikin. Ger amadekariyên me li hemberî rewşên herî giran û êrîşên herî dijwar têr û tije be wê demê emê bi vîneke mezin destkeftiyên gelê xwe biparêzin. Erka sereke ya di vê demê de ji me tê xwestin jî eve. Rast xwendina vê pêvajoyê di rast xwe amadekirinê re derbas dibe. Derfeta vê heye û dem ji vê re munasîbe.   

Zinarîn  Kobanê