Weke Navê Xwe Hesret û Dildarê Zagros’ ê Bu

  • 2018 sibat 8 | Gotar

Hevoka ku ez te binivsînim min nedît.Peyv li beramberî te bê wate dimînin. Ji ber ku dizanim herî rast çiyayên bedew dikarin çîroka te vebibêje.Ji ber ku te her kêliya heskirina dile xwe di bilindahiya asîmanan de jiyan kir.Ew bûn ziman, goh û dilê te. Bêrîkirinên bi wate ya azadiyê di dilê dilpak ya rêheval Özlem da weke avake zelal her tim diherikiya. Ji bo hebuneke azad her tim diherikiya. Ji bo hêviya gelan rêya pîroz da her ku roj derbas dibu jiyaneke hîn mezin derdiket pêşberî mirovahiyê.Tu keça esmer yê çiyayî  bûyî.Bi bejna xwe ya biçuk te ji wan çiyan re meydan xwendibû.Te bihişta biharê ya wan çiyayan ,havînên wê yê hênik,payizên zerd, zivistanê dijwar jiyan kir û bûyî şahîdê wan. Hîn di 13 saliya xwe de te ji bo vejîneke nû sînorên dagirkeran bi cesareteke mezin derbas kir. Di perestgehên azad de bi germahiya Roj’ ê re bê ku kêliyek tirs bijî, bê tereddüt tevlî her tiştî dibû  .Tenê paşerojek saf û masum dikarê xwe di pêşerojê de biteyisîne. Jiyana 20 salan ku ticar di paqijbûna dil û mejiyê xwe da gavek jî paşda neavêtiye. Her dema ku min li te mêyze dikir zarokek biçuk û dil paqij diket bîra min. Zarokatiya bihûrî di mêjiyê min de diteyisê û ev roj di ber çavên min re derbas dibûn weke ku nû de jiyan kiriye! Porê dirêj ê reş ya ku te li bedena xwe pêçandibû, kene ku ji rûyê te kêm nedibû û çend tayên spî yê ku ketibûn porê te... Ji kêliya herî dawî ya ku min te dîtiyê de ev tên bîra min.

‘’ Ez ê heta kêliya dawî ji bo serkeftinê şer bikim û nehêlim dijmin gavek jî li ser vê xakê pêş de werê.’’

 

Dema ku berbanga serê sibê tarîtiya şevê dadipoşe ew demên ku ba bi porê te re weke wan zarokên ku di derdor da direvin û dileyzin reqsa  azadiyê dikir. Qêrînên te bi dengê ba re tevlîhev dibûn çawa ji bîr bikim. Dilnizmî,fedakarî û xwe feda kirin,ev sê pêyv jî nikarin te bînin ziman. Jiyana te ev jiyan bû ku te heqê wê da bû û xwedî li kedê rêxistinê ya salan derketibûyî.

Dizanim tu bi bêrîkirinan ve çûyî, Ji Rêbertî re bêrîkirin, ji çiyan re û ji Zagrosan re ...Dibe ku çiyayên bilind ya Zagrosan hevaltiya xwe ya herî rast bi te re parve kiribû. Bi kûlîlkên pir rengî, bi zinarên xwe ya asê, bi dîroka xwe ya têr û tijî Zagrosan hembêza xwe ya herî gerim ji te re vekiribû... Xwesteka rêheval Özlem ew bu ku di evîna zagrosê de bête veşartin. Em dizanin wê çiyayên Zagrosê bi çîrokên te ya dû dirêj wê her tim serbilind be. Hesret û bêrîkirinên te di bilindahiya çiyayan de were jiyan kirin, her tim zindî be. Agirên azadiyê ya ku her tim di navseran de were pêxistin bi evîna dile te û rêhevalên weke te her dem geştir be. Çawa ku te girêdanbûna rêhevaltiya rast bi cesaret nîşanê me hemûyan da em ê jî di rêya te da bijîn. Rê heval Özlem weke fermandareke jin di nava şer de bi insiyatîf û qeda xwe derdiket pêş. Ji bo heval Ozlem sekinandin yan jî navber dayîn nîn bû. Her tim bi heyecan, coş û moral tevlî dibû. Ji bo wê jî di dile herkesî de girêdanbûna jiyan û hevaltiyê ava dikir. Qasî ku bi wate jiyan dikir ewqas jî dida jiyan kirin. Hemberî rastiya Serokatî nabe ku em kêliyek tene ji jiyana xwe vala derbas bikin. Sekin û jiyana heval Ozlem da heskirin û girêdanbûna Serok dihat xwendin.

. ‘’ Em ji bo ku ked bidin û nirxê gel biparêzin tevlî Tevgera Azadiyê bûn.  Mafê tu kesê nîne xirabike û ji bo berjewendiya xwe bikarbîne.’’

Pêwîst nedikir da ku heval Ozlem van pêyva bi lêv bike ji ber ku awirên çavan, tevgerên jiyanê, her tim rûkeniya wê dibu îfadeya jiyanê. Car caran digot: ‘’ Ez niha bavê xwe bibinim jî nas nakim ji ber ku ez dema ji wan qut bûm hîn pir biçûk bum. Lê niha xwedî jiyaneke mezin dijîm û ev dibe sedema kêyfxweşî û rukeniya min.’’ Rast û durûstbûn pîvana jiyana wê bu. Parastina hevaltî berya hertiştî dihat. Ji bo rêhevalê xwe  biparêze canê xwe jî feda kir. Agirê geş ya çiyayê Zagrosan bi agirê azad ya k udi bedena heval Ozlem da pêket re bu yek û dîsa bi yek dengî heskirina Roj’ ê qîr kir. Geşbûna agir tirsa di dile dijmin de hîn zede dikir. Ji berk u ev agir nîşaneya girêdanbûna hevaltî û îradeya jina kurd raste rast radixist ber çavan. Çi demê dîrok û şeran da weke Tevgera Azadiyê di çeperan de heta dawî berxwedan û piştî berxwedan jî teslimiyet redkirin û bedena xwe li hemberî dijminatiya gelan kirina agir û di mejiyê wan de teqandin nehatiye dîti. Wateya sekna şoreşgerî, bê tirs, bi îrade, cesaret ya jin,  bi baweriya Serok Apo re xwe di serkeftinê de kîlît kirine. Dîroka azadiya jin bi mînakên berxwaniya van hevalan re tê nivîsandin. Rêheval Ozlem jî yek ji wan jinên berxwedêr navên xwe bi tîpên zêrîn di nava dîroka azadiya jin de da nivîsandin.

Em jî weke rêhevala Şehîd Ozlem soz didin, em ê her tim ked bidin da ku agirê Çiyayên Zagrosan ticar neyê tefandin. Heta ku azadiya Serok Apo û gelên bindest pêkan bikin em ê tekoşîna jin berdewam bikin. Ji bo ku bibin bersiva jiyanên mezin ya ku niha bûne stêrkên azad û li asîmanan dijîn 24 seet bi Serok Apo re jiyan bikin. Mînaka rêhevaltiyên rast di dîroka şerê azadkirinê de vaşartiye. Em jî weke şervanên vê dozê ticar dîroka tekoşîn û berxwedanê jibîr nekin û ji bo serkeftinê jî her tim bi bîranînê wan re jiyan bikin. 

                                                                       Slav û Rêzên Şoreşgerî

                                                                                                RONAHÎ RUKEN