Tu Bibe Destpêka Bihara Azadiyê

  • 2019 1 7 | Gotar

Li wir çîrokeke te heye

Di kontara çiyayê kurmênc de

Li ser pelê dara zeytunê bi dengê fîşeka hevala te

Li wir destanek li ser rûpelên dîrokê heye

Ava Efrînê diherike bi xwîna te

Li wir stranek te heye

Bi zimanê azadîxwazan tê gotin

Bi berbanga sibehê re bi dengê bilbilan re

Bi stêrkên şevê re

Bi dengê te re Eylûl

Tu li wir û em li vir

Ti vir Dêrika Rengîn dîsa xwe dike dergûşek

Û bîranîna zarokatiya te dihejînê

Li ber tîrêjên roja pîroz dibêjê Ronahî- Nûda

Yan jî wekî Efrînê, çawa bang li te dike

Dibêje Eylûla min

Vayê îro emê çil mûman di oxira te de

Vêxin, bi agirê dilê xwe

Bila Dîrok şahidê van rojan be

Ti gulî û gula li ser ava  Dicle şîn dibe

Çawa we Cudî û Gabar nebin aşqê te

Êdî her sinbilek

Di deşta Dêrika Hemko de

Dema serê xwe derbixê

We bi mizgîniya navê te be Eylûl

Bila dîrok bêje li ser rûpela min de derbas bû

Navê wê jî Eylûl e

Û gula Efrînê ye

Tu bibe destpêka bihara azadiyê...

 

Robîn Cudî