WELATÊ ROJÊ

  • 2018 7 23 | Gotar

                  

Ax welatê ku bûye dayika bedewî û ronahiyê

 Ax welatê ku bûye derguşa mirovahiyê û zayîna qehremanîyê

 Te di kurahiya deşt, newal, çiya û hemû xwezaya xwe de xemiland bedewîya gerdûnê. Te di axa xwe de dar û daristanên xwe, berhem û dewlemendiyên xwe, nebat û ajelên xwe, nergîz û çîçekên xwe re, cîhan hemû kiriye hesûdê xwe. Ev çawa çê dibe ku te ewqas bedewî di gerdûna xwe de hewandin ey welatê rojê!? Ma kî dikare bibêje ez nebim hesûdê vê welatê? Ma çima nebêjin ew welat pêwîste ya min be? Ma ne li ser te hemû hebûna xwe tine kirin ji bo ku te bikin welatê xwe.

 Belê mixabin jî wisa ye. Dîrok dinivîsîne û dibêje şerê  talanê hemû li ser vê bedewbûna te hatine meşandin. Destanên evîndariyê bi xemla te hatine hûnandin. Dîroka xweşikbûnê te dan destpê kirin. Te Mem û Zîn afirandin. Te Sîyabend û Xecê ava kirin û te Derwêş û Edulê çêkirin û ji hemû cihanê re kire mucîze ey welatê rojê! Tu bûyî kembera nava gerdûnê û dunya yê hemû xwe li te aland û tu bûyî hebûn!

Ma bi vê bedewbûna xwe tu yê hêja çend Derweş û Edulêyan bijî? Na na heger ku tu  her bedew bî û tu her dem welatê zêrîn yê rojê bî tu carî yê neqedin Derwêş û Edulê yên te û wê her hebin. Ji ber ku tu heyî. Ji ber ku ji bo te ne ev cangorî. Ji ber ku heskirî û evîndarê bedewbûna tene ey welatê rojê!

Te di xemla xwe de zarokê derguşa bedewiyê ava kir. Te di rêze çîyayên xwe de bi xwîna Derwêş û Edulêyên xwe gul bişkivandin û gul dibişkivin. Ma tu rojekî nabêjî  êdî  bese?

Ey welatê rojê! tu delal û bedewî. Te ez ewqas kirime heyranê xwe nizanim çi bejim. Lê tenê dibejim hemû hebûna xwa bike jehir û bikûje dijminê li ser hebûna xwe. Ji ber ku RÊBER APO û welatek azad li benda me ye ey welatê rojê!                                      

                                                   Şervaneke   YPJ’ê